Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ji wênesazên jin ên îranî peşengeh

Li Stenbolê 7 wênesazên jin ên îranî pêşangeha ‘wêneyên jin ên îranî’ vekirin. Jin bi van wêneyên pêşangehê dixwazin balê bikişînin ser cudakariya zayendî ya civakî

Li pasaja Moda Galerî ya Stenbolê 7 jinên wênesaz ên îranî pêşengeha ‘wênesazên jin ên îranî’ vekirin û bi hezkirinên xwe yên hunerê re hatin cem hev. Jinan pêşengehê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de vekirin. Pêşengeh li Atolyeya Resîmê ya Prof Dr. Hamîd Namdar hatiye veririn ji wêneyên 7 jinên wênesaz ên îranî pêk tê. Jinên resam bêtir cih dide rewşa jiyana jinên îranî û cudakariya zayendî. Pêşengeh dê heta 1’ê nîsanê vekirî bimîne. Dê wêneyan piştî pêşangehê derxin firotinê.

Ji jinên Îranî yên 2 sal berê li Tirkiyeyê bi cih bûn, Farzaneh Bakhshi (48) der barê pêşangehê de agahî dan. Bakhshî diyar kir ku berê jî li Tirkiyeyê pêşangehê tekakesî vekiriye û wiha got: “Min li Îranê mamostetiya resimê kir. Ji ber ku zarokên min li vir dibistanê dixwînin, ez hatim Stenbolê. Dîsa ji ber ku hunermend bêtir li vir xwe rehet hîz dikin hatim Stenbolê. Min li Îranê zêde nikarîbû xwe pêş bixim. Li vir derfet baştir in.”

Bakhshî da zanîn ku hunermend dikarin li Îranê pêşangehan vekin lê di bin sînor û sansurê de dikarin pêşangehan vekin û destnîşan kir ku ev bêtir mirovan di milê afirandinê de paşve dixe.

‘Ez dê kengî porê xwe ber bi bayê ve berdim’

Her wiha Bakhskî anî ziman ku di vê pêşangehê de 30 tablo hene lê tenê du tablo yên wê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek rol û berpirsiyariyê li ser jinan bar dikin. Min xwest bi xêzên xwe vê yekê bînim ziman. Di tabloya din de jî dema keça min li Îranê digeriya dixwest azad porê xwe veke û bigere. Digot ‘Ez dê kengî porê xwe ber bi bayê ve berdim.’ Ev mînaka herî balkêş a azadiyê ye. Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe ber bayê dike xêz kir.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar