Di para yekemîn a vê nivîsê de min navê hinek serhildanên beriya sala 1916’an li Kurdistanê dabûn diyar kirin. Li vir navê serhildanên siyasî û girîng ên piştî çarparkirina Kurdistanê tên ku êdî bi awayekî fêrmî axa welatê me bi hevkariya zilhêzên derekî ket nava sinorên dewletên nûavabûyî ên weke Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê. Di vê plana bi navê peymana Sykes –Picot ku li pey sala 1917’an bi rêya Bolşevîkan bendên wê aşkera bûn, dewletên mêtinger ên dema xwe bêpirskirina ji rêxistin an jî siyasetmedarên kurd li gor daxwaz û berjewendiyên xwe sinorên destçêkirî ava û axa Kurdistanê parçe-parçe kirin.
Serhildanên piştî sala 1916’an anku sedsala 20´an li Kurdistanê dibine du beş ku wiha ne:
A.Ji 1916’an heya 1921 ku Osmanî û Qacarî li ser kar bûn:
– Serhildana Dêrsim ya yekemîn li adara sala 1916’an
– Serhildana Eliyê Batê li sala 1919’an
– Serhildana Şêx Mehmudê Berzencî li sala 1919’an li Silêmaniyê
– Serhildana Qedemxêra Lek li sala 1919-1920 (Li Îlam û Loristanê)
– Serhildana Simkoyê Şikak a yekemîn ji 1919 heya 1922’an li Urmiyê. Beriya wê li sala 1905’an Cewer Axayê Şikak li bajarê Tebrîzê bi destê Nizam- El-Seltene di dema hevdîtinên siyasî de hatibû terorkirin. Agirê serhildanê ji wê salê û şûnde sal bi sal germtir û berfirehtir bibû heya di 1919’an de êdî Simko kanî nîva axa rojhilatê Kurdistanê ji destê dewleta navendî a Îranê rizgar bike.
– Serhildana duyê a Simkoyê Şikak li sala 1926’an ku tenê çend mehan berdewam bû.
– Ji 6 adara sala1920’an an jî bi gotineke din 1921’an Serhildana Koçgiriyê ku bi qasî 6 mehan berdewam bûye û hinek jêder jî destpêka amadekariyên wê serhildanê bo sala 1918’an vedigerînin. Ev mijar yê di dirêjahiya vê nivîsê de bi berfirehî bê îzahkirin.
- Ji sala 1923’ê heya 1938’an bi çêbûna Komara Tirkiyeyê li ser bîngehê mîrasê Împaratoriya Osmanî serhildanên jêr li Kurdistanê bêrawestan berdewam bûn:
– Serhildan û berxwedana Elkê (Beytuşebab) li sala 1924’an
– Serhildana Şêx Seîdê Pîran li sala 1925’an
– Li pey îdama Şêx Seîd, Şêx Ebdulqadirê Şemzînî (Gîlanî) û rêberên din yên kurd Serhildana Nehriyê bi serokatiya Şêx Ebdulah Efendî li sala 1925’an. Serhildan bi hevkariya Îran û Ingilîzan zû hate tefandin. Şêx Ebdulah Efendiyê kurê Şêx Ebdulqadir neçar berê reviya başûr û piştre çû rojhilat û li Urmiyê vehesî.
– Serhildana Raman û Reşkotan li sala 1925’an.
– Serhildana Hezro li Bedlîsê li sala 1926’an
– Serhildana Agirî ya yekemîn di bin serkêşiya Heskê Îbrahîm Axa û Zîlan Beg
– Serhildana Dêrsimê ya duyemîn ku bi pêşengiya eşîreta Qozû an jî Qoçan li sala 1926’an çêbû, lê zêde berdewam nebû.
– Serhildana Motkiyê li sala 1927’an
– Serhildana Agirî ya duyemîn li sala 1927’an ku êdî rêxistina Xweybûn ketibû dewrê û ji xeynî Heskê Îbrahîm Axa, general Ihsan Nûrîpaşa jî ji Beytuşebabê xwe gihandibû herêma Agiriyê.
– Serhildana Sason-Perwarî û Kozluk li sala 1928’an.
– Serhildan û tevkujiya geliyê Zîlanê li wilayeta Wanê li sala 1929’an ku hêzên dewleta dagîrker a Tirkiyeyê hemû cûreyên hovîtiyên xwe li dijî kurdan dane aşkerakirin.
– Serhildana Asî Resûl li sala 1929
– Serhildana Tendûrekê li sala 1929’ê
– Serhildana Seyîdan û Berazan li sala 1930’an
– Serhildana Stewrê li sala 1930’an.
– Serhildana Oremar li du aliyên sinorê bakur û başûrê Kurdistanê li 21.06. 1930’an. Kurdên du aliyên sînor hem serkêş û hem jî şervanên wê şoreşa demkurt bûn.
– Serhildana Agiriyê ya sêyemîn di bin pêşengiya general Ihsan Nûrîpaşa, Heskê Îbrahîm Axa û çend kesên din ku bi hevkariya hêzên leşkerî êb Îran û Tirkiyeyê bidawî bû. Sovyetê jî bi girtina sînorên xwe piştgîrî dane du dewletên navbirî.
– Serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî ya duyemîn li Silêmanî û Germiyan li sala 1930’an.
– Serhildana Şêx Ehmed Barzanî li sala 1931’an li dijî desthilata padişahî ya Iraqê ku ji hêla Ingilîzan ve hatibû damezirandin.
– Serhildan Dêrsimê ya duyem li salên 1937-38’an ku encam bû îdama lîder û tevkujiya Dêrsimê li sala 1938’an
Bi kurtî pêwîste bê gotin ku hinek ji serhildan û şoreşên navbirî demkurt û herêmî bûn, lê hinek ji wan jî domdirêj û rûberekî berfireh yê axa Kurdistanê girtibûn ber xwe. Serhildan hem xwedî nasnameya eşîretgeriyê û him jî armancên netewî têde hebûn. Piraniya wan bizavên netewî jî bi rêya nakokî û xiyaneta kurdan a li dijî hev hatin dawiyê an jî rastî şikestê hatin.
Hêzên du aliyan û Koçgirî
Hêzên du aliyên kurd û tirk di dema serhildana Koçgirî de wiha bûn:
Sal û dema serhildanê: Li pey têkçûna Împaratoriya Osmanî ji adara sala 1918’an heya hezîrana sala 1921’an.
Nasnav: Şerê dewleta Tirkiyeyê û kurdên herêmên Sêwas, Dêrsim, Erzingan ku li wira piranî eşîreta Koçgirî rûniştivanên herêmê bûn.
Birêveberên serhildanê: Alîşan Beg, Alîşêr, Heyder Beg, Dr. Nurî Dêrsimî, Paşo: serokê eşîreta Şadan Paşo û Misto ku bi hevkariya ‘Cemîyeta Tealî û Terqî a Kurdistanê’ xwedî bîr û ramanên kurdîniyê bûn.
Birêveberên aliyê tirk: Mustafa Kemal, Sakalli Nurettîn Paşa, Serleşker Halis Beg komutanê 6’emîn yê alaya siware, Topal Osman Axayê cerde.
Li gor ragihandin û îdiayên hinek aliyên dewletê di 6 mehên serhildanê de zêdetirî 3.000 şoreşgerên kurd û 3.161 eskerên dewletê di qada şer de li hemberî hev ketine çeperê şerên giran. Lê ev îdia rast nîn in û tenê dewlet serjimiriyên wiha dide diyarkirin. Hêz ji hêla hejmar, teknîk, çek û îmkanên din wekhev nebûne. Hêza dewletê ji a kurdan gelek zêdetir û pirçektir bûye, lê tevî ku hêşta jî ji ber girtina arşîva artêşê a wan salan kes nizane ji du aliyan çend kes beşdar û hatine kuştin, di destpêka serhildanê de hejmara kuştiyên dewletê ji ên aliyê kurd zêdetir bûne. Piştre li pey xiyanet û bidawîhatina şoreşê hezaran kurd hatine kuştin û ji herêmê dûrxistin. Hingî Kemalîst di dereca yekemîn de kuştina serok eşîret û siyasetmedarên kurd ji xwe re kiribûn armanc. Ew der bi der li pey Dr. Nurî Dêrsimî û Elîşan bûn ku bêne terorkirin.
Kongreya Erziromê û helwesta rêberên kurd
Di kongreya Erziromê de Mustafa Kemal ketibû hevdîtinên aşkera û veşartî bi rêber û serok eşîretên kurd re lê wî di wê demê de nekarîbû heta bi dayîna soza parlementeriya Sêwasê jî Alîşan Begê re wî îqna bike ku hevkariya planên dahatî ên Kemalîstan bike. Wî zû zanîbû ku soz û biryarên Mustafa Kemal rûrastane nînin û mezinên kurd jî ji armamcên wî agahdar kiribûn. Hinek serkêşên kurd jî li dijî wê kongireyê bûn û beşdar nebibûn. Siyasetmedarên kurd li ser damezirandina Kurdistaneke serbixwe bi îsrar û xwedî nêrînên hevgirtî bûn, lê mixabin hinek jî hatin xapandin. Ji nava rêberên kurd bêtir ji teva Dr. Nurî Dêrsimî li ser cî bicîkirina bendên peymana Sevrê bi îsrar bû ku di dema şeş mehan de pêwîst bû ew bend û biryar di kiryarê de bêne cî bi cîkirin. Ew hişyar bû û qet baweriya xwe bi rayedarên tirk nedianî. Xwe nêzî wan nedikir û li ser stratejiya avakirina dewleteke kurdî bi îsrar bû.
Êrişa Yekemîn
Li ser wê stratejiya ku rêberên kurd ji xebata salên xwe yên pêşerojê re dabûn diyarkirin di tirmeha sala 1921’an de hezeke şervanên kurd êrîşa yekê birin ser qirargeha leşkerî ya bi navê Culfa Alî li navenda herêmê anku bajarokê Zara. Li Refahiyê jî serokê eşîreta Şadan Paşo Begê dest bi şerê li dijî hêzên artêşa tirk kiribû. Tirka beriya wê ji bo pêşîgirtina serhildanê Alîşan Beg kiribûn qayîmeqamê Refahiye û birayê wî Heyder Beg jî kiribûn birêveberê Imranliyê, lê tedbîreke wiha jî nebû sedem ku ew xwe ji doza netewî cuda bikin an jî pişta xwe bidine hevalbendên doza Kurdistanê. Armancên wan ji postên wiha mezintir bûn ku tirka dixwestin bo ‘berjewendiyên rojê’ wan bixapînin û bikine amrazên siyaseta xwe a şovenîstî.
Bi teqandina guleya yekê êdî hêdî-hêdî banga serhildanê li her derê belav bû, Enqere hejiya û êdî zimanê wan yê kuştin, wêrankirin, talan, hingavtin û şewitandinê ketibû gerê. Bi emirê Mistefa Kemal cinayetkarên weke Topal Osman Axa (1883-1923) zêdetirî 20.000 kes ji kurdên li herêmê kuştin. Ew piştî ku ji suiqestekê ya M. Kemal xelas dibe li sala 1923’an bi awayekî veşartî tê kuştin. Beriya wê li Enqereyê sala di sala 1922’an de mîdalên şervanî û şerefê didine Topal û şervanên wî. Bi dengê M. Kemal û daxwaza Îsmet Înonu navê wî dikeve nava qehremanên cumhuriyetê. Li ser erkên xwe yên şovenîstî ku di tevkûjiya Koçgirî de anîbûn cih heta roja îro li çar aliyên Tirkiyeyê heykelên wî hatine danîn û mezarekî taybetî jêre avakirine. Li ser kêliya wî îşare bi şerên li Balkana û Koçgirî hatiye kirin. Karekî wiha di nava sîstemên ku hebûna xwe di tunekirina netewên azadîxwaz de dibînin, sirûştiye, lê belegeyekî herî zelale jî ji bo selmandina vê rastiyê ku hêzeke biyanî axa welatekî din dagi0r dike.
Ji sala 1514’an bi şerê Çaldiran re ev halê me kurdan bûye. Eşîret hatine koçberkirin. Ji Dêrsimê bo Xorasanê, Ji Urmiyê bo Meşhedê, ji Kirmaşanê ber bi bakurê Îranê, ji bakur ber bi Aksaray, Anadola Navîn, Koniya û her dera ku wan xwestine. Mînaka vê serbihûriya tije tehlî qedera eşîreta Xelîkan e ku di pêvajoyên ji hev cuda ji Kurdistanê hatine dûrxistin. Ji sala 1639’an û girêdana peymana Qesrî Şirîn û şikesta serhildana Kela Dimdim ew reş bitaybetî jî li dijî kurdên bakur û rojhilatê Kurdistanê berdewam bûye heya destpêka salên sedsala 20’an ku êdî di kirasê peymanên Sykes-Picot, Seidabad, Lozan û hwd de tenê qedera reş tevî hezaran birînên bêderman kirine para kurdan.
Li pey berfirehbûna şerê serhildêrên kurd li rûberekî berfireh yê axa Kurdistanê Meclisa Tirkiyeyê bi îlankirina rewşa awarte serleşkerên weke Halis Paşa û serokçeteyên weke Topal Osman Axa bi hêzeke mezin re şandin ser serhildêrên kurd. Reşkujî, talan û şewitandina ter û hişkan ji mal û mîrasê kurdan kesên weke Alîşan Beg neçar kirin ku dest ji şer bikişînin û xwe teslîm bikin. Wan xwestin hemû serok eşîretên kurd di deqeyên yekê de gulebaran bikin lê gefên eşîretên Dêrsimê Kemalîst tirsandin û piştre bi sarbûna agirê şoreşê re ew serokên kurd yek bi yek teror kirin.
Dr. Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe ya tije gotin û desrên dîrokî: “Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim“(1) de bi dirêjî behsa siyaseta tije komplo û durûtiya dewleta tirk a wê serdemê dike. Ew pirtûk nasnameya rastîn a Kemalîstan e.
Di beşa din a vê nivîsê de zaniyariyên nû yê bi awayê hûrgilîtir jî bêne nivîsandin.
(1). Kürdistan Tarihinde Dersim, Dr. Nuri Desimi. Cara pêşîn li sala 1952’an bi tirkî û li Helebê hatiye belav kirin.