Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jin amadekariya Festîvala Jinan ya Zîlan a 17’emîn dikin

Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê  Jînda Denîz û Ayten Kaplan li ser amadekariyên xwe agahî dan û gotin: “Di vê festîvalê de em ê bi kom û derdorên cûda yên jinan re bicivin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar, felsefeya xwe ya 'Jin, Jiyan, Azadî' nîqaş bikin."

Festîvala Jinan ya Zîlan a 17’emîn îsal bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî ji Kurdistanê ber bi Cihanê ve’ li bajarê Gelsenkîrchen ê Almanyayê tê lidarxistin. Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) ve tê lidarxistin, wê ji bo bîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara) pêk were ku di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê di komkujiyekê de hat qetilkirin. Di festîvalê de wê jiyan û têkoşîna Evîn Goyî bi dîmenan bê vegotin.

Her wiha li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê panel bêne lidarxistin. Berhemên destan ên jinan jî wê bi standan bêne nasandin. Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê ya jinan bi pêşangehekê nîşan bidin.

Di festîvalê de ji bo zarokan jî cihên lîstikê hatiye amadekirin.

Li gel komên govendê wê hunermend û komên muzîkê yên Jin Ma, Mizgîn Tahir, Kevana Zêrîn, Eylem Aktaş, Beser Şahîn û Fîrmesk jî li ser dikê hunera xwe nîşan bidin.

Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê endamên Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Jînda Denîz û Ayten Kaplan li ser amadekariyên xwe agahî dan û banga tevlîbûnê kirin.

Jînda Denîz: Em zêde bibin û li dijî dagirkerî serî hildin

Jînda Denîz bal kişand ser aliyê navneteweyî yê Festîvala Jinan ya Zîlan û banga tevlîbûnê li jinên ji neteweyên cûda kir. Jînda Denîz anî ziman ku amadekariyên festîvalê li ber qedandinê ye û destnîşan kir ku armanc ji festîvalê nîşandana hêza jinan e û wiha dewam kir, “Azadiya jinan û şoreşa jinan wê bi pêşengiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk were. Lewma festîval wê hem bibe peyamek hem jî bibe bangek. Wê peyamê bide hem cihanê hem jî serweriya mêr. Jin çiqasî li hev kom bibin, çiqasî xwe bi rêxistin bikin, çiqasî zêde bibin wê ewqasî jî xurt bibin, dagirkerî jî wê lawaz bibe. Lewma divê her kes tevlî bibe, em zêde bibin ku li ber dagirkerî, serweriya mêr û mejiyê mêr rabin.”

Ayten Kaplan: Em ê li ser têkoşîna hevpar biaxivin

Ayten Kaplan jî got, “Me pêvajoyeke giran li pey xwe hişt. Bi taybetî pêvajoyeke ji tundî û komkujiya li dijî jinan bû. Li Rojhilat qetilkirina Jîna Emînî, komkujiya duyemîn a Parîsê, erdhejê bandoreke giran li jinan kirin. Li gel van hemûyan me têkoşîna jinan bilind kirin. Bi taybetî bi berxwedana jinan a li Rojhilat re felsefeya me ya berxwedana jinan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gerdûnî bû. Berxwedana Kobanê jinên kurd bi cihanê da naskirin, bi berxwedana jinan ya li Rojhilat re berxwedana me gerdûnî bû. Bi Festîvala Jinan ya Zîlan a îsal re em ê rêxistiniya xwe, têkoşîna xwe, her wiha tevî hemû tevgerên jinan hêza xwe ya yekbûyî û armanca xwe ya hevpariya têkoşînê bi cihanê bidin naskirin. Di vê festîvalê de em ê bi kom û derdorên cûda yên jinan re bicivin. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar, felsefeya xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîqaş bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar