PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Ji Yagiz peyama Newrozê: 2019’an sala fînala azadiyê ye

Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 121 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Amed û Êlihê peyam şand. Yagiz Cejna Newrozê li Ocalan û hemû gelê kurd pîroz kir û da zanîn ku sala 2019’an dê bibe sala rakirina tecrîdê û Kurdistana azad

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabû destpêkirin. Çalakiya Yagiz di roja 121’emîn de berdewam e. Bi boneya Cejna Newrozê, Yagiz ji bo Newrozên Amed û Êlihê peyam şand.

Peyama Newrozê wiha ye:

“Hovîtiya DAIŞ’ê hemû cîhan mat hiştiye. Ev hovîtî ji aliyê fedaiyên azadiyê yên kurd û rêhevalên wan ên enternasyonalîst ve hatiye têkbirin.

Vê helwesta fedaî li dijî dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê jî têdikoşe. Pîvana fedaîbûnê ya demê Zulkuf Gezen, Leyla Guven, çalakgerên li Strasboûrgê û bi hezaran berxwedêrên li zindanan bingehên vê faşîzmê dihejînin. Ev berxwedan zincîrên tecrîdê dişikîne û me nêzî Rêbertiya azad û Kurdistana azad û demokratîk dike. Bi serfiraziya şoreşa Rojava di sala 2019’an de em ê bigihêjin Kurdistana azad.

Ev giyanê berxwedêr li her çar parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê me vedixwîne berxwedanê. Di şexsê Amedê ya ku paytexta Kurdistanê ye, em soza serkeftinê didin. Cejna vejîn û berxwedanê ya Newrozê li Rêbertiya me, li şehîdên me û li gelê me û li hemû gelên berxwedêr pîroz be.

Yek ji bajarê têkoşer jî Êlih e. Ev der qada pratîk a Egîd, Mazlum û Kemalan e, ez serbilind im ku zarokê axeke wisa me. Êlih a ku di hemû pêvajoyên krîtîk de malovaniyê ji berxwedan û serhildanê re dike, ez bawer im dê dilê xwe têxe vê pêngava berxwedanê.

Ji niha ve ez li benda hilbijartina 31’ê adarê me ya ku dê dîktatoriya qeyûman wê biçe ser sergoyan. Em hemû dizanin ku sala 2019’an sala fînalê ye ya ku em ê bigihêjin Rêbertî û Kurdistana azad û demokratîk. Ez Newrozê careke din li Rêbertî, li şehîdan, li gelê Êlihê û li hemû gelên berxwedêr pîroz dikim.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar