Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji TJA’ yê kampanyeya “Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan”

Aktîvîstên TJA’yê li Şirnexê starta kampanyeya “Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan” dan.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), berî demekê li dijî komkujiyên jinan, jenosîta çandî, tacîz û tecawîzên li dijî jin û zarokan û komkujiya xwezayê dest bi kompanyeya “Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kiribû. Aktîvîstên TJA di hema çarçoveyê de li Şirnexê starta kampanyeya “Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan” kirin. Ji bo aşkere kirina kampanyayê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê daxuyanî hat dayÎn. Parlementera Şirnexê Nûran Îmîr, hevşaredarên jin û gelek aktivîstên TJA başdarî daxuayniyê bûn. Hin şin bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn.

 ‘Em ê li dijî êrîşan têbikoşın’

Parlementer Îmîr di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Her roj jin li kolan û koçeyan tên kuştin. Zarok rastî tecawîzê tên. Li dijî jiyan û destkeftiyên me her cure êrîş hene. Emê jî li dijî van êrîşan dest bi têkoşînek topyekûn bikin.”

‘Emê ji bo xwe guhertin û veguhertinê esas bigirin’

Îmîr, da zanîn ku ewê li dijî şer, hilweşandin û mirinan jiyanê biparêzin û wiha got: “Li welatê me û li ser erdnîgariya me, ne wekheviya zayendî ferzî me dikin. Pergala desthilatdariya zilam, dixwaze jin weke koleyê zilam bijîn. Lê em dibêjin ku avakirina jiyanek nû mimkune û em di vê kampanyayê de guhertin û veguhartinê esas digirin. Emê têkoşîna xwe ya heya roja îro di çarçoveya vê kampanyayê de mezintir bikin.”

‘Em ê her tim hêvîdar bin’

Îmîr, da zanîn ku ew ê kampanya xwe heya meha Kanûnê berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê  li cihê ku me winda kirî, dest bi lêgerîna ronahiyê bikin. Emê li dijî tacîz, binpêkirinên mafan, şer, hilweşandin û newekheviyê, bêdengiya heyî biqelişînin. Em jin heya ku em bêhnê bidin û bistînin, emê kêm nebin li ber xwe bidin, emê bê hêvî nebin û emê tu carî winda nebin. Heya ku em welatek azad û wekhev ava bikin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar