Navenda Nûçeyan |
Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê têkildarî vekişandina ji Peymana Stenbolê li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek weşand. Yuksekdag, têkildarî vekişandinê ev peyam da: “Me çawa Peyman Stenbolê bi têkoşînê qezenc kir, em ê li kuçeyan û bi berxwedanê peymanê biparêzin. Ji bo destûr ji êrîşên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”