Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online

Navenda Nûçeyan |

Sendîkayên ku li Îngîlistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya ‘Freedom for Öcalan (Ji Ocalan re azadî)’  dimeşînin, dê sibê ji bo Ocalan mitîngeke online lidar bixin. Rêveberên kampanyayê, hefteya borî daxuyaniyeke wiha dabûn: “Sînordarkirinên ku ji ber vîrusa koronayê hatibûn ferzkirin, tên sistkirin û hejmareke zêde karkerên ewropî ji tecrîdê dertên. Li her çar aliyên dinyayê karker dîsa ji azadiya xwe sûd werdigirin. Kampanya Freedom for Öcalan a sendikal a brîtanyayî, bi armanca bangên xwe yên azadiya Ocalan nû bike, di 16’ê tîrmehê de mitîngeke online li dar dixe. Dem hat!”

Dê mitîng ji aliyê hevserokên kampanyayê Sekreterê Berê yê Giştî yê Yekitiya Mamosteyên Neteweyî (NÛT) ChrÎstÎne Blower û Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya Ûntîteyê Sîmon Dûbbîns ve bê organîzekirin.

Li her derê cîhanê tevlibûn çêbibe

Di mitîngê de dê parlamenterê Partiya Karkeran Lloyd Rûssell-Moyle û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya TSSA’ê Manûel Cortes axaftin bikin. Herdu jî piştgirên kampanyayê û parastvanên gelê kurd in. Her wiha Lloyd, di nav heyeta siyasetmedarên îngîlistanî ku sala borî çûbûn Rojava de jî cih girtibû. Manûel Cortes jî sala borî tev li delegasyona aştiyê ya Îmraliyê bûbû.

Li gelek cihên dinyayê sendîkavan û siyasetmedarên kurd û îngîlîz tev li mitîngê bibin.

Kampanya bi milyonan tê birêvebirin

Kampanyaya ‘Freedom for Öcalan’ (Ji Ocalan re azadî), di sala 2016’an de ji aliyê Sendîkaya Unite the Union ku milyon û nîv endamê wê hene û Sendîkaya Genel Îşê (GMB) ku 800 hezar endamê wê hene ve li Kamara Avamê hatibû destpêkirin. Kampanya ji aliyê sendîkayên bi navê UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ku bi milyonan endamê wan hene ve tê birêvebirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar