Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji zanîngehên kurd ji bo çand û zimanê kurdî xebateke mînak

Navenda Nûçeyan |

Li tevahiya cîhanê ku ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyan li ber rawestînê ye, komek ji akademîsyenan ji bo akademî û zimanê kurdî li ser înternetê dest bi bernameyeke perwerdeyê kirin.

Bernameya perwerdeyê ji aliyê zanîngehên Rojava, Duhok, Înalco û Sorbonneyê ve bi hevkarî tê lidarxistin. Hîndekarên bernameyê ji wezîfedarên lêkolînê û asîstanan re semîneran pêk tînin.

Di mijarên çand û wêjeya kurdî, wêjeya kurd a nûjen, fonetîka zimanê kurdî, zaravayên kurdî, çanda kurd, govend, gramer, civakî, psîkolojî û antropolojiya kurd de akademîsyenên naskirî perwerdeya onlîne didin.

Bernameya perwerdeyê wiha ye:

Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21) : Dawîd Yeşîlmen (Essen)

Roja duşemê: saet 18:00

Zimannasî û Ferhenga Kurdî : Michael Chyet (Washington)

Duşem û pêncşem: saet 21:00

Zaravayên kurdî, Zazakî û Kurmancî: Hacer Petekkaya (Qamişlo)

Roja sêşemê: saet 18:30

Zimannasiya Kurdî : Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs)

Roja sêşemê: saet 21:00

Zimannasî û Fonetîka Kurdî : Abdilwehab Xalid Mûsa (Dihok)

Roja çarşemê: saet 18:00

Metodolojî û lêkolînên zanistî : Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs)

Roja çarşemê saet 21:00

Wêjeya Klasîk : Michiel Leezenberg (Amsterdam)

Roja pêncşemê: saet 18:30

Mîtolojî û felsefe: Michiel Leezenberg

Roja înê: saet 18:30

Etnopsîkolojî û trawma : Jan Îlhan Kizilhan (Stuttgart)

Roja înê: saet 21:00

Wêjeya Kurdî (heta sala 2000) Îbrahîm Seydo Aydogan (Parîs)

Roja şemiyê: saet 18:00

Sosyolinguistîk an zimannasî û civaknasî: Jaffer Sheykholislami (Toronto)

Roja şemiyê, saet 21:00

Medya û Civak : Janroj Yilmaz Keleş (London)

Roja yekşemê: saet 18:30

Helbest û Semiyolojiya Wêjeyê: Xalid Hisên

Roja Yekşemê: saet 21:00

Sosyolojî, Antropolojî û Wêje : Serdar Ay, Adnan Çelîk (Parîs)

(Dawiya heyva nîsanê, dema wê ê diyar bibe)

Wêje û Wêjeya Kurdî : Joanna Bochenska (Krakovie)

(Dawiya heyva nîsanê, dema wê ê diyar bibe)

Wêjeya gelêrî û lêkolînên li ser folklor û zargotinê: Luqman Guldivê

(Dawiya nîsanê, her çarşemê saet 21:00, dikeve şûna dersa metodolojiyê)

Wekî din, hin mêvanên din jî dê hebin ku carê ew ê bibin mêvan û xebatên xwe pêşkêş bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar