Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Sêmalkayê heta Kobanê planeke!

Îsal ENKS û PDK’ê siyaseta xwe li ser Ciwanên Şoreşger ên Rojava meşandin. Lê çawa? Em destpêkê qala ENKS’ê bikin. Destpêka salê, çaxa xerabî di ofîsên ENKS’ê de çêdibûn, bêyî belge yekser û di kêliya pêşî de Ciwanên Şoreşger tawanbar dikir. Her tiştek li dijî wan çêdibû, tevger ciwanan weke armanc nîşan dida. Li kêleka wan gunehbariyan, li derveyî welat, li dijî ciwanan, xwepêşandan pêk anîn. Wekî din li gerên xwe yên li nava welatan û bi taybet Amerîkayê, rêveberên Encumen Niştîmanî dixwestin Ciwanên Şoreşger têxin ‘Lîsteya terorê’. Di heman wextê de ragihandina xwe li dijî ciwanan xistina seferberiyê û li ser ciwanan rapor û dosyayên reşkirinê amade kirin. Bi gotineke din, li cem şerê li dijî ciwanan stratejiya sala 2021’an bû.

Di dawiya salê de, PDK’ê jî destek da vê plana ENKS’ê. Destwerdana PDK’ê jî li Deriyê Sêmalkayê dest pê kir. Li wê derê malbatên şehîdan bi pêşengtiya dayikan dest bi çalakiyekê kir. Wan malbatan daxwaza cenazayên zarokên xwe yên şehîd kirin. Ew jî li ser PDK’ê şehîd bibûn. 2 mehan li wir man, rayerdarên başûrê Kurdistanê qala mijarê jî nekirin. Di nîvê kanûnê de, Ciwanên Şoreşger berê xwe da Sêmalkayê da ku desteka wan malbatan bikin. Lê dema berê xwe dan başûrê Kurdistanê û xwestin daxwaza cenazeyan bikin, hêzên sînor ên girêdayî PDK’ê bi keviran û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir û 15 ciwan birîndar kirin. Piştî wê yekser û bi bihaneya ku Ciwanên Şoreşger êrîşî wan kiriye, dergehên sînorî yên Sêmalka û Welîdê bi biryareke yekalî girtin. Wê çaxê jî careke din propgandeyeke reş li dijî ciwanan dest pê kir û weke armanc hatin nîşandan.

Dewleta tirk a dagirker jî desteka wan kir û plana wan temam kir. 25’ê kanûnê bi dronekê kombûneke Ciwanên Şoreşger li Kobanê bombe kir û 5 ciwan şehîd xistin û 4 jî birîndar in. Di vî warî de, plana li dijî ciwanan û girêdana wan bi hev ve, baş ji raya giştî ya kurdî re hat fêmkirin. Yek reş dike û yê din lê dide û dikuje û weke êrîşeke rewa jî dibînin. Helbet diyarkirina armancê û dayîna agahiyan li ser wê kombûnê bi rêya wan hêzên navborî pêk hatiye, ji ber ku Ciwanên Şoreşger derdê wan bûn.

Di rewşa heyî de, planeke din li dijî rojavayê Kurdistanê tê meşandin û vê carê bi awayekî hişk tê dorpêçkirin. Di heman demê de nîşandayîna ciwanan jî weke armanc, ji bo derxistina tevliheviyê di navbera gelê herêmê û Rêveberiya Xweser de ye. Wekî din fişarê dikin da ku gelê herêmê jî li hemberî ciwanan rabe û şerê wan bike. Lê berovajî, bi hezaran ji xelkê herêma Firatê, her pênc ciwanên şehîd bi sloganên tolhildanê oxir kirin.

Nûçeyên Têkildar