Li pey bihêzbûna Jon Tirkan, ji sala 1923’an û şûnde êdî li gor planên ji ber de amadekirî Mustafa Kemal dest bi gûherandina navên bajar, gund, çiya, çem û demografiya Kurdistanê kir. Axaftin bi zimanê kurdî yasax û kesên dijberî vê nêrînê rastî îşkence, ceza û kuştinê dihatin.
Heman siyaseta ku sultanên Osmanî li dijî gelê ermen bikar anîbûn, vê carê wî jî li dijî kurdan bikar dianî. Heya sala 1993’an nav kurd û Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê nedihate bihîstin, lê Turgut Ozal (1927–1993) bi rakirina wê yasaxê re ew tabo jî şikand. Mustafa Kemal endamê rêxistina “Tirkên Ciwan” bû ku piraniya wan xwedî bîr û ramanên dijî kurdan bûn. Di bin bandora nêrînên Ziya Gokalp (1876–1924) de (1) zimanê kurdî yasax ku rewşa axaftina bi wî zimanê dewlemend li pey rakirina yasaxa dehan salan îro di rewşeke trajîk de ye. Yanî kurdên bakurê Kurdistanê zêde bi zimanê xwe zikmakî naaxivin û di xema wê hindê de jî nînin ku dawiyê bi vê kêmasiya xwe bînin.
Du rêberên naskirî: Elîşêr û Dr, Nûrî Dêrsimî
Ji bilî serekên Eşîra Koçgîrî, Katibê Malbata Gulaxa Elîşêr Efendî û Beytarê herêmê Dr. Nûrî Dêrsimî jî endamên Cemiyeta Tealî a Terqî a Kurdistanê bûn û bi tedbîrên dûrbînane şaxên wê rêxistinê li hemû herêm, qeza, bajar û gundên mezin vekiribûn. Karê ku heta birêveberên weke Mustafa Kemal jî nekarîbûn di wê dema kin de li herêmên tirkan bikin.
Elîşêr jî Alîşêr Efendî hevjînê Zerîfe Xanimê û ji eşîra Şêx Hesenan, li sala 1882’an li gundê Azgêr yê Macîran – girêdayî Sêwasê ye- hate dinê. Ew mirovek jîr û jêhatiye. Piştî mirina Mistefa Beg bûye wesiyê kurê wî Alîşan Beg.
Ew wek yekemîn kes anku serokê federasyona eşîrên kurdan bû ku tevlî serhildana yekemîn a kurdan anku serhildana Koçgirî bû. Di kar û kiryarên wî de dihate xûyanê ku pir bi doza Kurdistanê girêdayî ye. Ev xala berçav jî bibû sedem ku xwedî rêz û cihekî taybetî di nava çînên civakê be.
Alîşêr piştî perwerdeya li Sêwasê li cem Mistefa Paşa dibe katib û ji xeynî wê di bilindkirina stê rewşenbîrî û xwenaskirina gelê herêmê de rolê xwe baş dilîze. Kesên wiha bibûne sedem ku ji sala 1915’an heya 1923’an kurdên Dêrsim û herêmên din dest hevkariyê nedine Tirkên Ciwan ku tevkujiya nifşî a gelê ermen plana wan ya yekê bû. Kesên wiha di çavê Mustafa Kemal de xayînên welat û di çavê sultanên Osmanî de jî kafir dihatine hesibandin. Elîşêr li pey peywendiyên baş yên di navebra kurd û ermenan digeriya. Li ser ziman û zaraveyên kurdî gelek xebatên wî hebûne, bi rêya ziman pir dixebitî ku eşîrên kurdan ji fikra dorpêçkirî ya herêmî bi doza Kurdistana mezin bihesîne. Berhemên wî zû li ser dilê xelkê cihê xwe vedikirin û helbestên wî dibûne stran û diketin ser zarê xelkê, lê mixabin bi kuştina wî ya bêbextane re hema bêje çi berhemên wî neman û di şikefteke çiyayên Dersîmê de ketin destê generalên tirk. Berhemên dîrokî, zimanzaniyê û helbestên lîrîk ku êdî kes nizane çi bi wan hat! Dibe ku wî bîranîn an jî rojenivîsa xwe ya wan salên tije rûdanên trajîk jî nivîsandibin, lê berevajî Dr. Nûrî Dêrsimî wî nekarî berhemên xwe ji tunekina bi destê nîjadperestên tirk xelas bike. Elîşêr ku di karê dîplomasiyê de jî jêhatîbûna xwe dabû xûyanîkirin di çar salên şerê cihanî yê yekem de (1914-1918) de hevdîtin û têkiliyên bi rayedarên dewleta Qeyserî a Rusya re jî çêdike. Ji hêla din jî bi hemû hêza xwe dixebite ku hemû eşîretên kurd di bin sîwana Cemiyeta Tealî û Tereqî a Kurdistanê bigehîne hev ku bikarîbin bi wê hêza mezin li hemberî artêşa tirka ya pirçek şer û berxwedanê bikin. Ew weke serokekî serhildana Koçgirî di nava gel de jî pir hezkirî ye.
Kovara Jîn ya komela Tealî û Terqî a Kurdistan û belavokên din yên wê rêxistinê bi rêkûpêk digîhştin destê wan. Elîşêr û Nûrî Dêrsimî di nav Koçgîriyan de propagandiya welatparêzî û amadekariya serhildanê dikirin. Armanc mezin û aso dûr, lê kesî nedizanî ku dîsa xiyanet yê bibe sedema serkeftina Kemalîstan.
Di 15’ê mijdara 1920’an de Elîşêr tevî serekên eşîrên Xozat û Çemîşgezekê civînek çêkiribû. Di civînê de eşîrên Dêrsimê bi rêya têlgirafekê Meclisa Enqereyê wiha ji daxwazên xwe agahdar kiribû:
- Divê Hikûmeta Mustafa Kemal diyar bike ku biryara hikûmeta sultan ya der barê rêvebiriya Otonomiya Kurdistanê de qebûl dike an na?
- Hikûmeta Mustafa Kemal der barê otonomiya Kurdistanê de çi difikire, divê di zûtirîn dem de bersivê bide Eşîrên Dersimê.
- Pêwîste girtiyên kurd yên zindanên Elezîz, Meletî, Sêwas û Erzinganê benê azadkirin.
- Cîhê ku bi piranî kurd lêdijîn pêwîst e karmendên hikûmetê nemînin û cihê wan bi erkdarên kurd ve bê tijekirin.
- Yekîneyên leşkerî yên ku dewletê şandine herêma Koçgîrî gere di dema herî nêz û zû de paşkêşiyê bikin.
Daxwazên wiha maqul û tije peyamên siyasî ji Mustafa Kemal re giran bûn, lê ew bi wê rastiyê hesiyan ku pêşengên kurd ên serhildana Koçgirî kesên siyasetzan û şerezane. Vê yêkê jî tisreke mezin li Enqereyê afirandibû. Rêyeke wiha girtin ber xwe:
Komek bi merema şîretkirin û qayilkirinê şandibû Kurdistanê ku bi Elîşêr û rêberên din re hevdîtinan pêk bînin.
Wan dizanî û agehdarî pêşîneya kar û xebatên siyasî û dûrbînane yên Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî bûn. Kemal bi bîra wê şandinê anîbû ku: “Elîşêr piştî mohrkirina peymana Sewrê eşîrên Dêrsim û Koçgirî li dora xwe kom kiribûn û liser navê wan bi çend telgrafan ji rejîma Enqereyê daxwaza mafên netewî yên kurdan kiribûn…”
Di şert û mercên siyasî-civakî ên salên 1920’an de Elîşêr kesekî wisa jîr û agahdarî rewşa civaka xwe ye ku di serhildana Koçgirî de rola sereke dilîze. Ew tevî sedan siwarên xwe hêrişî leşkerên Osmanî dike û herêmê birêvedibe. Hem şervan û hem jî siyasetmedariya wî xalên balkêş yên karîzmatîkbûna rêberên serhildana Koçgirî bûn.
Di geşkirina serhildana Dêrsimê ya di bin serokatiya Seyîd Riza Dêrsimî (1863-1937) de jî xwedî rolên çend alî ye. Li kêkela karê dîplomasî û şervaniyê re Elîşêr sembola kesekî rewşenbîr û mîmarê sazkirina yekîtiya netewî a wan salan jî hatiye naskirin. Têkoşerekî fedakar ku bêtir ji herkesî heval û hevkarê wî yê wan salên tije xwîn û agir Dr. Nûrî Dêrsimî li ser nivîsiye.
Birêveberên doza siyasî a Tirkiyeyê ku li ser mîratê Osmaniyan û bixwîna kurd, ermen, asûrî, siryanî û yewnan hîmê dîwarên komareke nû dadirijandin, baş agahdarî wan liv û lebatên Elîşêr bûne. Ji ber wê jî daxwaza Mustafa Kemal a yekemîn û dawiyê wiha ye: “Heya ez serê Elîşêr yê jêkirî nebînim yê jiyan li min heram be. Heger jiyan li min heram be, tê wê wateyê ku jiyan yê li hemû fermadarên artêşa min jî heram be “.
Tenê ev gotin têr dike ku em hem bi mezinbûna hêza serhildêrên kurd bihesin û hem jî baştir bi bîr û ramanên şovenîstî ên birêveberên doza Jon Tirkan li dijî doza siyasî ya Kurdistanê li wan salan bihesin. Biryare ku ew ferman ji hêla Topal Osman ve cî bi cîkirin. Her wiha weke tê gotin Elîşêr piştî şikestina serhildanê derbasî Dêrsimê dibe. Dewlet bi hemû hêza xwe a nepenî li pey wî ne. Mirî an jî sax, serê wî dixwazin. Di sala 1937’an de generalê tirk Abdullah Alpdogan (1878-1972) bi bêbêxtî Elişêr û jina wî Zerîfe Xanim bi destê xayinên kurd dide kuştin.
Ew jî bi rêya kesekî xayîn yê bi navê Zeynel ku ji kurdên herêma Dêrsimê bû li hemberî 40 zêran cihê Elîşêr peyda dikin û di şikeftekê de tevî xanima xwe Zerîfe têne kuştin. Serê wan dibirin û weke xelatekî pêşkêşî Mustafa Kemal dike. Êdî ew gehabûn xweziya xwe ya herî mezin ku ji holê rakirina yek ji stûnên herî bihêz yên şoreşê bû. Serê Elîşêr yê jêkirî biqasî du-sê mehan li koşka Çankaya ya ku Mustafa Kemal tê de dima, dimîne. Dûr ji şerma mirovahiyê piraniya siyasetmedar, şovenîst, serleşkerên tirk û dijminên doza Kurdistanê bi serê jêkirî yê Elîşêrê re wêneyên bîranînê dikişînin. Piştre ku herkes bi cinayetên wan yên hovane li Kurdistanê dihese ew wêne ji arşîvê têne hilanîn û Mustafa Kemal iznê nade ku wêneyê wî tevî serê jêkirî yê şoreşgerekî kurd di nava raya giştî de bê belavkirin. Di çapemeniya tirkan a wan salan de ew wêneyê serê siyasetmedarê kurd tê weşandin. Serhildan bi vê xisara mezin re derbasî pêvajoyeke nû bû û hêdî-hêdî bayê şikestê kete nava hêza kurdan a menewî. Rewşa ku piştre heya sala 1925’an ajot û vê carê kurdan xwe li dora Şêx Seîdê Pîran dibînin. Serhildaneke din û berdewamiya rêze serhildanên ku piştre li gelek bajar û herêmên din yên Kurdistana mezin dest pêkirin.
Bi wê reşê re li vira dixwazim hewldanên kurdan û cihûyan yên ji bo avakina dewletê bi bîra we jî bînim:
Kurd û cihû, ferq û cudatî
Daneber hev a rewşa kurdan û cihûyan di awayê kar û xebata ji bo avakirina dewleteke serbixwe yê me bibe nava pûnjîneke kûr û dûr:
Sala 1897’an yekemîn kongreya cihûyan çêbû û giregirên wan biryara avakirina dewletekê dan. Li pey wê pêngavê êdî şev û rojan plan-projeyên wan ew bûn ka çawa hîmê dîwarekî bihêz yê dewleta xwe çawa bidn darijandin. Ferqên me û wan wiha ne:
- Cihûyan qet şerê hev nekirine, lê kurda biqasî ku şerê dagîrkeran kirine, ewqas jî an baştir bêjim zêdetir şerê hev û din kirine. Ji 100 sal berê heya niha her wexta hêzeke kurd a bi bandor çêbûye, derbeya yekê ji hela hêzeke din a kurdan rastî wê hatiye. Ji şikestina hêza bi bandor aliyê duyê heta dawa havkariyê ji dijminên doza xwe anku dagîrkeran jî kiriye. Me herî dawiyê dehbarebûna senaryoxek wiha li Kerkûk, Şengal û Xaneqînê dît.
- Hêzên kurd berevajî cihûyan bawerî bi hêza xwe a zatî nebûne û bi aşkerahî behsa dewleta kurdî ya serbixwe nekirine.
- Ti hêzeke siyasî ya kurd ji bo demeke dirêj nekariye piraniya kurdan li dora xwe kom bike û hêza wan a hemû alî ji bo meremên weke avakirina dewleteke serbixwe bikar bîne. Biqasî perçebûna axa Kurdistanê ew jî di erdnigariya perçekê bihêz bûne lê nekarîne li beşên din bibine xwedî hêzeke mezin. Di van salên dawiyê tenê PKK’ê kariye hinek ji bo vê armancê hêza xwe a fikirî, siyasî û leşkerî li her çar perçên Kurdistanê belav bike, lê carê ew jî bi zelalî behsa serxwebûna Kurdistana mezin nakin.
- Ji berê de heya roja îro xwendina rêberên hereketên kurdan ên siyasî li ser civakê, olên wan yên ji hev cuda û êş û daxwazên wan kûr nebûye û pêwîstî bi baştir naskirin û analîza pirsgirêkê heye. Cihû salên dirêj ketin pey vê mijarê û civaka xwe a berbilav ji armancên wan yên pêşerojê re amade kirin.
- Piraniya hêzên kurdan ên siyasî bi rêberê hereketê ve girêdayî bûn û bi ji holê rabûna wî/ê ew hereket jî hêdî-hêdî bi perçebûnê re hatiye dawiya jiyana xwe. Em rewşeke wiha di nava cihûyan de nabînin.
- Di salên berê de û di praktîkê de berevajî gotinên xwe yên qelew û dewlemend birêveberên partiyên me yekrêziya kurdan ji hev belav kirine û ev jî ji ber nebûna demokrasî û prensîbên wan ên dîktatoriyê çêbûne.
- Birveberên cihûyan hemû tiştek ji gelê xwe re, lê yên kurdan jî ji bo mayîna xwe û hêza xwe ya takkesî û malbatî heta şerê hev jî kirine.
Rastiya doza kurd û Kurdistanê
Bi rêzkirina van xalên jor re min xwest bêjim ku şer, şoreş, xebat, avakirina dewleteke serbixwe, tevkujî û kiryarên din tev di eqil, hiş û riha mirovan de dest pêdikin. Reng û rûyê cihanê bi rêya teknolojiyê û geşkirina aboriyê hate gûherandin, lê wê gûherandinê zîhniyeta birêveberên partiyên siyasî jî gûherand.
Dîrokzanê naskirî Dr. Cebar Qadir li ser vê mijarê li jêr navê “ Hinek rastiyên erdnigarî û dîrokî” wiha dinivîse:
Heya sala 1923’an ne welat, ne bajar, ne avahî û ne jî dewletek bi navê Tirkiyeyê li ser xerîta cihanê hebû, belkî ew erdnigarîya han parek bû ji axa dewleta Osmanî. Heya sala 1921 jî welatek bi nave Îraqê tunebû, dema behsa Îraqê dihate kirin, mebest ji Besrê ber bi jor heya Samera, Tekrît û Hît bû ku her du wilayetên Besre û Bexda digirtine nava sinorên xwe û evane jî parek bûn ji axa dewleta Osmanî.
Heya sala 1925’an welatek bi navê Sûriye nebû, belkî dema ew nav dihat behsa wilayetên Heleb, Şam û Dêrazor dihate kirin ku ew jî beşek ji axa dewleta Osmanî bûn. Di rewşeke wiha de hingî welatek bi navê Kurdistanê li ser xerîta fêrmî a Osmanî û cihanê hebû. Kurdistana ku piştî şerê cihanî yê yekemîn bi peymanên Sykes Picot û Lozan kirin sê beş. Êdî ew navê dîrokî çiqas dem dihate pêş, dihate ji bîrkirin. Tirkiyeyê ji bakurê Kurdistanê re digotin (niha jî dibêjin) başûr û rojhilatê Anadolê ku di rastiya xwe de Anatoliya bi wateya Rojhilat e ne Anadolo ye. Anatoliya jî li gor hemû serçaveyên erdnigarî û dîrokî tenê rojavayê Asya biçûk digire ber xwe ne Kurdistan, Ermenistan û Lazistanê. Iraqê jî demeke dirêj navê para xwe danîbû bakurê Îraq/ El- Şimal Îraq. Dewleta Sûriyeşê hema bi pêwîst nezanî wan navên han jî deyne ser, belkî bi yekcarî ew nav înkar û hebûna parek ji axa Kurdistan û kurda di nava sînorên xwe de nepejirandin. Ez behsa rojhilatê Kurdistanê nakim, çimkî wira her li jêr destê Îranê bû û pareke Kurdistana Osmanî nebû.
Niha ku ev rastiyên dîrokî mîna zanyariyên asayî tînîm bîra xwe û ji bo diyarkirina qedera xwe behsa mafê rewa yê gelê Kurdistanê dikî, kesên nezan û nexwende an jî di warê siyasî de apolîtîk li te peyda dibin ku goya ji aliyê din yê zanînê li ser modernîzm û rastiyan tên û dizanin çawa siyasetê bikin, te dikine alîgirê kurdayetî, paşverû û refrandomçî û… hwd
Ev jî xerîta Osmanî li sala 1893’an.
(1). Bi esilê xwe ji kurdên Amedê ye ku demekê li dora ramanên doza kurdîniyê jî geriyaye, lê piştre weke damezrênerê siyaseta neteweyî ya tirk, entelektûelê dawiya serdema Osmanî û destpêka damezirandina komara Tirkiyeyê ji sala 1923’an û şûnde ye.