Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ji Şaredariya Qersê ji bo jinan qada îstîhdamê

6 jinên kedkarên malê ku bi markaya ‘KarSbel’ ê hingiv, to, penir û dimsê hilberînin, ev hilberînin xwe li salona taştê ku ji aliyê Şaredariya Qersê ve hatiye vekirin, pêşkêşî welatiyan dikin. Têkildarî mijarê hevşaradara Qersê Şevîn Alaca anî ziman ku dê xebatên xwe yên îstîhdamkirina jinan bidomînin

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de HDP li Qersê cara yekemîn bi ser ket. Şaredariya Qersê ji aliyek xebatên xwe didomîne û ji aliyek din ve jî ji bo jinan projeyên nû dixe meriyetê. Şaredariya ku bi pergala hevserokatiyê tê meşandin, girîngiyê dide projeyên der barê jinan de. Yek ji van projeyan ev e ku berhemên bi markaya ‘KarSbel’ yên wekê hingiv, penîrê kaşar, çeçîl û dimsê bi keda jinê pêşkêşî bazarê tê kirin.

Li Parka Îsmaîl Aytemîz ya Qersê, 6 jin li KarSbel hem berhemên xwe difroşin hem jî wek salona taştê xizmetê didin gel. Li salonê vexwarinên germ, cemidî bi keda jinê tên amadekirin û her wiha li salonê ji bo dayikan odeya şîrdayîna ji bo zarokan jî heye û ji bo astengdaran jî lavabo heye.

Hevşaredar Şevîn Alaca destnîşan kir ku ji roja hatine peywirê ji bo jinan xebatan dimeşînin û wiha got: “Em ê bi taybet ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin. Me xwest tenê jin cih bigirin. Ev hejmar niha 6 e, em ê di demên pêş de vê zêde bikin. Ji bo jin aboriya xwe pêk bînin em ê van xebatan bidomînin.”

Di axaftina xwe de Alaca anî ziman ku dê li Parka Îsmaîl Aytemîrê ji bo firotina berhemên keda destê jinan standan vebikin û di heman demê de jî wê li dijî şîdeta li ser jinê, li dijî tacîz û tecawizê bernameyan pêk bînin.

Her wiha Çîgdem Yagmur Bedel ku li salonê dixebite, diyar kir ku ji ber xebatkarên salonê tenê jin in, jinên ji derve tên jî xwe rehet hîs dikin. QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar