Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hat gotin: “Beriya niha bi 9 salan 34 zarok û ciwan ên ji Roboskî bi balafirên şer hatin qetilkirin. Em van 34 mirovên xwe bi rêz û minetdarî bi bîr tînin ku bedena wan hat parçekirin û li ser hêstiran hatin hilgirtin. Em soza xwe ya ji bo afirandina Kurdistana azad dubare dikin ku li tu devera wê sînor nebe, sînorên lê bêwate bibin û mirovên me dema ku ji devereke Kurdistanê çû devereke din neyên kuştin.
Dewleta tirk a qirker mêtinger, berpirsyarê bi sedan komkujiyên bi vî rengî ye. Ji bo vê dewleta tirk kuştina kurdan normal e. Kuştinên bi vî rengî ji bo tirsandin û tepisandina kurdan bi zanebûn û plankirî tên kirin. 34 zarok û ciwan bi fermana Tayyîp Erdogan hatin kuştin. Ji ber vê yekê tu lêpirsîn li ser mijarê nehate kirin; kes nehat cezakirin. Ji ber ku yê ferman da, Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Bi rêya vê komkujiyê hewl hat dayîn ku çavê gelê kurd bê tirsandin. Li gorî îstîxbarata ku gihîşte ber destê wan, agahî wergirtin ku di nava van 34 kesan de ‘Dibe ku HPG’iyek hebe’, lewma ji Erdogan pirsî ne ‘Em tevî van 34 zarok û ciwanan bikujin’; Erdogan jî ji wan re gotiye ‘hûn dikarin bikujin’. Erdogan kujerekî bi vî rengî ye ku bêexlaq e, bêwijdan e, tu nirxekî mirovahiyê pê re nîne. Fermana bi dehan komkujiyên bi vî rengî daye. Sala 2006’an dema ku li Amedê gel rabû serhildanê digot, ‘zarok jî bin jin jî bin çi pêwîst be wê li dijî wan bê kirin’. Piştî van gotinan gelek zarok hatin qetilkirin.
Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û hesabên komkujiyên bi vî rengî neyê pirsîn, komkujiyên wiha wê dewam bikin. Li bakurê Kurdistanê kuştina kurdan ji bo xwe weke mafê serweriyê dibîne. Li Rojava, başûrê Kurdistanê û Şengalê di encama êrîşên hewayî de bi sedan jin, zarok, extiyar ên kurd hatin kuştin. Dewleta tirk dewleteke welê ye ku kurdan dikuje, qetil dike. Trûmp ê ku bi Erdogan re xweş li hev dikir, digot ku Tirkiye dijminê kurdan e. Jixwe niha jî dinya hemû, dewleta tirk weke welatekî ku dijminê kurdan e û kurdan qetil dike, dibîne. Her kes pê zane siyaset û dîplomasiya xwe bi temamî li ser dijminatiya li kurdan ava kiriye.
Ev dewleta qirker, mêtinger û serkêşê dijminatiya li kurdan dewleteke welê ye ku mirovên qetil dike, sûcdar dike. Ya jî zextê li malbatên qurbaniyan dike. Ji bo Roboskiyên qetil kiriye, kesekî bi tenê jî nehatiye cezakirin. Lê belê malbatên Roboskî ji ber ku li pey vê komkujiyê ne, li ber deriyên qereqolan û dadgehan tên cezakirin. Hin ji malbatên Roboskî hatin binçavkirin û hinek jî hatin girtin. Yên ku komkujiya Roboskî şermezar kirin jî hatin binçavkirin û girtin. Tayyîp Erdogan bi gotina ‘Her kurtaj Roboskiyeke’ li komkujiyê mikur hat. Lê belê ji ber ku zane komkujî wê bigihêje wî, ser wê nixumand. Bi gotina ‘şaşitiyek bûye’ mîna ku 34 gêrîk eciqandiye, hewl da bûyerê derbas bike.
Dayik dema ku zarokên xwe yên li Roboskî hatin kuştin tînin bîra xwe, dibêjin ’em nikarin razên, em nexweş dikevin’. Heta ku kujer neyên cezakirin travmaya van malbatan wê dewam bike. Ev rewş her roj, her meh, her sal û bi salan îşkenceyê li malbatan dike. Ev dewleta ku dixwaze pereyê fîşeka ku berdidin gerîla jî ji malbatên wan bistîne, hesab ji kujerên ku zarok parçe parçe kirine napirse. Dewleteke ku ceza nade polîsê ku li pêş kamerayan Kemal Kurkut qetil kir, nîşan dide ku kujerên kurdan nabe bê cezakirin, nayê cezakirin. Bi vî rengî rê nîşanî leşker û polîsan didin ku bi hêsanî dikarin kurdan bikujin. Rastiya ku bi dehan sal in, bi sedan sal in li pêş çavan e ev e.
Divê gelê kurd komkujiya Roboskî ji bîr neke. Divê dest ji vê komkujiyê bernede. Hesabpirsîna ji vê komkujiyê beriya her tiştî bi xurtkirina têkoşîna demokrasiyê û azadkirina gelê kurd dibe. Yên ku li Roboskî komkujî kirin, gelê kurd weke hûrmêşan dibînin. Li dijî vê desthilatdariya ku komkujiya Roboskî kir û da kirin, ger têkoşîn neyê xurtkirin, wê kurd weke hûrmêşên divê bên eciqandin bibînin. Polîtîkaya bêcezahiştinê wê dewam bike, wê kurd jî timî bên kuştin.
Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Jibîrkirina bêexlaqî ye. Jibîrkirin bêwijdanî ye. Jibîrkirin xiyanet e. Ji ber vê yekê em ê ne ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin. Bi azadkirina Kurdistanê, bi azadkirina gelê kurd em ê xwedî li wan derkevin. Kujerên mêtinger qirker wê teqez di nava xwîna ku dirijîne de bifetisin.” BEHDÎNAN