Stratejiya serhildana Koçgirî
Di wan salên destpêkê de ku êdî welatên nû bi hevkariya dewletên dûrdest dihatin avakirin, birêveberên serhildana Koçgirî jî xwedî amadekariyên baş bûn. Ew serhildan hevçax bû bi serhidana Simkoyê Şikak li Urmiyeyê, Serhildana Şêx Mehmûd li Silêmaniyê û serhildana Qedemxêra Lek li Îlam û Lûristanê. Mixabin haya wan ji hev tunebû, lê haya dagirkeran ji her tiştekî hebû. Ji 10’ê tebaxa 1920 û şûnde Jon Tirk ketin hewldanên berfireh ku ne ermenî û ne jî kurd li gor biryarên peymana Sevrê negehin daxwazên xwe. Çimkî li gor wê peymanê: Li Rojhilatê xaka Imperatoriyê ji Klîkya yanî ji Edeneyê heta Erdexanê Ermenistaneke mezin dihat damezrandin ku gelek axa kurdan jî di nava sinorên wê de bû û ev yek jî bi dilê piraniya kurdên zana nebû. Li dever û cîhên ku kurd lêdijîn jî ji bo kurdan otonomiyeke demkurt dihat naskirin. Bi vî awayî Peymana Sevrê bû sedem ku serkêşên doza Kurdistanê îcar ji berê zêdetir li ser standina mafên xwe ên neteweyî bi îsrar bin. Ew bi dengekî bilind li dijî wê hindê bûn ku axa kurdan a dêrîn bikeve destê ermeniyan. Ev nakokî bû amrazekî baş ji Kemalîstan re ku hestên olî ên kurdan li dijî ermenên xirîstiyan bilivînin. Siyasetmedar, dîrokzan û rewşenbîrên kurd ji rayedarên bêrol ên dewleta Osmanî û Kemalîstên ku êdî rûçikê wan bi maskeya Jon Tirkan hebûna xwe aşkera kiribû, dixwestin ku ew li gor peymana Sevrê bipejirînin ku kurd jî li pey agirbesta Mondrosê xwedî hemen mafan in ên ku ew ji xwe re dixwazin. Mafên ku êdî ji hêla Fransî, Ingilîz û sultanên Osmanî ve hatibûn diyarkirin. Ji hêla din jî peyameke xweş ji gelên bindest, xwedî ax lê bêdewlet re di Prensîbên W. Wîlson de hebûn.
Prensîbên Woodrow Wilson
Di nava daxwazên kurd, ermen û kêmneteweyên din de ji Mustafa Kemal û alîgirên rêbaza wî naskirina“ Prensîbên Woodrow Wîlson” jî hebûn ku hingî serokkomarê welatê Amerîka bû. Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Wilson (1856 – 1924) piştî şerê cîhanê di 8‘ê çileya 1918‘an de bi xêzkirina 14 xalan de behsa mafên mirovan û prensîbên dadmendiya di nava zagûna bingehîn a wan dewletan kiribû ku êdî ji wê dîrokê û şûnde gere pêk bihatana. Wilson bi zelalî ji neteweyên bindest re behsa mafê diyarkirina qedera siyasî û çêkirina dewleteke serbixwe an jî otonom kiribû. Li gor Prensîbên Wilson pêwîst bû ku hemû mafên neteweyên nava sinorên axa Imperatoriya Osmanî bêne parastin. Belkî îşaret bi navê neteweyek diyar nehatibû kirin, lê kurd jî hingî xwedî nifûsek çend milyonî û û dikarîn xebata xwe di bin rêvebiriya otonom de pêşde bibin. Bi van du derfetên ku dabûn pêşberî gelên bêdewlet, êdî hemû erebên nava sinorên dewleta Osmanî hêdî-hêdî dewleteke serbixwe ji xwe re îlan dikirin. Faktora esasî a ku Kemalîstann nedixwest kurd xwedî mafekî wiha bin misilmanbûna wan bû. M. Kemal tevî ku li dijî hebûna dewleteke îslamî bû, lê carê dikarî ji bo meremên demkî hêza kurdan li dijî zilhêz û avakirina dewleteke ermenî bikar bîne.
Ew ji hêla sultanê Osmanî ve hatibû erkdarkirin û berê xwe dabû Kurdistan û Anadolê. Karê wî yê esasî bêdengkirina kurdan û razîkirina wan bû ku weke berê bi dewletê ve girêdayî bimînin. Bi vê armancê re di 23‘ê tîrmeha 1919‘an de li Erziromê û di 4‘ê îlona 1919‘an de jî li Sêwasê dest bi hevdîtinên berfireh li gel hinek serokeşîret û malmezinên kurdan re kir. Bû mêvanên an û li ser hevparbûna du miletên kurd û tirk di parastina dewleta Osmanî de kir. Li ser plan û projeyên xwe yên paşerojê bi wan re axivî. Hingî navê Kurdistanê tim di axaftinên wî de dihate bihîstin. Behsa mafên wekhev ên tirk û kurdan dikir. Ew zû pêhesiya ku piraniya piştgirên wî zêdetir ew kesin ên ku di tevkujiya ermeniyan de li jêr Alayên Hemîdiye cih girtibûn û pêre di tanakirin û dest danibûn ser mal û milkên wan de weke berdeyên bêefsar fermanên xwînmijên Osmanî cî bi cî kiribûn. Wan dizanîn ku ger ku biryarên Peymana Sevrê biketana piraktîkê hingî careke din ermenî xwedî wî mafî bûn ku daxwaza tezmînatê bikin an jî mal û milkên xwe ji wan kesan bistînin. Tevî ku dizanîn û li hinek deverên Kurdistanê tevkujiyên Jon Tirk û Osmaniyan bi çavê serê xwe dîtibûn lê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên şexsî-civakî li dijî peymana Sevrê derketin û pêşwaziya daxwazên M.Kemal kirin. Bertîlên ku bi rêyên veşartî didane giregir û hinek şêxên kurd, rêyeke nû li ber wan vekir ku amadekariyên pêkanîna peymaneke din bikin. Dema hêza kurdan bi wê mezinahî û di dûberekî berfireh yê axa Kurdistanê de daxwazên M. Kemal pejirandin, êdî gera planên din jî hatibû. Ew kurdên cahêl û kurtbîn bi dil û can daxwaz û lîstikên Kemalîstan dianîn cih. Ermen û kurdên şoreşger ku li dijî xilafeta Alî Osman bûn weke kafir didan nasandin. Tevgera wan a herî bi bandor ew bû ku ji dewletên biyanî re name dişandin û digotin ku ew daxwaza mafên netewî nakin û naxwazin ji birayên xwe yên misilman û tirk veqetin. Carna beg an jî axayekî nezanê kurd di binê wê daxwaznamê de li cihê îmzayekê du tiliyên xwe jî weke destnîşan îsrara xwe dida diyarkirin. Ev tevgerê cara pêşîn li herêma Koçgirî, Dêrsim û Serhedê hatibû destpêkirin. Mustafa Kemal tenê bi devkî lê ne bi nivîskî soz dabû wan ku piştî ew ji destê hêza dagirkerên li Anadoluyê xelas bûn, yê hemû mafên kurdan bidin wan. Ev di rewşekê de bû ku Elîşan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rêber û serokên din yên kurd bi rijdî dixebitîn ku gel ji armancên serhildanê dilsar nebe û pişta wan bi hêza wan a zatî germ be.
Koçgirî û Jon Tirk
Rayedarên Jon Tirkan di wê rewşê de nekarîn li Koçgirî hêzeke mezin li dora xwe kom bikin. Îcar berê xwe dane Dîlok, Riha û Mereşê. Li ser vê yekê berxwedanên peşîn li dijî fransî û îtaliyan li Kurdistanê li Riha, Dîlok û Mereşê dest pê kirin. Bi xwîna şervanên kurd bû ku navê ‚Kahraman‘ li ser Mereşê zêde kirin. Ji hêla din jî hêza din bin serkêşiya General Kazim Karabekir jî ermen ji Serheda Kurdistanê ber bi çiyayê Agirî û nava sinorên Ermenistana îro derxistibûn. Hezaran kurdên êzidî jî ji tirsa kuştinê li herêmê nemabûn.
Ew hêza sereke ya Mustafa Kemal weke artêşa 9´emîn a herêmê dihate naskirin ku li Erziroma Kurdistanê û di bin serokatiya General Kazim Karabekir de bû. Ew hêz piranî ji şervan, serleşker û hêza kurd a milîşayî pêk hatibû.
Êdî gire-girên kurd doza Kurdistanê ji bîr kiribûn û M. Kemalê ku di taktîkên şerkirinê de şereza bû piştî ku eniya kurd bi hêzeke mezin li dora xwe dît, vê carê berê xwe da eniya şerê bi yewnanan re. Di nava nêzî salekê de artêşa yewnan a ku derketibû Rojavayê Anadolê têk bir û romên li Anadolê tevî leşkerên yewnanî neçar paşekêşe kirin. Hingî heta dengbêjên kurd jî li ser şervanî û mêrxasiya hinek şervanên kurd stran gotin û têde navê Mustafa Kemal jî beyan kirin. Di rewşeke wiha û bi wê hêza mezin ku şerê bi ‚gawiran‘ re ji xwe erkekî olî dihesibandin û bi xwezî bûn ku bi destê wan şehîd bibin, serkeftina aliyê tirk ku gelek ji şerkerên wan kurd bûn ne dûr bû. Êdî di du eniyan de hêza kurdan a leşkerî-meinewî bibû sebeb ku weke qehremanekî neteweyî navê Mustafa Kemal li hemû herêmê belav bibe. Hêdî-hêdî Jon Tirkên neteweperest rûçikê xwe yê bin maskê didan xûyanîkirin.
Sinorên Mîsak(q)î Millî!
Roja 28‘ê çileya 1920‘an de bi navê Mîsakê Millî an jî Sonda Neteweyî de sînorê ku ji bo dewleta tirk a nû li pey hilweşîna Imperatoriya Osmanî hate îlankirin. Kurdan bi sosreteke mezin dîtin ku ji xeynî hemû axa bakur, her wiha başûrê Kurdistanê jî tê de piraniya axa Kurdistana mezin xistibû nav sînorên dewleta nû ya tirkan ku weke Tirkiyeya nû dihate nasandin. Êdî di planên wî de yên piştî Mîsakê Millî de behsa mafê kurdan an jî kêmnetewên din tunebû. Rejîma Osmanî jî rojê ji roja berê zêdetir bêhêz û nêzî rojên dawiya jiyana xwe dibû.
Edî tu hêviyên kurdan bi dewleta Osmanî an jî ji Kemalîstan nemabûn. Ew dîsa hatibûn xapandin. Li hev xiyanet kiribûn û pir erzanî bibûne amrazê destê neviyên Osmaniyên ku di dema xwe de ne rehm bi Mîrê Rewandiz, ne Mîr Bedirxan û ne jî mezinên din yên kurd kiribûn. Bi parçebûna Imperatoriya Osmanî re pêwîst bû hem tirk û hem jî kurd ji mafên xwe yên neteweyî re kar û xebatê bikin, lê aliyê kurd dîsa bibûne ava aşê dijminê xwe yê xedar. Ev di rewşekê de bû ku hêzên hevpeyman ên serdest li cihanê jî li gor biryarên sê bendên di peymana Sevrê de mafê kurdan ên şerî bi awayekî fêrmî naskiribûn. Êdî tenê mabû ku kurd wan mafên xwe bi hêz û hevgirtina xwe pêk bînin û ji xwe re jî dewleteke otonom pêk bînin.
Mîsaq(k)i Millî an jî sonda ji bo serxwebûna Tirkiyeyê ger dereng jî be hinek kurd ji xewê hişiyar kirin. Êdî bi vê rewşê re pêvajoyeke nû a siyasî û menewî derdikete holê û gav bi gav ber bi serhildanên nû ve dimeşiya. Cemiyeta Tealî û Terqî ya Kurdistan ketibû ger û çalakiyên şiyarkirina civaka kurd, lê mixabin êdî derfetên herî zêrîn ji dest çûbûn. Ew saziya kurdîniyê li hemû navendên girîng yên bakurê Kurdistanê xwedî lik û şaxên xwe bû. Ji ber amadekariyên ji berê de kar û xebatên Cemiyeta Tealî û Terqî a Kurdistanê hemû deverên nava sinorên Koçgirî de xurt bû. Her wiha rewşenbîr û siyasetmedarên weke Dr. Nûrî Dêrsimî, Elîşan û Rêber tevî hinek serok eşîretên din zû pêhesiyabûn ku li hemberî daxwazên kurdan ên siyasî Jon Tirk û Kemalîst yê ji birêveberên Osmanî baştir nebin. Wan li her derê bangeke wiha dikirin: “Dîsa nekevin nava davkên tirkan û bila dîsa me ji xwe re nekin palên pêşo. Kurdino bi hev re bin û hêza xwe bikin yek. Ger vê carê em nebin xwedî dewleteke serbixwe êdî sedan sal yê bindestî û zelûlî bibe para zarên me…, Kemal û hevalên wî dixwazin me bixapînin…“
Li ser Koçgirî û rewşa wan salan Mustafa Kemal wiha gotibû: “Serhildana Koçgirî bi fermana serokê Cemiyeta Tealî û Tereqî a Kurdistan Şêx Ebdulqadir Gîlanî, ji hêla Elîşan Beg, Nebî Beg û Elîşêr Efendî (1882 – 1937) ve hatiye destpêkirin…“
Ev îdiaya han derewek bû ku hêceta ji xwe re peyda bikin û wê rêxistinê bidine girtin û rê li ber bandora kesayetiyên weke Şêx Ebdulqadir Gîlanî bigirin. Elbete Şêxê Kurd bi rêya hevdîtin û peyamên ku ji serkêşên serhildanê re dişandin, ew teşwîq dikirin ku li dijî hejmoniya ku dihate avakirin serî netewînin, lê di karê destpêkirina serhildan, dayîna îmkanên madî û pêşketin an jî berfirehbûna serhildanê de rola wan ewqas nebûye ku tirseke ewqas mezin bêxe nava dilê Jon Tirkan.
Helwest û xebata rêberên kurd
Li herêmê rêber û welatperwerên weke Elîşêr, Elîşan, Heyder Beg û Nûrî Dêrsimî jî bi berdewamî dixebitîn û propagandeyên li dor serxwebûna Kurdistanê û mafên neteweyî dikirin. Wan salan germahiya serhildana Koçgiriyê wiha ketibû nava kar û kiriyarên ku hezaran kurd li dora xwe civandibûn. Êdî bi vê stratejiyê ew li benda derfetekê bûn ku kela dilê xwe li dijî dagîrkeriyê bidin kifşkirin. Ji hêla din jî sedan sal bû ku di navbera xelafeta sultanên Osmanî û kurdên elewî ên herêma Koçgiriyê de jî dubendî û nakokiyên dijwar hebûn.
Bingeha fikrî û stratejiya serhildana Koçgirî bihêzeke mezin hatibû darêjandin. Amadekarî gelek bûn lê tiştê ku li bendê nebûn û jêre kar nekiribûn xiyaneta hinek serok eşîretên kurd bû. Li kêleka kêmasiyên wiha êdî dem dema serhildan û pêngavên nû yên tevgera Koçgirî bû. Dêrsim û Koçgirî cîran û ji ber hebûna çek û şervanên li Dêrsimê serkeftina Koçgîrî jî pêwîstî bi piştgiriya dêrsimiyan hebû.
Bi vê meremê di destpêka sala 1920‘an de serokê eşîreta Şadî Paşo Beg ji Refahiyê diçe Dêrsimê ku:
- Daxwaza wî ew bû ku ji hêlekê di navbera eşîretên Dêrsimê de aştiyê pêk bîne û ji hêla din jî wan razî bike daku piştgiriya daxwazên xwe yên netewî bikin.
- Ji serhildana li Koçgiriyê re bibine destek û hevkar.
- Ji hemû rûspiyên kurd jî dihate xwestin ku di nava eşîret û gundan de bigerin û xelkê ji şoreşeke nû re amade bikin.
Di amadekariyên ji bo serhildanê gire-gir, malmezin û serok eşîretên Koçgiriyê ev bûn: Zarokên Mustafa Paşa Heyder û Elîşan. Apên wan Îzzet û Mehmûd Axa û Hecî Rasim. Dîsa ji malbata Gulaxayan Nakî, Îzzet, Hesen Eskerî û katibê malbatê Elîşêr Efendî. Her wiha li herêmê ji xeynî van malmezinên navbirî gelek kesen sereke, rûspî û serokeşîr jî wê piştre ji serhildanê re bibûna alîkar.
Ji wê jî bêtir ku gel di bin fermana kesên naskirî de bû, Heyder Beg mudîrê Umraniyê, Elîşan Beg jî Wekilê Qeymeqamê Refahiyê bû.
Êdî hêdî-hêdî dengê awazên saz û peyvên stranekê dihatin bihîstin:
Koçgiri başladı harba / Sesi gitti şarka garba
iki ordu asker geldi / Dayanamadı bu darba
herê dılo yemman yemman / çiyan girtî berf û duman
mera bişîn şahê Merdan / ew dermanê hemû derdan
….