Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ji Sûriyeyê ber bi Afrîkayê ve

Hemû daxwazên Erdogan bi bayê re çûn û nikarî ji xewn û xeyalên xwe tiştekî qezenc bike, ji bilî bêhêviyê û binketinê ku ewqas bi qareqar xetên sor diyar dikir. Niha jî em ê bikevin pêvajoyeke binketina DAIŞ’ê ku niha di ernîgariyeke biçûk de asê maye. Dê bi destên Hêzên Sûriyeya Demoratîk û alîkariya hêzên koalîsyonê tune bibe. Em dikarin bêjin ku yên hatine binxistin ne tenê DAIŞ e, binketinên herî rasteqîn ê Erdogan e. Lewre Erdogan hemû xewn û xeyalên xwe li ser çeteyan ava kiribû û ji ber wê siyaseta xwe nikarî ber bêvla xwe jî bibîne.

Belê DAIŞ nefesa xwe ya dawîn distîne. Lê belê ew fikir û hişmendiya DAIŞ’ê dê heta Erdogan hebe bimîne. Heta ku Erdogan li ser desthilatdariyê be dê ev hişmendiya DAIŞ’ê wekî metirsiyekê bimîne. Ji ber ku bi rêya desthilatdariya xwe ferman û talîmatan dide wan ku bikaribin hêj zêde li ber xwe bidin û temenê xwe dirêj bikin. Dibe ku wan ji Sûriyeyê veguhezîne cihekî din jî. Çavên Erdogan li ser Efrîn û herêmên din e. Di wê baweriyêde ye ku bi wê hişmendiya xwe ya nazîst herêmê hilweşîn e. Armanc dike ku ew xewn û xweyalên xwe yên Xîlafeta Osmanî vejîn e.

Beriya demekê Erdogan serdana Sûdanê kir, piştre jî serdana Tûnûsê kir û her wiha serdana gelek dewletên Afrîkayê kir. Tu dibêjî qey bi van serdanên xwe vê peyamê dide ‘Gel ku ez bi Sûriyeyê re mijûl im lê belê çavên min, guhê min li ser we ye ey dewletên Afrîkayê. Ez ê rojekê ji rojan vegerim Afrîkayê û xirabî û nebaşiyê li wir belav bikim. Wekî ku min li Sûriye û Iraqê kir.’ Veguhestina çekên ber bi Lîbyayê em dikarin bêjin wekî çiyayekî di binê berfê de aşkera bû. Lewre Tirkiye rojekê jî xwe dûr nexist ku di mijara çeteyan a ber bi Lîbyayê yan jî ji Lîbyayê ber bi Stenbolê ve. Tiştên em dibînîn dibe ku gelek kêm ên rastiyan e. Ew çeteyên li Lîbyayê ne dûrî çeyetên li deverên din in, lewre tê armanckirin ku wan jî li deverên din belav bikin. Daxwaza Erdogan jî ev e ku van çeteyan li her deverê belava bike û bi taybetî li Afrîkayê ku kuştin û wêrankirin zêdetir li pêş e.

Erdogan xwe wekî siltanê hemû terorîstan dibîne. Fikir û hişmendiyeke cîhadîst û terorîstî bi wan pêş dixe ku xwe wekî parêzvanê îslamiyetê bibînin û bi vê yekê wan dixapîne. Ji ber vê yekê armanca rizgarkirina Fîlistînê pêşdixe. Lê belê yekane berpirsê parêzvanê Îsraîlê Erdogan e. Heta niha tu kes ji şer û zilma Erdogan rizgar nebûye, çi li Sûriyeyê, çi li Iraqê û çi jî li Rojhilata Navîn. Erdogan li ser rêya hîtlerê dimeşe. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû gel, bawerî û çînên li Rojhilata Navîn û heta yên li Afrîkayê bibin yek, ji bo azadî û rizgarkirina gel a zilma li ser wan tê kirin bi awayekî kolektîf tevbigerin.

Gelê kurd, çi li bakurê Kurdistanê, çi li rojavayê Kurdistanê û her wiha Partiya Karkerê Kurdistanê li her çar parçeyê Kurdistanê serî li ber zilma Erdogan ê nazîst natewîne û li dijî xewn û xeyalên wî yên xîlefeta osmanî têdikoşe. Lê belê pêwîst e kes li vê rewşê temaşe neke. Temaşekirin dê komkujiyên nû bi xwe re bîne. Lewre her kes li dijî hemû kiryarên Erdogan ê ku temsîliyeta hêzên kapîtalîst dike bêdeng nemîne û têbikoşe.

Ji bo ku em bi zirar û ziyaneke kêmtir ji vî şerî derkevin û bi ser bikevin, pêwîst e her kes dest bide hev. Encax em bi yekitiyê dikarin Erdogan tune bikin û projeyên wî yên xirab hilweşînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar