Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî ku tûra hilbijartinê ji Qersê dest pê kir û li bajarên Erdexan, Îdir, Agirî, Bedlîs, Bîngol û Xarbêtê bi gel re hat cem hev, diyar kir ku şensa wan a li Çewlîk, Qers û Mûşê bi ser bikevin zêdetir e û wiha got: “Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ku berê dengê xwe didan AKP’ê ji AKP’ê qut bûne.”

HDP’Ê ji bo xebatên hilbijartina 31’ê Adarê ji 2 milan dest bi hevdîtinên gel kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, ji milê Botanê dest pê kir û li Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Sêrt, Colemêrg û Wanê bi gel re hat cem hev. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellîe jî ji milê Serheda Jorîn dest bi xebatan kir û li Qers, Erdexan, Îdîr, Agirî, Bedlîs, Çewlîk û Xerpêtê bi gel re hat cem hev. Temellî, li her navçe û bajaran ji aliyê hezaran kesan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Tevî hemû astengiyên polîsan dîsa girsê li her navçe û bajaran eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê da. Gel li her derê got “Ya me ye” û li partiyê xwedî derketin.

Sezaî Temellî têkildarî hilbijartinan ji Ajansa Mezopotmayayê (MA) re axivî û anî ziman ku ji destpêka xebatên hilbijartinê ve li her derê rastî eleqeyek pir bi coş û germ hat û wiha got: “Berî her tiştî xebatên hilbijartinê em û gel bi hevre dimeşînin. Bendewariya gel jî xebata hevpar e. Di vê xebatê de berî her tiştî em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê grevên birçîbûnê jî bi dawî bibe. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bidin. Mijara din em dixwazin politîkayên Tirkiye yên şer bi dawî bibe. Em dixwazin hişmendiya qeyûm û yek perest bi dawî bibe. Em hişmendiya faşizmê naxwazin û dixwazin Tirkiye ji faşîzmê rizgar bikin. Em aştî û demokrasiyê dixwazin. Em xebatên xwe yên hilbijartinê li gorî vê stratejiyê dimeşînin. Gel jî hem li bajarê xwe û hem li welat û pêşeroja xwe xwedî derdikevin. Gel aştî û demokrasiyê dixwaze. Gel tecrîdê û şer naxwaze. Hêrsa gel a li dijî şer, tecrîd û bê edaletiyê pir zêde ye.

Temellî da zanîn ku tevî hemû astengiyên esker û polîsan gel dadikeve qadan û “Divê îktîdar pêkanîna 17 salan ên tundî, zext û zilmê yên li ser gel meşandine li ber çavan derbas bike û binirxîne. Divê dewlet jî vê yekê analîz bike û tahlîl bike. Divê şaşî û rastiyê ji nava hev derxe û li gorî wê gavan bavêje. Lê li Tirkiye dewlet wisa nake. 17 salin di heman hişmendiya berê ya tundî, zilm û şer de israr dike. Hêj dixwaze gel ji HDP û sindoqê dûr bixe û bi xwe ve girê bide. Bi taybetî dixwaze vîna gel tune bike. Niha qeyûm tayînî 96 şaredariyên me kirine. Ev hişmendî ne tenê li ser 96 şaredarî û navendan, li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin û li dijî vê hişmendê li her derê Tirkiye bertek û nerazîbûn hene. Gelê Tirkiye piştî 17 salan li dijî vê hişmendiyê îsyan dike. Êdî kêr gihiştiye hestî. Xizanî û betalî derketiye asta herî jor. Gel bêzar bûye. Zextên li ser medya zêde kirine. Mafê kêmaran inkar dike. Her dek di ferqa vê yekê de ye. Em tenê vê yekê nabêjin. Kurdên ku heta niha dengê xwe dabû AKP’ê jî vê yekê dibêje. Yên ku heta niha dengê xwe dane HDP’ê ji xwe girseyek zane û bi biryar e.”

Temellî, anî ziman ku polîtikayên AKP’ê yên qeyûman ne hiqûqî ne û di van polîtîkayên qeyûman de encam bi dest nexist. Temellî, da zanîn ku OHAL rê li pêş siyasetê digire û wiha berdewam kir: “Hûn bi îlana OHAL’ê siyasetê tasfiye dikin. We bi vê yekê xwe di nava siyaseta demokratîk de bi cih nekiriye. Divê ji encama hilbijartinê razî bin. Yên bi hilbijartinê hatin divê bi hilbijartinê biçin.”

Temellî polîtîkaya Tayyîp Erdogan a yek yekê jî nirxand û da zanîn ku ji ber li her derê dibêje yek yek yek, niha bi tenê (yek) maye. Temelli gotina Erdogan a “Min ji hilbijêrên HDP’ê re negot terorîst” jî şirove kir û wiha axivî: “Niha dibêje ‘Min ev got’, ‘Min ev negot’ ‘Ez enayî me’….’ Tu serokomarê welatekî ye. Ger ku tu HDP’ê bike dijmin, tu Rêveberên HDP’ê bike dijmin û bike hedef û bi vê stratejiyê kampanya hilbijartinê bimeşîne nabe. Me ev yek di 24’ê Hezîranê de jî dît ku nikare hilbijêrên xwe yên belav bune kom bike. Erdogan bi 71 kesan partî ava kir, lê niha bi polîtîkaya yekê tenê 3 kes mane. 2 kesên li dora wî jî dê piştî hilbijartinê biçin. Niha dixwaze kurdan ji vî welatî biqewirine. Çima? Ji ber ku kurd bi salan e demokrasî û aştiyê dixwazin. Em wekî HDP’ê siyaseta demokratîk a radîkal diparêzin. Em li formulên ku çawa em bi hevre bijîn digerin. Lê ew radibe ji 20 milyon kurd re dibêje ‘Bicehime biçe’ Tenê ji HDP’ê re negot terorîst. Ji her kesî re got terorîst.”

Dijminatiya kurdan dike

Temelî destnîşan kir ku rêbaza herî hêsan cudakariye û Erdogan serî li rêbaza cudakariyê dike û perçe dike û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê Erdogan Kurdan dike dijmin û bi çavê dijmin li Kurdan dinere. Wekî serkomar, wekî Serokê AKP’ê tev digere. Ev ziman li Tirkiye nijadperestiyê pêş dixe. Hêj salek berê got ‘Terorîsten ku 15 zarokan tîne dinê’ Ev ne aqilê mirovan e. Yên zu zêdeyî 3 zarokên wan hebe, vê gotinê raste rast li ser xwe digirin. Ev civakê vê yekê qebûl nake. Kurd li her derê Tirkiye dijîn. Laz li Wan, Qers, Îdir û Qeredenîzê hene. Li Îdirê azerî û terekeme hene. Kurd li Deriya Reş, Marmara, Ege û Derya Spî hene. Ne tenê kurd, hemû beşên civakê li dijî cudakariyê ne.”

Temellî herî dawî,  bal kişand ser anketên li ser hilbijêir û rejeyên partiyan û wiha bi dawî kir: “Dema em li tabloyê dinerin, AKP her diçe dengaw winda dike. Di 24’ê Hezîranê de deng winda kirin û windakirina dengan berdewam dike. Ji sedî 5-7 deng winda kiriye. Di partiyên din de zêde guhertin tune. Bi taybetî partiyên din li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê dengê xwe bilind kirine. Mijara herî girîng jî kurdên ku berê dengê xwe didan AKP’ê rêjeyek mezin vegeriya ye. Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ku berê dengê xwe didan AKP’ê êdi dengê xwe nadin AKP’ê. Di vê hilbijartinê de li Çewlîk, Mûş û Qersê şensa meya em bi ser bikevin zêdetir e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar