Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Şoreşa Mezin a Ereban ber bi Bihara Ereban

Tê zanîn gelek bûyerên girîng di sedsala 20’emîn de qewimîn. Bûyerên ku qewimîn di dibistanan de wekî ders hatin dayîn. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî hinek dagirkerên nû peyda bûn. Mînak dewletên Fransa û Brîtanyayê bûn serdest. Me pê bawer dikir ku her tiştên ji me re hatiye gotin rast in, piştre em hîn bûn ku qet rastî ji me re nehatiye gotin.

Di vê sedsalê de 2 şerê mezin ên cîhanê qewimîn û bi sed hezaran kes bûn qurbanî û hê jî bêyî ku em zanibin çima qurbanî tên dayîn? Ji bo çi?

Di sala 1916’an de Şerê Yekemî ya Cîhanê li vê herêmê dest pê kir û ev şer wekî; ‘Şoreşa Mezin a Ereban’ hat pênasekirin. Ev şoreş li hemberî Împaratoriya Osmanî hat destpêkirin û vê împaratoriyê zêdetirî 400 salî zilm û zordarî li gelên vê herêmê kir. Lê di esasê xwe de ev şoreş ya ne tenê ya gelên ereb bû. Hemû xelk, ol, netew û nasname li hemberî Împaratoriya Osmanî serî rakirin. Lê bi rengekî bêedalet û derewîn navê ‘Şoreşa Ereban’ lê hat kirin. Wekî ku miletê ereb tena serê xwe şoreş pêk anîbin, ked û şehîdên hemû miletên din hatin jibîrkirin.

Di vê serdemê de rola herî mezin Brîtanyayê lîst û wan jî ne ji bo berjewendiyên xelkê herêmê ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan. Çavê xwe berdabûn hemû kendavê, her wiha dixwestin li seranserê Rojhilata Navîn û Afrîkayê serdest bin da ku bi rihetî talanê bikin û miletên herêmê ji xwe re bikin kole. Hinek kes tayînî herêmê kirin û dest bi parçekirin û dabeşkirina herêmê kirin. Ev siyaset bi dagirkeriya Brîtanya-Fransayê bi encam bû, bi rengekî nû û bi pergala parlamento û serokomariyê rengekî nû yê desthilatdariyê derket holê.

Sedsalek derbas bû, em hê jî roja derketina hêzên biyanî pîroz dikin. Ev hêzên ku xaka me li xwe dabeşkiribûn, ji hev qûtkirin, ji me re devletên dijberî hev ava kirin û serokomar bûn desthilatên nû.

Piştî ku em derbasî sedsala nû bûn, weke noka li kevir bikeve û ji hev belav bibe û em jixwe hesiyan ku hinek kes bûne serokên welatên me, lê zîhniyet heman zîhniyet e û pir dişibin hev. Lê vê carê tenê zilamê Fransa û Brîtanyayê nîn in, di heman demê de zilamên Amerîka, Rûsya û Çînê ne. Piştî ewqas sal tu tişt nemabû ku em ji wan re nimêj bikin û em ji xwe hesiyan ku serokên dewletan bûne amûrên van hêzan. Ji bo talankirina xêr û berên me ketin nav hewldanan da ku ji banqeyên van hêzan re bişînin.

Em vê carê jî li hember van hêzan rabûn ser pêyan û me hemû kes vexwend qadan. Ji bo têkbirina dîktator, zilamên emperyalîzmê û zaliman lazim e em şoreşê pêk bînin. Me vê carê navê ‘Bihara Ereban’ li şoreşê kir û banga alîkariyê li hemû kesî kir ku pergalên dîktatoriyê hilweşin.

Me ji welatên rojavayî xwest ku alîkariyê bidin me da ku em sîstema ku bi destê wan hatiye avakirin hilweşînin. Me ji dagirkerên welatê xwe xwest ku me azad bikin!

Ev kêfxweşiya me ji bo derketina dagirkeran nîşan da ku hê jî em nezan in. A rast tu eleqeya van hêzan bi azadî, serxwebûn û rizgariyê re tune.

Pitî sed sal em hînbûn ku em hê jî li pey derewan dikevin û em rojekê jî azad nebûn û me serxwebûn nas nekir. Lê me tenê rojek pîroz dikir û ew jî ji bo em  rastiya xwe veşêrin.

Ev çend sal li ser Bihara Ereban re derbas bûye lê ger em baş bala xwe bidin naveroka şoreşan hê jî em ji koletiyê û dagirkeriyê rizgar nebûne. Em ne ji dagirkeriya Osmaniyan xilas bûn û ne jî ji dagirkeriya pergalên piştî hilweşîna Osmaniyan hat avakirin xilas bûn. Hê jî hinek kes bawer dikin ku dê neviyên siltanên osmaniyan herêmê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Ger em baş naveroka Şoreşa Mezin a Ereban ku sedsal berê pêk hat û Bihara Ereban ku çend sal berê dest pê kir û hê jî dewam dike binêrin heman pirsgirêk dewam dikin. Em hê jî xwe û rastiya civaka xwe nas nakin. Hinek baweriya xwe bi Osmaniya Nû tînin û hinek jî baweriya xwe bi hêzên ewropî û amerîkî tînin.  Bêyî ku miletê kurd û filistînî bigihêjin mafê xwe herêm dabeş kirin û hê jî gelek kes rastiyan nabînin.

Li gel vê rewşa giran jî, dîsa hêviyek heye ku her kes bigihêje mafê xwe û ew jî banga milet û pêkhatiyên bakûrê Sûriyeyê ku felsefeyeke nû li xwe digire û li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan û planên çete û dagirkera têk dibe. Ev bihara gelan e, şoreşa miletan e. Li dijî nezanî, desthilatdariyê şoreşa serxwebûn, azadî û vegera jiyana civakî ye.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar