Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji xebatkarê HDP’ê yê çapemeniyê pirsa sosret pirsîn

Polîsan dema xebatkarê HDP’ê yê Çapemeniyê Vedat Dag di operasyona qeyûmê de binçav kirin, di bin çavan de pirsa “Tu çima li wir bû” pirsîn

Wezîrê Karên Hundir di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê kirin. Di heman şevê de li 29 bajaran 418 kes binçavkirin. Dîsa gelek kes jî di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûman hatin binçavkirin. Yek ji kesê hat binçavkirin jî xebatkarê HDP’ê yê çapemeniyê Vedat Dag bû. Dag piştî 8 rojan di bin çavan de ma serbest berdan. Vedat Dag, piştî hat berdan, diyar kir ku polîsan di îfadeyê de pirsa “Tu çima li wir bû” ji wî pirsîne. Dag anî ziman ku ji 16 pirsên hatin pirsîn têkildarî xebatên HDP’ê yên çapemeniyê bûn. Dag anî ziman ku beriya wî binçav bikin jêre gotine “Wê di 19’ê tebaxê de piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin wê ji avahiya HDP’ê ya bajar bimeşin şaredariyê û wekî çapemeniya HDP’ê tu yê jî meşê bişopîne.” Dag anî ziman ku 3 salin xebatên HDP’ê yên çapemeniyê dimeşîne û wiha got: “Ez xebatên HDP’ê yên çapemeniyê dikim. Ez bernameyên HDP’ê dişopînim. Ji ber vê yekê çi daxuyanî û xebatên HDP’ê hebin dişopînim. Piştre polîsan ez binçav kirim. Ez birim Şaxa TEM’ê ya Amedê. Min nizanîbû çima ez binçav kirime.”

Dag da zanîn ku di bin çavan de wekî din pirsên ‘Tu çima beşdarî danasîna namzetên HDP’ê bû? Tu çima beşdarî daxuyaniya tifaqan bû? Li Qada Îstasyonê mîting pêk hat tu çima beşdar bû? Tu çima beşdarî şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bû û pirsên weki wê pirsîn û wiha axivî. “Dixwazin HDP’ê wekî îlegal nîşan bidin. Dixwazin xebatên wê krimînalîze bikin. Bi vê yekê dixwazin xebatên me asteng bikin. Di bin çavan de mirovê 85 salî hebûn. Li ser şik û gumanan mirov bi rojan di bin çavan de man.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar