Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Zanîngeha Kadîr Hasê anketeke balkêş

Navenda Lêkolînên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Kadîr Has daneyên balkêş parve kirin. Li gorî anketê, hem welatiyên muxalîf û hem jî yên AKP’î ji krîza aborî acizim û polîtîkaya hikûmetê ya derve naecibînin. Balkêş e ku binpêkirina maf û azadiyan jî pirsgirêka ku herî kêm tê dîtinê ye

Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Orhan Bursalı di qunciknivîsa xwe ya vê hefteyê de encamên anketa Navenda Lêkolînên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Kadîr Has ên der barê lêkolîn, sosyal, siyasî, etnîkî, polîtîkaya derve, aborî û hwd. e parve kir. Di daneyên anketê de encamên balkêş derketin.

Orhan Bursali dibêje ku rêjeya pêbaweriyê ya vê anketê, ji sedî 95 e. Li gorî daneyên anketê, krîza aborî û kiryarên hikûmetê li ser nêrîna gel guherînên girîng çêkirine. Di daneyan de xuya dibe ku li gorî salên berê, niha herî zêde pirsgirêka aborî û bihabûnê weke piragirêka herî girîng tê dîtin. Her wiha nerazîbûna li dijî AKP’ê zêde bûye. Mînak; li gorî sala 2017’an, kesên ku AKP serkeftî didît di sala 2018’an de ji sedî 51.7’an daketiye 35.9’an.

AKP’î baweriya xwe ya bi Erdogan winda dikin

Her wiha ji rêjeya hilbijêrên AKP’ê yên ku piştgirî didan 6 puan daketiye. Yên ku AKP pir serkeftî didîtin jî hejmara wan ji sedî 31.2’yan daketiye 17.9’an. Bursali dibêje ku Erdogan pir zêde îtîbar winda dike û van daneyan parve dike: “Ji sedî 56.4 kesên ku di sala 2017’an de Erdogan serkeftî di dît, ev rêjeye di sala 2018’an de daketiye ji sedê 38.9’an. Rêjeya kesên ku di gotin teqez pir serkeftî ye jî ji sedî 42.2’yan daketiye 18.4’an. Tişta balkêş jî ew e ku ji hilbijêrên AKP’ê jî piştgiriyê serkeftinê ji sedî 92.4’an daketiye ji sedî 84.5’an. Her wiha Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê jî di rêjeya ji sedî 41.4’an de ma ye. Ango ji sedî 50 derbas nekiriye.”

Bandora aboriyê

Di daneyên anketê de her wiha bandora aboriyê ya li ser helwesta hilbijêran jî tê vekolandin. Li gorî vê,  hejmara kesên ku di sala 2017’an de polîtîkaya aboriyê ya hikûmetê serkeftî di dît ji sedî 47 bû lê ev rêje daketiye ji sedê 33.5’an. Ango ji sedê 15 bawerî winda kiriye. Yên ku dibêjin ‘di hêla aboriyê de rewşa min nebaşe’ li gorî salek berê nêzî 6 puanan zêde bûye û derketiye ji sedî 57.1’an. Hejmara kesên ku dibêjin ‘ ez ji krîza aboriyê qet bi bandor nebûm’ ji sedî 25.6’an daketiye ji sedî 21.9’an.

Nêrîna li dijî polîtîkaya Sûriyeyê

Yek ji encamên balkêş jî der barê polîtîkaya dewleta tirk a li Sûriyeyê bû. Hejmara kesên polîtîkaya hikûmetê ya derve serkeftî dibînin pir kêm bûye. Li gorî vê, hejmara kesên salek berê ev polîtîka serkeftî didît ji sedîb45.9 bû. Lê niha ev rêje daketiye ji sedî 32.2’yan. Hejmara kesên ku di gotin ‘teqez pir serkeftî ye’ jî ji sedî 16’an daketiye ji sedî 3.8’an. Di nava hilbijêrên AKP’ê de jî ev piştgirî ji sedî 75.2’yan daketiye ji sedî 66.3’yan

Gel li dijî operasyonan e

Hejmara kesên dibêjin ‘ez polîtîkaya hikûmetê ya Sûriyeyê serkeftî dibînim’, ji sedî 38.5’an daketiye ji sedî 34.7’an. Di nava hilbijêrên AKP’ê de jî ji sedî 2.5’a daketin heye. Her wiha daxwaza gel a ‘êdî xwe tevli şerê Sûriyeyê neke’ jî bi pirsa ‘bicihkirina leşkeran a li welatên derve’ hatiye kirin. Li gorî vê; piştgiriya bi vê re jî ji sedê 48.1’an daketiye ji sedî 40.7’an. Piştgiriya bi operasyonên derveyî sînor jî ji sedê 56.4’an daketiye ji sedî 45.1’an.

Li Tirkiyeyê ‘kêxweş’ nînin

Li gorî anketê, hejmara kesên ji sûriyeyiyan aciz ji sedî 54.5’an derketiye ji sedî 66.6’an, hejmara kesên ku dibêjin ‘ez li Tirkiyeyê kêfxweş im’ ji sedî 52.5’an daketiye ji sedî 38.8’an. Ev hejmar di nav AKP’iyan de jî ji sedî 78.9’an daketiye ji sedî 64.1’an.

‘Serokê durist û binamûs’ naxwazin

Yek ji daneyên balkêş jî der barê hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bû. Rêjeya kesên ku ‘serokê xebatkar’ dixwazin daketiye û bûye ji sedî 52.2. Her wiha daxwaza ‘serokê bawermend-misilman’ 11 puanan zêde bûye  û derketiye ji sedî 36.5’an. Lê daxwaza ‘serokê dûrist û binamûs’ ji sedî 51.4’an daketiye 32.1’an. Li gorî anketê daneya herî balkêş jî di hêla maf û azadiyan de ye. Li gorî anketê, yên ku binpêkirina maf û azadiyan weke pirsgirêk dibînin tenê ji sedî 3 ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar