Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji Sûriyeyê ji şer reviyan li Semsûrê di bin kavilan de man

Abdulkadir Omerî ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Kobanê koçî Semsûrê kiriye, bi lêv kir ku 3 rojan mudaxileyî birayê wî û 2 biraziyên wî yên di bin kavilan de nehatiye kirin û jiyana xwe ji dest dane.

Ji bajarên ku gelekî bandor ji erdhejê girtin, yek jê jî Semsûr bû. Ji ber erdhejên li Mereşê çêbûn, li Semsûrê hezar û 485 avahî hilweşiyan û li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku li Semsûrê dereng mudaxileyî kavilan hat kirin, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û kesên avahiyên wan hilweşiyan di vê sir û seqemê de bi rojan li derve man.

Her kesên di bin kavilan de mane, xwedî çîrokeke cuda ne.

Abdûlkadîr Omerî ku li konebajarê Koordînasyona Kirîzê ya Semsûrê dimîne, bi lêv kir ku 10 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Kobanê koçî Semsûrê kirine. Omerî got ku di erdhejê de birayê wî Gelo Omerî û 2 biraziyên wî Eyad û Erîç di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.

 ‘3 rojan mudaxalê nehat kirin’

Omerî bi lêv kir ku 10 sal berê hatine Semsûrê û got ku ji bo debara xwe bike dest bi kar kirine. Omerî anî ziman ku piştî erdhêjê 3 rojan mudaxileyî kavilan nehatiye kirin û wiha behsa wan rojan kir: “Di 6’ê sibatê seat di 4’an de çawa erdhej çebû weke ku xanî bi ser me de hilweşiye çû û hat. Sobe bi ser me de ket, me bi zorê xwe avêt der. Ji aliyekî ve berf ji aliye din ve jî baran bi ser me de dibarî. Pişt re agahî ji me re hat ku birayê min û du zarokên xwe di bin kavilan de mane. Ez û lawikê xwe em çûn ber xanî, zarokê birayê min hê sax bûn û qerîn û hawara wan ji bin kavilan dihat. Me kavil vedan, me xwe gihand biraziyê min Eyad. Eyad hê sax bû, lê lingên wî di nava kavilan de asê mabû. Laşê wî xuya bû. 3 rojan me kola, tu alîkarî û mudaxalê tune bû.”

‘Dilxwazên amedê hatin cenazeyên me derxistin’

Omerî destnîşan kir ku piştî 3 rojan polîs hatine lê ji ber ku amadekariyên wan tune bûne mudaxile nekirine û ev tişt gotin: “Piştî çend rojan çend polîs hatin wan jî got heta kemçe neyê em nikarin û çûn. Em jî li ber kavilan rûniştin. Piştî rojekê kemçe hat, lê heta kemçe hat jiyana xwe ji dest dabûn. Lawê birayê min Eyad, keça birayê min Erîç û birayê min Gelo Omerî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesî bi xwe bi derfetên xwe kemçe girtibûn, me ji wan alîkarî xwest lê gotin yên me jî di bin kavilan de ne û nekarîn bên. Lê ne ya AFAD’ê ne jî alîkariyeke dewletê negîhîşt me. Pişt re çend dilxwazên ji Amedê hatin bi kemçeyê cenazeyên me derxistin.”

Bira û birazî li Kobanê veşartine

Omerî diyar kir ku wan cenazeyê birayê xwe biriye ser sînor û ber bi Kobanê ve bi rê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me cenazeyên xwe girtin, birin nexweşxaneyê. Me keça birayê min li Semsûrê veşart. Birayê min jî gotibû heke ez bimirim min bibin welatê min. Me bira û biraziyê xwe bir sînor û teslîmî xizmên xwe kir û em vegeriyan, nehiştin em sînor derbas bikin. Me bira û biraziyê xwe jî li Kobanê veşart.”

AFAD’ê gotiye ‘hûn Sûriyeyî ne ji vir derkevin’

Omerî anî ziman ku AFAD’ê ji wan re gotiye hûn “sûriyeyî ne” û kon nedane wan. Omerî, bi lêv kir ku piştî rojekê li derve mane hatine konebajarê Koordinasyona Kirîzê ya Semsûrê bi cih bûne û wiha pê dê çû: “AFAD’ê ji me re got ji vir derkevin, hûn sûriyeyî ne biçin cem sûriyeyiyan. Em jî çûn wir lê li wir ne kon, ne tuwalet ne serşok ne jî av hebû tiştek tune bû. Em rojekê di wê sermayê de li derve man. Pişt re xwedê ji wan razî be, em duh hatin li vir bi cih bûn. Piştî 20 rojan hê min duh karî ser çavên xwe bişom.”

Li ber kon niqrîsk ketin qirika Omerî û ev zêmar avêt ser birayê xwe û du biraziyên xwe:

“Dê were bira dê werê

Derde min giranê dê were lo

Lo welatê xerîbiye em perîşan in lo

Bira bila ez bûma ne civanên te bûna

Welatê me êrîşin em nikarin vegerin welatê xwe

Agir bikevê mala zalim û dijminan top û bombe li ser welatê me hatin

Li bajarê Semsûrê tev hatiye xwarê qîr û hawara civan û xortane

Bajarê Semsûrê bajarekî şerîn e lê giran e heyfa xort û civanan…”

ÇAVKANÎ: Ajansa Mezopotamya

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar