Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji serkeftinê heya xiyanetê; Serhildana Koçgirî -1-

Xema di awazên bilûra wî şivanê ciwan de hestên nava dilan dikelandin. Li pey lêxistina mewaleke tije xemgînî li min nihêrî û wiha got: “Li ser vê axê çi jiyan hebû. Hema ji vira bû ku Misto û tirkên ciwan bi xapandikariyên xwe rûçikê xwe yê sextekarane nîşanî kurdan dan. Çîroka vê axa tije xêr û bereket carna bi navê qehreman û carna jî bi navê xayînên bextreş gelek bîranên xweş û nexweş bi bîra me tîne…“

Wek pêşiya gotine: “Hezar û yek xem û xeyal” di vê gotinê de bûn. Ji pîr û kalên berê bihîstibû ka li pey şerê cihanî yê yekê herêma jiyana wan rastî çi reşerojên nejbîrkirî hatibû. Ji ber wê jî nefesa wî ya germ dikete cendekê bilûrê û bi newayên tije xem hêsirên pîr û kalan jî dianîn xwarê.

Vê êşa veşartî ez jî han dam ku li ser serhildana Koçgirî binivîsim.

Serhildana Koçgirî çîrokeke rastîn a sedsala derbasbûyî ku hê jî bi başî nehatiye bihîstin an jî kurdên parên din yên Kurdistanê baş nenas in.

Zordariyên ku anîne serê wan di stranên wan de diyar in. Li her derê zilm hebû ye zimanê stranên me jî ketiye gerê. Dîroka me a devkî bi saya wan stranên dîrokî dewlemend û nejbîrkiriye. Li herêma Koçgirî, jinên kurd bi hev re distrên û nalînên wan bi awayê hevgirtî behsa derdên giran dikin. Serbihûriyên ku nikarin bêhêsir û axînên kûr bigihên dawiyê.

Li pey 1914 heya 1918’ê

Li pey şerê cihanê yê yekemîn (1914-1918) an jî şerê mezin herkesî dizanî ku êdî dawî bi şer hatiye, lê li Kurdistanê şerên germ ji bo mayîn û hebûnê dest pêkiribûn. Di wan salan de Simkoyê Şikak wiha gotibû: “Dema me baş şerê xwe nekir, hingî şikest mafê me ye. Şer li Kurdistanê pêwîstiyeke mayîn û hebûnê bû, destê hev bigirin û neyên xapandin. Êdî derfetên wiha dubare nabin…”(1)

Stratejiya partî, komele, sazî, xanedan û siyasetmedarên kurd ew bû ku bi hilweşîna Imperatoriya Osmanî û mercên nû yên ku siyaseta cihanî daneafirandin, êdî dem hatiye ku ew jî bibine xwedî dewleteke serbixwe. Heya hingî li dijî Osmanî, Sefewî û Qacariyan serhildanên jêr li Kurdistanê pêk hatibûn:

– Serhildana Evdal Xanê Bedlîsî li sala 1574’an li dijî sultanê Osmanî Muradê yekemîn.

– Serhildana Emîrxanê Lepzêrîn (Kela Dim-Dim) li dijî Şah Ebbasê Sefewî, sala 1609’an li Urmiyê

– Serhildana êlên Cîhanbegî li dijî Osmaniyan li Meletiyê, sala 1765’an.

– Serhildana êlên Reşkotan û Xerzan di navbera Sêrt û Amedê de li dijî desthilata Osmaniyan. Bizav bi serokatiya Ferho Axa û Qasimê Xerzî li sala 1789’an çêbû.

– Serhildana êlên Zerkan û Tîrkan li Amedê, sala 1794’an.

– Serhildana Ebdulrehman Baban li Silêmaniyê li dijî Osmaniyan di sala 1806’an de.

– Serhildana Ehmed Paşayê Baban li Silêmaniyê di sala 1811’an de ku ew jî li dijî hebûna hukimê îdarî yê Osmaniyan bû.

– Serhildana Sêwazê li dijî dewleta Osmanî, li sala 1819’an.

– Serhildana Mîr Mihemed Paşayê Rewanduzî li herêma Soran a başûrê Kurdistanê, li sala 1834’an.

– Serhildana Kurdên Êzidî li Şengalê di sala 1843’an de ku li dijî gef û sivkatiyên misilmanên wê serdemê bû û rayedarên Osmanî neçar kirin ku li pey rakirina fermanê dîsa jî rêzê li dîn û çanda wan ya kevnar bigirin.

– Serhildana Mîr Bedirxan Begê Botanê li herêma Botan, di sala 1846’an de ku daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikir. Ew mîrê dawiyê yê mîrnişîniya Botanê bû ku paytexta wî bajarê Cizîrê bû. Xirabeyên Kelha Cizîrê a mîrên Botanê û Birca Belek hê jî mane.

– Serhildana Êzdîn an jî Yezdan Şêrê li Botan û Hekariyê li sala 1853’an.

– Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî li Hekarî û Urmiyê an jî li dijî her du imperatorên Osmanî û Qacarî li salên 1799-1800’an. Bi wê serhildanê re her du desthilat pêhesiyan ku divê li dijî kurdan xwedî stratejiyeke hevpar bin. Ew stratejî heya roja îro jî berdewam e.

– Serhildana Husênxanê Bedirxanî li Botanê di sala 1879’an de ku ew jî li dijî Osmaniyan bû.

– Serhildana eşîreta Celaliyan li Agirî li sala 1905’an ku êdî bêhêzbûna dewletên Îran û Tirkiyeyê dest pêkiribû. Celalî bi hemû tîre û qebîleyên xwe ve li bakur û rojhilat bibûne yek hêz û daxwazên mafên neteweyî dikirin.

– Serhildana êlên kurdên Mûsilê li sala 1907’an ku gihîşte Mûş û Erziromê jî. Hingî li Mûsilê nifûsa kurdan ji sedî 45 bû.

– Serhildana Şêx Ebdilselamê Barzanî li Mûsil, Behdînan û Barzan li sala 1912’an. Şêx Ebdilselam, Ceweraxayê Şikak û Ebdilrezaq Bedirxan ji bo standina hevkariyê ji Rûsan çûbûn Gurcistanê û li Tiflîsê hinek berpirsên Rûsya Tezarî dîtibûn. Piştî vegerê bi rêya xiyanetê li gundê Gengeçîn yê girêdayî Urmiyê tê girtin. Osmanî wî dibene Mûsilê û di sala 14.12.1914an de li wira hate bidarvekirin.

…..

Vane ew serhildan bûn ku beriya sala 1920’an li Kurdistanê qewimîbûn, lê piştre ku Kurdistan bi peymana Sykes-Picot bû çar perçe êdî li Urmiye, Barzan, Amed, Agirî, Îlam, Silêmanî, Xorasan û gelek bajar û herêmên din yên Kurdistanê şer û xebat di kirasê serhildanên siyasî de dest pê kirin.

Serhildana Koçgiriyê yek ji wana ye ku di rêza yekê de cih digire. Ji yekê adara sala 1920’an bi qasî 6 mehan germahiya wê serhildanê li her derê belav bibû.

Nasnameya herêma Koçgirî

Herêma Koçgîrî ku bi navê eşîreta herî pirhejmar a şêniya xwe tê naskirin sînorê Kurdistan û Anadolê ji hev cuda dike. Herêm ji bakûr rojavayê bajarê Dêrsimê dest pê dike û navenda wê bajarê Zara ye ku niha li gor pergala dewleta Tirkiyeyê di nava sinorê wilayeta Sêwas de cih digire. Zara dikeve bakurê rojhilatê bajarê Sêwasê û rûniştivanên wê kurd in. Ji çar nahiye, du bajarok û 104 gundan pêk tê. Li gor serjimêriya sala 2012’an nifûsa herêm bi giştî 23.084 kes û ku li bajar 11.945 kes dijîn. Herêma Koçgirî ji wir heya Sêwas, Çiyayê Tecer û Çemê Sor fireh dibe. Herêmek çiyayî, xwedî sirûştek dewlemend û piranî kurmancniş in ku di nava bajarên: Sêwas, Erzingan, Dêrsim û Meletiyê de weke nigîna elmasê gustîleke giranbûha delaliya xwe dide xûyanîkirin. Dirêjiya axa Koçgirîyê biqasî 300 û firehiya wê jî nêzî 100 kîlometre ye.

Herêm di demsala zivistanê de pir sar e. Di salên berê de carna piley sermê 30 dereceyan diket bin sifrê.

Li pey têkşikandina serhidana Koçgirî êdî siyaseta bişaftinê jî bi rêbazên şovenîstî ket gereke dijwar. Dûrxistina kurdan ji herêmê û gûherandina demografiyê armanca wan ya yekê bû.

Şer li dijî Koçgirîyê şerekî hemû alî û giran bû. Daxwazên ku ji wan dihatin kirin wiha bûn: “Eslê xwe înkar bikin – êdî xwe wekî kurmanc, kurd pênase nekin, nebin şopdarê Ehlî Beyt û 12 îmaman.”…

Ji vê jî zêdetir bi dirûşmên weke: “Yek ziman, yek ol, yek welat û yek nijad” dest bi şewitandin û tunekirina hemû mîrasên menewî ên kurdan jî kirin.

Jenosîd an jî komkujî û tevkujî xwedî nasnavekî pir kirête ku navekî xweş ji kesî re nekiriye malê dîrokê, lê lîstika bi qedera milet û jiyana wan bûye sedema tunekirina milyonan kesên cihû, ermen, kurd û hwd. Tu kes naxwaze sirûşta ku li ser jiyaye biterikîne û jê dûr bikeve. Çîroka venegotî ya serhildana Koçgirî tije bihîstina peyv, dersên dîrokî û xeberên nexweş e.

Tirkên Ciwan, Itîhhat û Terakkî

Rayedarên Osmanî di salên dawiya temenê xwe de ji hêla ‘Tirkên Ciwan’ ve dihate birêvebirin. Laşê imperatoriya fasid ketibû ber bayê hilweşînê. Komeke nijadperestên ku neteweperestî ji xwe re kiribûn armanca yekê di bin banê rêxitinekê a bi navê “Itîhhat û Terakki” ve xebat dikirin. Padîşah, mîr, siltan an jî xelîfê koşkên bajarê Stenbolê bêdeng, bêçare an jî baştir e bêjim bi gefên Tirkên Ciwan rehînên wê rêxistina tundrew bûn.

Êdî dewleta Osmanî di dema salên şerê cihanê yê yekemîn de ji aliyê hêza siyasî-leşkerî ya Îtîhhat û Terakkî ve dihat birêvebirin û wek hevalbendê dewleta Almanya ketibû qada şerê ku rûberekî berfireh yê cihanê girtibû ber xwe. Ji dawiya sala 1913’an û şûnde û bi taybetî jî hema di destpêka şer de birêverên wê rêxistina nîjadperest di nav sînorên împeratoriyê de fermana qirkirina hemwelatiyên Xirîstiyan dan û xelîfe neçar kirin ku fetwa komkujiya wan berê li Stenbolê û piştre jî li bajarên weke Wan, Dêrsim û Xarpêtê belav bike. Di serkêşiya wê rêxistinê de kesên weke Enwer, Talat û Cemal Paşa hebûn. Piştre Mistefa Kemal jî bû hevakarê wan. Wan cara pêşîn rewşenbîr, siyasetmedar û lîderên xwedî bandor teror an jî îdam kirin. Di nava sinorên hemû imperatoriyê de ji 1914 heya 1918 bi milyonanan ermen, asûrî, kurdên êzidî, rûm, suryanî, kildanî û bûlxar bi fermana wan hatibûn kuştin. Ev di demekê de bû ku sê sal piştî destpêka şerê cîhanê artêşa Osmanî tevî hevalbendên xwe li hemû eniyên rastî şikestê hatibûn. Tirkên Ciwan dizanîn ku êdî temenê bav-kalên wan ên Osmanî gehaye dawiyê.

Hêzên hevalnend: Brîtanya, Rûsya, Fransa, Welatên Yekbûyî ên Amerîka û Îtalya û hêzên navend: Împeratoriya Almanya, Avusturya-Macaristan, Împeratoriya Osmanî û Bulgaristanê bûn.

Li jêr zextên giran ên hêzên hevalbend dewleta Osmanî roja 30’ê cotmeha sala 1918’an neçar ma ku teslîm bibe û Peymana agirbestê a bi navê Mondrosê îmze bike. Bi vê pêngavê re êdî rewşa siyasî-leşkerî li herêmê derbasî pêvajoyeke nû bû.

Siyaseta nû li Kurdistanê

Di dema şerê cihanî de kurdên piraniya herêmên Kurdistanê û Koçgirî jî tê de destê hevkariyê nedane Tirkên Ciwan ku dest bi kuştina ermenî û komên din yên etnîkî-olî kiribûn. Tirk tim li pey vê siyasetê dimeşîn ku wiha bû: “Cuda û parçe bike û rêve bibe”…

Wan wiha karîn hinek eşîretên kurdan ji herêmê dûr bixin. Li dijî vê siyaseta bişaftinê Dr. Nurî Dêrsimî, Elîşan û hinek gire-girên herêmê hatin ba hev. Wan zû ji dirûşmên birêveberên Itihhat û Terakkî ve dizanîn ku kurd jî di rêza tevkujiyên wan de ne. Civîn bi armancên girîng û dîrokî hat dawiyê.

Çanda kurdan li ser çend rukinên bingehîn dikir ku di vê rewşa kirîtîk de jiyana xwe biparêzin. Zengila xeterê gehabû guhê rewşenbîrên kurd ku mixabin hingî gelekî kêm bûn. Li Koçgîrî li herêma Sîwasê eşîra sereke Koçgîrî ye. Ew li Sêwas û Erzinganê; li navçeyên weke: Refahiye, Zara, Hafik, Kangal, Îmranli, Kemah, Kuruçay, Suşehrî û Dîvrîgî hene. Her wiha li Meletiyê, Hekimhan, Delîktaş û Mamaşê jî dijîn. Li herêma bakûr rojavayê Dêrsimê jî li Nazimiyê û li herêma Qeyseriyê, li Goksun, Sariz, Tufanbeylî, Develî û li derûdorên din bi cih bûne. Bi qasî 340 gundên wan hene û ji 12 qebîleyan pêk tê. Serekê eşîrê ji qebîla Îboyan e ku di dîrokê de navê wan di gelek jêderan de hatiye. Eşîra Koçgîrî bi ola xwe elewî ne û bi zaraveyê kurmancî diaxivin. Li gor nemir Dr. Nûrî Dêrsimî di salên 1919-20’an de Eşîra Koçgîrî ji 30 hezar malbatan pêk dihat ku piştî salên 1923-30 û 1960’an li gelek deverên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê belav bûne û kesên weke nivîskar Haydar Işik hejmara şêniya wan zêdetirî 3 milyon kes dide diyarkirin.

Mozayîka eşîretên herêmê zêde û rengîn e ku navên jêr jî digire berxwe: Canbegan, Çarekan, Kurdeşan, Giniyan û Şadyan ku hinek bi zarava Kirdikî jî xeber didin û bi mezhebê xwe jî him sunî û hem jî hinek elewî ne.

Yasayên jiyana van eşîretan li ser esasê aştî û biratiyê hatine dariştin ku pîrên elewî di Cemxaneyan de weke ders ji gel re dibêjin û ji berê de çandeke insanî, xwedî biha û qîmete.

Di para duyemîn a vê nivîsê de mijar yê li ser sedemên serhildan û babetên din be.

 

(1). Serhildana Simkoyê Şikak û bîranên Hilmî Begê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar