Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji YJA Starê peyama sersaxiyê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber wefata Mûstafa Necatî Karataş bavê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyamek weşand û sersaxî ji malbata Karataş, xelkê Dêrsimê û gelê kurd ê welatparêz re xwest

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber wefata bavê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyama sersaxiyê weşand.

Fermandariyê ji ber wefata Mûstafa Necatî Karataş destpêkê sersaxî ji malbata Karataş, xelkê Dêrsimê û gelê kurd ê welatparêz re xwest û ev peyam da:

“Hevrêya me Bêrîtan li bihuşta Kurdistanê li qadeke sembola berxwedana rûmetê li Dêrsimê ji dayik bû. Bi qasî Dêrsimê serbilind û esîl, bi qasî Dêrsimê bedew û bi qasî Dêrsimê li ber teslîmkariyê radibû. Bi vê sekn û têkoşîna xwe bû sembola azadiyê ya jinên kurd. Fermandar Bêrîtan destpêkê bû seknek, piştre bû ruhek, piştre bû xetek û veguherî artêşa jinan, bi vî rengî bû tirsa dilê dewleta mêtinger û aqlê serdest ê mêr. Ev sekna Bêrîtan a li dijî xiyanetê, îro li Heftanînê bû Rustem û Esmer, li Zendûrayê bû Rêber, li Mamreşo bû Serhat, Sarya û Rûken, li Dêrsimê bû Yilmaz û Zîn. Jin û mêr ên ji bo azadiya gel û welatê xwe Kurdistanê sond xwarine, vî ruhê Bêrîtan li her derê digihîne serketinê.

Rastiya malbata welatparêz a ku ewladeke wiha hêja diyarî jin, gelê kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, kir ku bi ruhê raperînê yê Dêrsimê, bi nirxên gel û welatê xwe mezin bibe, ji bo me hêja ye. Beriya her tiştî, weke jin û gelê Kurdistanê em minetdarê we ne ku we rastiyeke pîrûpak a mîna Bêrîtan dane dîroka me. Ji ber vê yekê wefata apê Mûstafa Necatî Karataş bi qasî we, em êşandiye. Em soz didin ku em ê ji her demê bêhtir xwedî li ruh û xeta azadiyê ya hevrêya xwe Bêrîtan derkevin û bibin hêjayî ked û heqîqeta Bêrîtan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar