Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Şanoya Mencelê du lîstîkên nû

Şanoya Mencelê bernameya xwe ya meha çileyê parve kir û ragihand ku dê di meha çileyê de bi navê ‘Zargotin Zêrgotin e’ û ‘Mirin û Keçik’ du lîstikên nû derkevin pêşberî şanohezan

Şanoya Mencel a Wanê, bernameya xwe ya meha çileyê ragihand. Li gorî bernameyê dê di 6’ê çileyê saet di 19:00’an de bi lîstika ‘Kozik’, di 12’ê çileyê saet di 19:00’an de bi atolyeya ‘Şanoya Jixweberî’, di 19’ê çileyê saet di 19:00’an de dê bi lîstika ‘Zargotin Zêrgotin e’ û dê di 26’ê çileyê jî saet di 19:00’an de bi lîstika ‘Mirin û Keçik’ derkeve pêşberî şanohezan.

Der barê bernameya meha çileyê de lîstikvana Şanoya Mencelê Perînaz Delazy agahî parve kir.

Delazy diyar kir ku dê lîstika komediyî ‘Zargotin Zêrgotin e’ ku lêanîna wê Çetoyê Zêdo kiriye, dê bi derhêneriya Nazmî Karaman bê lîstin û wiha got: “Lîstik ji çar sahneyên biçûk pêk tê. Wê ji aliyê 4 jin û 2 lîstikvanên mêr ve bê lîstin. Lîstik bal dikişîne ser vebêjiya çîrokên ku berê pîr û dayikên me ji me re digotin. Dê promiyera wê jî di heman rojê de bê çêkirin. Di lîstikê de argumanên folklorîk zêde hatine bikaranîn û ji aliyê muzîkê ve jî dewlemend e.”

Lîstika ‘Mirin û Keçik’

Di berdewama axaftina xwe de Delazy destnîşan kirk u lîstika ‘Mirin û Keçik’ ku ji aliyê Ariel Dorfman ve hatiye nivîsandin, behsa welatekî piştî serdemeke dîktatoriyê ya dûr û dirêj gihaye rêveberiyeke demokratîk dike û di vê lîstikê de jina ku ji ber fikrên xwe yên polîtîk hatiye îşkencekirin û tecawizkirin wexta leqayî kesê îşkence lê kiriye tê di navbera tolstendin û nestendinê de diçe û tê. Delazy anî ziman ku dê ev lîstika trajîk-dram ji aliyê Şanoya Mencel ve bi kurdî bê pêşandan.

Ji bo zarokan atolyeya bûkokê

Her wiha Delazy da zanîn ku dê di navbera 20-25’ê çileyê de bi navê ‘Li ser navê bûkokên jixweberî’ ji bo zarokan atolyeya şanoya jixweberî û bûkokê li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji bo zarokên ku heta niha beşdarî çalakiyên çandî û hunerî nebûne 5 rojan atolyeya şanoya jixweberî û çêkirina bûkokan li dar bixin. Dê di roja dawî de zarok bi bûkokên xwe yên çêkirina lîstikekê bilîzin. Em ê vê çalakiyê bi piştgiriya Çanda Anatolyayê li dar bixin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar