Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji rojnivîska fermandar Bêrîtan: Hest û kêliyên şer…

Em niha li hember 6 balafiran şer dikin. Qada ku em lê bûn bombe nakin. Dema xwe nizm dikin em wan gulebaran dikin. Ji derveyî tepeyê me du tepeyên din ên BKC û Doçka hene. Wan jî lê dixistin. Şerkirin hesteke xweş û germ e. Min nêzî 90 gule avêtin

Azadî

Li asîmanan çûkek difire

Kevokeke spiye

Ji darekî difire ser dara din, mirovan silav dike

Pat…pat…pat…

Ev çûka reben hîn têr nebûye ji jiyanê

Dimire, tê kuştin

Perên wê yên spî di nava xwînê de dimîne

Ciwanek diaxive, tê bêdengkirin

Mirovek dixwaze azad bibe

Ji bo kêliyek jî be azad dijî, piştre tê kuştin

Dayikeke kurd a çav bi rondik ji ber ji bo kurê xwe yê lêdan dixwe digirî;

Lê êdî kulma ew gelê hatiye bêdengkirin li jor e, serê wan bilind e

Dibêjin:

“Em azadîxwazin aştî dixwazin

Jiyaneke mirovane dixwazin”

Li jor dengê bihezaran çek

Pat…pat..pat…

Lê ev gelê hatiye bêdengkirin

Natirse, nareve

Destê wan li jor e, serê wan bilind e

Dibêjin:

“Em jiyaneke mirovane dixwazin”

Ev gel, ev mirov

Ji vêya pêde nayê bêdengkirin.

Gulnaz Karataş yan jî bi navê xwê yê ku li tevahiya Kurdistanê tê nasîn Bêrîtan Hêvî, baweriya xwe ya azadiyê di rojnivîska xwe de bi gotinên li jor aniye ziman. 29 sal di ser şehadeta şoreşger û pêşenga jin Bêrîtan re derbas bûn lê îro ji bo tevahiya jinan û gelê kurd bûye rêzanek azadiyê.

Di sala 1992’yan de artêşa dewleta tirk a dagirker, bi pêşengiya PDK’ê, li başûrê Kurdistanê dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê yek ji êrîşên xwe yên herî mezin pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, qasî berxwedanek dîrokî, destanên ku bi destê şoreşgerên jin hatine nivîsandin jî, ketin rûpelên dîrokê. Yek ji van jî, destana ku şoreşgera mezin Bêrîtan nivîsandibû ye. Dîroka kurdan ku bi xiyanetê dagirtiye, bi vê berxwedanê hat berevajîkirin û ji bo tevahiya kurdan bû rêya azadiyê.

Bêrîtan di 25’ê Cotmeha sala 1992’yan li hemberî hêzên noker ên bi pêşengiya PDK’ê li rex artêşa tirk cih girtibûn, teslîmiyetê qebûl nekir û heta dawiyê şer kir. Dema guleyên wê xilas bûn jî, çeka xwe şikand û xwe di zinarê de avêt.

Ev berxwedana Şehîd Bêrîtan, destpêkê tesîr li ser çekdarên PDK’ê yên wê demê û piştre tevahiya kurdan kiriye. 29 sal derbas bûn lê bîranîna wê hîn zindî ye. Nexwasim rojnivîskên Ş. Bêrîtan hîn wekî rêzanek tên dîtin.

Beşek ji rojnivîska Ş. Bêrîtan wiha ye:

“Di mijara eleqederbûna bi pirsgirêkên demê û şer re, lêhûrbûn û afirîneriyê de hewldanên min kêm bûn. Ev weke astengiyên destpêkê yên li pêşiya min e. Wê teqez hinek astengiyên din jî di nava têkoşînê de derkevin pêş min. Ez sond dixwim ku derbas bikim, ez di vê mijarê de ji xwe bawer im. Sonda me ji bo Rêbertiyê heye, em mehkûmê serkeftinê ne.

Fermadarê min yê nemir Kemal Pîr dibêje, ‘Ji bo mirovek qezenc bikim, ger bê xwestin sê saet, ger bê xwestin sêsed saet em ê biaxivin.’ Şoreşgeriya Kurdistanê bi derzî kolandina bîrê ye. Sebir dixwaze, ked dixwaze û hesasiyet dixwaze. Ez dibêjim; ez ji bo şerê bo mirovan û mirina ji bo wan heme. Gelekî hez ji şerê dijî evdîtiyê (koletiyê) û ji bo mirovan dikim. Dibêjim, ji bo min jî li ser sifreya rojê cih vekin. Ez jî di vê sifreyê de heme. Di vî şerî de ez jî heme.

Li van çiyayan potansiyela nivîsandina romanê heye. Gelek ji nivîs û nivîsandinê hez dikim lê nabe. Tu dizanî egîdê min. Ez bi hezkirineke biqasî çiyayan, bi hemû germahiya xwe, dostanî û rêhevaltiya xwe te hembêz dikim. Ez bawer im bêrîkirin ne sûc e. Lê ger bêrîkirin mejî û jiyanê felc bike, sûc e. Bêyî ku ez vî sûcî bikim, bêriya te dikim.

Balafir hatin. Ji bo şerkirin û mirinê rojeke xweş e. Can yeke ji bo vî welatî. Eger wê can fedayî vî gelê mazlûm û mirovahiyê were kirin, can ne tişteke ji bo me. Ez ji vê têkoşînê hez dikim. Ez ji vî şerê ku di navê de cih digirim hez dikim. An serkeftin an neman…

Îro tam salek temam dibe, ez ji Stenbolê derketime. Stenbol, behr-mehir, masî qet di xema min de nîne. Ez ne bêriya wî bajarî dikim, bêriya ew ên ku min li pişt xwe hiştine û bîranînên me dikim. Dema wan ez ji Topkapi oxir kirim tê bîra min… Min çend caran ev bêrîkirina xwe nivîsî. Bendewariya te ya ji min gelek bû, xemgîn im ku li gorî wê nebûm. Nebûm hêjayî hezkirina te. Ez neşandim pratîkê, ji ber ez amade me hatim dîtin. Diyar e ku hîn rêxistin min temam nabîne, ji ber vê ez ne şandim pratîkê.

Heval çûne malbata min dîtine, malbat ji ber tevlibûna min hinek hilweşiyaye. Ji hevalên ku çûne gel wan re gotine, ‘Me keçek xwe da we, êdî tiştek din ji me hêvî nekin.’ Helwesta malbata min neyînî jî be ne pirsgirêke, qet pirsgirêk nîne. Wê teqez partî wan qezenc bike. Ez bawer dikim wê malbata min biguhere û bibin welatparêz.

Li gel min pirtûkek û kaxez heye. Navê pirtûka ku dixwînim, ‘Zinarên Sor’ e. Ez niha cilda yekemîn dixwînim. Ez dixwazim pirtûk bixwînim û ji malbatê re name binivîsim. Lê beriya van bikim, min destûr xwest û çûm gel hevalên li ser tepe. Dema çûm min dît du heval li ser BKC li nava senger de rûniştine. Ji bo BKC nebiriqe kamûfjlaj avêtine ser. Ji min re gotin, berçavka xwe derxîne. Çeka min jî veşartin. Ez yekser keniyam û min jinişka ve pirsî: “Doçka kar kir?” gotin: “Erê”. Yanî ev tê wê wateyê ku em dikarin teqsiya xwe bikarbînin. Ez di hundirê xwede dibêjim berçavka min bibirriqe jî bila bibiriqe, jixwe em ê niha şer bikin.

Wisa xuya dikir Bêrîvan tirsiyaye. Min jê re got sê kes ji bo BKC zêde ye û nebaş e. Min ew şand sengera jêr. Min dê Xelat jî şandiba lê tenê mayîna min a wir dê li xweşiya Rêveberiyê neçûba. Min dixwest Xelat biparêzim lê nedibû ku pêşî li ezmûn girtina wê bigirim. Bila ew jî li gel min şer bike. Em niha li hember 6 balafiran şer dikin. Qada ku em lê bûn bombe nakin. Dema xwe nizm dikin em wan gulebaran dikin. Ji derveyî tepeyê me du tepeyên din ên BKC û Doçka hene. Wan jî lê dixistin. Şerkirin hesteke xweş û germ e. Min nêzî 90 gule avêtin. Xelat gelek baş bû. Dema min pirsî ‘tu ditirsî?’, got ku berê şerê gundîtî dîtiye, ji ber vê natirse. Ev bersiva wê li xweşiya min çû û ez keniyam. Me bi Xelat re demek xweş derbas kir. Bi rastî jî ez îro qet netirsiyam. Hem jî qet netirsiyam. Dema ket hedefê, lê bixe, ewqas…

Mizgîniyeke min heye, roja me bi balafiran re şer dikir, balafireke fransî hatiye xistin, balafirek jî gelek derbe xwariye. Ez bawer dikim para min jî di vî ya de heye. Ez gelek kêfxweş im û serbilind im. Û ez vê ya bi dengekî bilind diqîrim…” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar