Navenda Nûçeyan |
Li gorî rapora Botanical Garden Conservation International (BGCI) ku li ser 58 hezar û 497 cureyên daran ên li cîhanê lêkolîn hatiye kirin, 17 hezar û 500 cûreyên daran li ber tunebûnê ne. Di raporê de her wiha hat ragihandin ku ji sedî 7 jî dibe ku ‘di bin metirsiyê’ de bin.
Li gorî raporê metirsiya tunebûnê herî zêde li ser darên manolya, berû, spîndar û abanozan heye.
Bi giştî 142 cûreyên daran ji holê rabûn, metirsiya tunebûnê li ser 440 cûreyî heye.
Di raporê de birîna daran û bêdaristanhiştin weke metirsiya herî mezin tê pênasekirin.
Brezîlya ku navenda beşeke mezin a daristanên baranê yên Amazonê ye, ew welat e ku ji ber çandiniya zêde gef li 8 hezar û 847 cûreyên daran tê xwarin û metirsî li ser hezar û 788 cûreyên daran heye. Li herêmên tropîkal ên Afrîkayê li Madagaskar û Maûrîtîûsê jî zêdeyî ji sedî 57’an metirsiya tunebûnê li ser cûreyên daran heye.
Rayedar dibêjin ku divê ew hîn bibin ku hurmetê nîşanî daran bidin.”