Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ji Xebata Tifaqa Kurdistanî biryara ‘Komîsyona Hevpar’

Xebata Tifaqa Kurdistanî, ji bo xebatê di bin sîwanekê de bimeşîne biryar da ku komîsyonek hevpar ava bikin

Xebata Tîfaqa Kurdistanî ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokratîk (DDKD), Partiya Însan û Azadî (PİA), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratan a Kurdistan, (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye pêk tê, di 12’ê adarê de civîn li dar xistin. Piştî civînê biryar girtin ku ji bo xebatê di bin sîwanekê de bimeşîne komîsyonek hevpar ava bikin.

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çiftyurek, Berdevkê Partiya Azadî Ayettulah Aşîtî, Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç û Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, der barê biryara ku di civînê de stendin axivîn.

Biryara komîsyonê

Çîftyurek anî ziman ku ew di civinê de li ser mijarên Newrozê, Zimanê Zikmakî û Yekitiya Neteweyî de axivîne û wiha got: “Ji bo Xebata Tifaqa Kurdistanî em ê komîsyonek hevpar ava bikin. Di plana li ser Yekitiya Neteweyî de em li ser Tifaqa Kurdistanê rawestiyan. Ji bo vê xebatê di demek nêzîk de em ê xebatên komîsyona ji bo yekitiyê ava bikin. Dê xebatên tifaqê li ser kijan bernameyê bê meşandin, dê li ser kijan prensîban biryar bên girtin. Dê van xebatan niqaş bikin. Piştre dê bang li serokê hemû partiyan bikin. Di demek nêzîk de em ê dîsa li hev kom bibin. Vê carê em ê xebatek vala nekin. Em ê karekî şênber bikin. Piştî 21’ê Adarê em ê dîsa li hev kom bibin.”

Biryarên şênber

Berdevkê Partiya Azadî Ayettulah Aşîtî jî diyar kirk u 2 sal in vê xebatê didin meşandin û ev tişt anî ziman: “Piştî xebatên 2 salan yekem care em biryarên şênber digirin. Avakirina vê komîsyonê dê ji bo kurdan pêvajoyek nû bide destpêkirin. Ev yek dê ji bo yekitiya kurdan bibe pêvajoyek nû.”

Tenê rêyek heye ew jî yekitiye

Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî da zanîn ku civîn ji bo esas û nexşeya xebatê gelek girîng bû û wiha got: “Di demên pêş de dê ji bo yekitiya neteweya kurd gavên şênber û girîng bên avêtin. Xebata tifaqê tenê bi gotinan û li ser masê pêk nayê. Li kolanan di nava gel de dê bilind bibe. Hemû partî li ser van esasan kom bûn. Tifaqa rastîn di pratîkê de pêş dikeve. Ji xeynî yekitiyê wekî din rêyên me tune ne. Li dijî çar perçeyên Kurdistanê êrîş hene. Sedema herî mezin a van êrîşan ji ber kurd nebûne yek.”

Rewşa dawî

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî da zanîn ku heta yekitiya neteweya kurd ava nekin nikarin qala azadiyê bikin û ev tişt anî ziman: “Heta niha di nava xebat û civînên ji bo yekitiyê de me civîna herî girîng li dar xist. Ji bo gavên şênber bên avêtin, me biryar da ku Bernameya Yekitiya Neteweyî bê nivîsîn. Me biryar da ku nexşerêyek bê amadekirin. Ev xebata hevpar dê piştî Newrozê ji raya giştî re bê parvekirin. Em dikarin bêjin xalên yekitiyê hatine halê dawî. Ji ber ku 9 partî jî ji bo yekitiyê hem fikir in.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar