Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 25 roj in agahî nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hat revandin, 25 roj in agahî jê nayê girtin. Ajansa Rojnews ku Ehmed endamê wan e got ku PDK ji ewlehî û jiyana wî berpirsiyar e.

Edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 25 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnews’ê de dixebite.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Ajansa Rojnews ku Ehmed endamê wan e, PDK ji ewlehî û jiyana wî berpirs nîşan dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar