KCK’ê got, “Êdî ne bi gotinên şermok, lê belê bi rengekî xurt her kes rastiyê destnîşan bikin. Em neçar in ji xiyanetê re bibêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, karibin ji xiyanetê re bibêje xiyanet û helwestê nîşan bidin, hingî em ê karibin pêşî li ketin û felaketên mezin bigirin. Em ê bi vî rengî yekîtiya kurdan pêk bînin. Di rewşeke berovajî de em ê rê bidin felaket û xiyanetên hîn mezin. Ev yek jî wê bibe nebaşiya herî mezin a li doza kurd û Kurdistanê.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşa çekdarî ya li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da ku di encamê de li Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun hate qetilkirin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji bo gelê kurd û raya giştî ya demokratîk bi vî rengî ye:
“Mîna ku raya giştî jî pê hesiya, dewleta tirk êrîşên xwe zêde kiriye. Herî dawî li Silêmaniye û Hewlêrê êrîş hatin kirin. Beriya du rojan jî li Rojava û Şengalê êrîş pêk hatibûn. Di encama van êrîşan de şehadet çêbûbûn. Li aliyê din dewleta tirk ji xwe li dijî tevgera me û gerîla bi rengekî bê navber êrîşan dike. Gerîla li dijî van êrîşên dewleta tirk li ber xwe dide. Di şexsê kesên ku di van êrîşan de hatin qetilkirin û şehîd bûn, em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi têkoşîn û bîranîna şehîdan dubare dikin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz wê teqez ji dijmin û xayinên bi dijmin re tevdigerin hesabê van hemûyan bixwaze.
‘Têkiliyên Barzaniyan ên bi dewleta tirk re xiyaneteke aşkere ye’
Mixabin di van êrîşan hemûyan de tiliya xiyanetê heye. Ev êrîş ne bi hêza dijmin lê belê bi piştgiriya xiyanetê têne kirin. Di encama van êrîşên bi xiyanetê de şehadet çêdibin. Ev yek mirovan diêşîne lê belê rastî ye. Têkiliyên Barzaniyan ên bi dewleta tirk re xiyaneteke aşkere ye û ev êrîş û şehadet hemû jî ji ber vê yekê ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne û qebûl bike. Eger ev rewş hîn bêhtir ji nedîtî ve bê û helwesta pêwîst neyê nîşandan, hingî weke gel em ê bikeve rewşeke hîn bi êş û nebaş. Eger helwesta pêwîst li dijî xiyanetê neyê nîşandan hingî wê xefika li ser xiyanetê hatiye avakirin bi cih bê. Kurdek nîne ku ev xefik çi ye. Ev xefik plana dewleta tirk a ji bo qedandina kurd û kurdîtiyê ya bi komkujî û qirkirinê ye. Dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê vê planê bi cih tînin. Polîtîkaya bingehîn a dewleta tirk ma ne ev e? Aşkere ye ku ev e. Yên ku li wan tevdigerin jî hevkarên vê planê ne. Ev jî aşkere ye. Lewma em vê dibêjin; tevî ku tê dîtin ku têkiliya Barzaniyan a bi dewleta tirk re hevkarî û xiyanet e, ev rewş bi şênberî nayê bilêvkirin û helwesta pêwîst nayê nîşandan. Heta vê demê ev yek teqez nehatiye kirin. Bi vî rengî pêşî lê hatiye girtin ku gel helwest û nerazîbûneke xurt li hemberî xiyanetê nîşan nede.
‘Plana dewleta tirk dagirkirin û desteserkirina temamiya başûrê Kurdistanê ye’
Piştî ku Hakan Fîdan çû Iraqê û başûrê Kurdistanê û hevdîtin kir, êrîş zêde bûn. Bûyerên ku rojên dawî li herêma Bradostê diqewimin nîşan didin ku planên nû jî têne kirin û tê xwestin ku dewleta Iraqê jî tevlî vê yekê bê kirin. Li herêma Bradostê hewl tê dayin ku bikevin qadên gerîla, zext li gel tê kirin ku cih û warê xwe biterikîne. Aşkere ye ku ev yek amadekariyeke ji bo êrîşê ye û parçeyek ji plana dagirkeriyê ya dewleta tirk e. Ya ku li Kerkûkê tê kirin jî parçeyek ji vê planê ye. Berovajî îdîayên Barzaniyan ev hewldan ne ji bo rizgarkirina Kerkûkê ye, lê belê di berdêla wergirtina parek ji petrola Kerkûkê radestkirina ji dewleta tirk re ye. Plana ku li ser Kerkûkê hatiye kirin planeke dewleta tirk e. Ji ber vê yekê dewleta tirk bi çend gotinên nerazî yên biçûk bûyerê dinixumîne. Naxwe dewleta tirk xwedî nêzîkatiyeke welê nîne ku bixwaze Kerkûk weke parçeyek ji Kurdistanê pirsgirêkên wê bêne çareserkirin. Plana dewleta tirk dagirkirin û desteserkirina temamiya başûrê Kurdistanê ye.
‘Barzanî bi temamî angajeyî siyaseta dewleta tirk bûne’
Barzanî bi temamî angajeyî siyaseta dewleta tirk bûne. Ji xwe pêwîstî pê nîne ku siyaseta dewleta tirk û nêzîkatiya wê ya li kurdan bê vegotin. Ev rastiya Barzaniyan divê êdî ji aliyê kurdan hemûyan bê dîtin. Bi gotina Barzanî û PDK kurd in, ev rastî bi têrkerî nayê dîtin. Her wiha rewşeke psîkolojîk jî hatiye afirandin. Halbûkî tu armanc û fikareke Barzaniyan a ji bo Kurdistanê nîne. Tenê çend bajarên Kurdistanê di bin kontrola wan de bin, van deveran bi rê ve bibin û ji bo xwe bi kar bînin, ya mayî ne xema wan e. Di oxira xwarina nimetên çend barajan temamiya Kurdistanê ji bo wan amûreke ji bo bazariyê ye. Eger ne bi vî rengî bûya, eger derdê wan Kurdistan bûya, ma wê Hakan Fîdan hembêz bikirana? Hakan Fîdan kujerek e. Her roj hesabê wê yekê dike bê çawa dikare hîn bêhtir kurdan bikuje. Ji her aliyên wî xwîna kurdan diniqute. Barzanî kujerekî bi vî rengî hembêz û pêşwazî dikin, bi wî re dibin hemhal. Ev rewş bi têra xwe bes e ku rastiya Barzaniyan bê fêhmkirin.
‘Bêhelwestmayîna li dijî xiyanetê xiyanetê kûrtir dike’
Em dixwazin vê yekê bi rengekî destnîşan bikin. Eger heta niha li dijî xiyanetê helwesteke rast û pêwîst hatibûya nîşandan û pêşî li nerazîbûna gel nehatibûya girtin, rewş nedigihîşt vê astê, dijmin nikarîbû biketibûya nava planeke bi vî rengî ya êrîşê, ewqas êş nedihatin kişandin, windahî nedibû. Sedema vê yekê teqez ew e ku rewşenbîr, nivîskar û hunermendên hişmendî, deng û wijdanê civakê ne, rêxistin, partî û saziyan li dijî xiyanetê helwesta pêwîst nîşan nedane. Ev rewş wêrekiyê dide xiyanetê û dibe sedem ku xiyanet roj bi roj kûrtir bibe. Ev rastî divê êdî bê dîtin. Divê her kes ji xwe bipirse bê xiyanet vê wêrekiyê ji ku werdigire û bersivê ji vê pirsê re peyda bike. Eger ev yek bi rengekî bê şik û bê guman bê kirin hingî her kes wê encamekê bi dest bixe.
‘Em neçar in ku ji xiyanetê re bibêjin xiyanet!’
Êrîşa li Hewlêrê li ser buroya KNK’ê hate kirin û di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Başûr hevalê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Gelekî manîdar e ku êrîş li dijî KNK’ê hatiye kirin. KNK ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurdan di nava hewldaneke girîng de ye. Dema dawî di vê mijarê de karên gelekî girîng kiriye. Yek ji van jî û ya herî girîng di salvegera sedemîn a Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê lidarxistina konferansê bû. Di vê konferansê de nîqaşên girîng hatin kirin, ji bo pêkanîna yekîtiya gelê kurd biryarên girîng hatin wergirtin. Peymana Lozanê tê wateya parçekirina Kurdistanê û destpêkirina pêvajoya înkar û îmhakirina gelê kurd. Qirkirina kurdan bi vê peymanê destpê kir. Di sala sedemîn a vê peymanê de li bajarên ku peyman hate mohrkirin pêkanîna karekî bi vî rengî, diyarkirina hêmanên bingehîn ên ku Peymana Lozanê ya qirkirin û dijminatiya li kurdan xwe dispêrê û destnîşankirina îradeya avakirina yekîtiya kurdan a li dijî vê yekê, gelekî girîng bû. Lê belê Barzanî tevlî vê civînê nebûn. Ji ber ku derd û armanceke Barzaniyan a ji bo yekîtiya kurdan nîne. Berovajî vê yekê xwedî nêzîkatiyeke welê ne ku ji qirkirina kurdan xwe xwedî dikin û dixwazin vê dewam bikin. Eger ne bi vî rengî bûya mîna me hemûyan dilê wan jî wê ji bo yekîtiya kurdan lê bida, ji bo ev bibe mîna me hemûyan ew ê jî ji hewldanên bi vî rengî kêfxweş bibûya. Lê belê rewşa Barzaniyan ne bi vî rengî ye. Ne ku ji ber gotina me, lê belê kiryarên wan bi xwe nîşan didin bê ew çi ne. Yekane tişta ku em dibêjin ew e ku divê ev yek bê dîtin. Ne bi gotinên şermok lê belê bi rengekî xurt divê êdî her kes rastiyê destnîşan bike. Em neçar in ku ji xiyanetê re bibêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, em karibin ji xiyanetê re bibêjin xiyanet e û helwestê li hember nîşan bidin, hingî em ê pêşî li ketin û felaketên mezin bigirin. Bi vî rengî em ê karibin yekîtiya kurdan pêk bînin. Di rewşeke berovajî de wê rê ji felaket û xiyanetên hîn mezintir re bê dayin. Ev yek wê bibe nebaşiya herî mezin a li doza kurd û Kurdistanê.
‘Armanca êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê belavbûna MÎT’ê li herêma Soran e’
Têkildarî êrîşa li Silêmaniyeyê jî em dixwazin vê yekê bibêjin. Li ser vê êrîşê em hîn ne xwedî agahiyên berfireh û şênber in. Agahî tên ku êrîş li ser balafirgehê hatiye kirin û di encamê de jî şehadet hene. Êrîşên li ser Silêmaniyeyê ji bo çavtirsandina xelkê Silêmaniyeyê ye, ji bo belavbûna dewleta tirk û MÎT’ê li herêma Soran e mîna li herêma Behdînanê, hewldanek ji bo tevlîkirina YNK’ê bi têkiliyeke hevkariya bi dewleta tirk re ye mîna ku PDK dike. Ji ber ku xelkê welatparêz ê Silêmaniyeyê û herêma Soran heta niha dest ji helwesta xwe ya welatparêz berneda, êrîşeke nû li dij hatiye kirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Baweriya me tam e ku xelkê herêma Soran û Silêmaniyeyê wê helwesta xwe ya welatparêz dewam bike, ji vê yekê gumana me nîne. Ji êrîşên li ser Silêmaniye û herêma Soran, her wiha planên li ser vê yekê tê fêhmkirin bê dewleta tirk di nava hesabekî çawa de ye. Li dijî van êrîşan beriya her tiştî divê xelkê li herêma Soran û Silêmaniyeyê helwestê nîşan bide.
Em van êrîşên ku dewleta tirk bi destê xayinan kiriye bi tundî şermezar dikin. Divê êdî her kes li hemberî xiyanetê helwesteke xurt û şênber nîşan bide. Dewleta tirk siyaset û konsepta xwe ya qirkirina kurdan dispêre xiyanetê û bi vî rengî dimeşîne. Ev yek êdî bi şênberî tê dîtin. Yekane rêya rawestandina vê siyasetê û têkbirina vê konseptê pêşîgirtina li xiyanetê ye. Eger rêxistinên kurd ên welatparêz, partî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend li dijî xiyanetê helwesteke xurt û şênber nîşan bidin û gelê Kurdistanê helwesteke xurt destnîşan bike, hingî wê pêşî li xiyanetê hatibe girtin, hatibe bisînorkirin û bêbandorkirin. Em vê banga xwe careke din dikin, li welat û derveyî welat gelê me dakevin qadan, li dijî xiyanetê nerazîbûneke xurt nîşan bide, bang li partî, rêxistin, sazî û kesayetan jî dikin ku pêşengiyê ji vê yekê re bikin.”