Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji tirsa gel li Şêladizê dest bi kolandina xendekan kirin

Hat zanîn ku MÎT û Parastinê ji gelek şêniyên gundên Berweriyê xwestine ku gundên xwe vala bikin. Li ser vê yekê şêniyên ji gundê Balayê çûne baregeha PDK’ê û jê re gotine ku dewleta tirk çi dike bila bike dê ji gundê xwe dernekevin. Li ser vê yekê jî dewleta tirk li derdora baregeha leşkerî ya li Siryê dest bi kolandina xendekan kir

Şerê di navbera gerîlayên PKK’ê û hêzên artêşa tirk ê li başûrê Kurdistanê berdewame. Di çarçoveya êrîşa dagirkeriyê de, ev demeke dewleta tirk tevî alîgirên xwe yên PDK’ê li herêma Behdînan liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde dikin. Lê belê gelê herêmê û nexasim jî gelê herêma Siryê ji ber vê rewşê nerazîne û bertekên xwe nîşan didin. Hat gotin ku ji ber nerazîbûnên gelê herêmê dewleta tirk duh li baregeha xwe ya leşkerî ya li Siryê ya girêdayî Şêladizê dest bi kolandina xendekan kiriye û li herêmê gelek kamera bi cih kirin.

Di heman demê de hate ragihandin ku li tevahiya herêmê leşker tên veguhestin û nexasim jî gelek leşker li baregeha Siryê hatine bicihkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê, piştî gelek leşker li herêma Siryê hatine bicihkirin, ji vir jî hin leşker ber bi herêma Barzan ve hatine veguhestin.

MÎT û Parastin bi hev re dixebite

Tê gotin ku demekî dirêje ku komeke ji endamên MÎT û Parastinê ên kincên peşmergeyan li xwe kirine, li ser navê pêşmergeyan dixwazin gundên li herêma Berwarî vala bikin. Lê belê gelê heremê bertek nîşanî wan dan û ew qewirandin. Çavkaniyan ragihand ku ji gundê Bala yê girêdayî herêma Berwarî ya Zaxoyê komeke ku ji 17 kesan pêk dihat çûne avahiya PDK’ê ya li Şêladizê û wiha gotine: “Dewleta tirk çi bike jî em dev ji gundê xwe bernadin. Ji dewleta tirk a tê cem we re bibêjin ku bila bes bi zext û zoriyan bi ser me de bê. Çi bikin jî em dê ji axa xwe dernekevin.”

Serhildana Şêladizê

Tê gotin ji ber van nerazîbûnên gelê herêmê leşkerên tirk li baregeha leşkerî ya Siryê dest bi kolandina xendekan kirin û li gelek deveran jî kamera bi cih kirin. Hêjayî gotinê ye ku demek berê gelê komelgeha Siryê û Şêladizê ji bo şemezarkirina bicihbûna leşkerên tirk li herêmê, bi ser baregeha leşkerên tirk a li Siryê de girtibûn û hemû alavên wan şewitandibûn. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar