Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag der barê hilbijartinê de peyamek weşand. Yuksekdag bang kir ku her kes li dijî faşîzmê berê xwe bide sindoqan
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag der barê hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê sibe bên lidarxistin, li ser hesabê xwe ya twîtterê peyamek weşand.
Yuksekdag di peyama xwe de wiha bang kir:
“Di roja yekşemê de biçin ser sindoqan. Ji bo ked û têkoşîna gelê me û ji bo berxwedana li derve û hundir, xwedî li dengan derkevin. Li ser sindoqan li dijî faşîzmê û ji bo rûmet û azadiya me em mil bidin hev.
Ez bi bawer im ku em ê bi ser bikevin. Divê hesabpirsîna me jî mezin be. Ez silavên xwe yên taybet ji Wanê re dişînîm a ku ez du caran li wê derê bi navê parlamenteriyê hatim hilbijartin. Ez bawer im dê gelê Wanê ya ku wijdanê wan xurt e, dê tişta pêwist bikin.”