Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...
Çarşamba - 26 Haziran 2024

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Jin azadiya Rêber Apo azadiya xwe dibînin

Mamosteyên jin ên Mexmûrê diyar kirin ku bi perwerdeyê hewl didin kesayetên azad ava bikin û wiha got: “Jin azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de dibînin û wiha axivî: “Em bi taybetî wek jin azadiya Rêberti azadiya xwe dibînin û em dibêjin ger azadiya Rêbertî nebe azadiya me ji nîne. Em hebûna xwe di hebûna Rêberti de dibînin û fikir, bir û baweriya xwe ji Rêberti digrin.

Xweperwerdekirina jinan a ji bo nasîna erk, maf û rola xwe ya di nava civakê de û ji bo rûbirûbûna hişmendiya mêrsalarî, tundî û hemû astengiyên li pêş jinan, xwedî girîngiyek mezin e. Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), di betlaneya havînê de bi armanca perwerdekirina mamosteyên jin ên wargehê dewreyek perwerdeya îdeolojik da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê ku bi navê Şoreşger Azê Erdem hatibû destpêkirin, 12 rojan domkir û bidawî bû. Dewreya perwerdeyê li ser girîngiya perwerde, xwe perwerdekirina jinan û xweparastina jinan hate dayîn.

Mamosteyên jin ên Mexmûrê ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûn, der barê girîngiya perwerde de axivîn. Mamoste Hezar Uçar diyar kir ku perwerde riya rizgarbûna hemû qirêjin pergala desthilatdar e û wiha axivî: “Em hewl didin xwe bi riya perwerdê ji hemû qirêjiyên pergalê xwe rizgar bikin ango perwerde rizgariya me ya ji nû ve nûjen kirinê ye. Em wek mamosteyên Qada Perwerdê her pêvajoyek ku em perwerde dibinin bi rasti giringiyek û taybetmendiyek vê ya xwe nujen kirinê heye. Em perwerde hem ji bo me wek kes hem civak û hem jî wek gel gelek bi qimet û bi nirx dibinin. Lewre em di her perwerdeya ku dibînin de feraseta xwe diguherînin.

Mamoste Hezar Uçar diyar kir ku wek gelê Kurd hewil didin pergala Neteweya demokratik ava dikin û got: “Ji ber ku ferasetek qîrêj a pergalê heye û em hewil didin li dijî vê feraseta pergalê, pergalek civakekî ya bi exlaq, polîtîk, azadixwaziya zayendan û azadixwaziya jinan avadikin. Pergalekî ku mirovan dihelîne heye. Em jî wek gelê kurd pergala neteweya demokratik ava dikin. Em hewl didin vê yekê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêbertî ava bikin.”

Hezar Uçar der barê mijarên ku di dewreya perwerdeyê de dîtin de wiha got: “Em hewl didin bigihijîn vê rastiyê ku em çiqas bawer dikin, dijîn, çiqas rast dijîn û em çiqas dikarin layiqê vê yekê bibin. Ango em çiqas dikarin vê nûjenbûna ku li gerdûnê te avakirin nasbikin. Gelek pergalên ku dibêjin em demokratin, lê demokratbûna wan tenê wek gotinek e. Em di perwerdeyê de rastiya azadî, rastiya nirxê vê û ez ezitiya van pergalan fêrbûn. Me der barê rastiya Rêbertî û nêzikatiyên Rêbertiya li hemberê mirovan, jinê û li hemberî zarokan de perwerde dît. Me hewlda ku di perwerdeyê de fêrî kesayet, jiyan û heqîqeta ku Rêbertî avakiriye bibin. Xalekî serekeye ku em hemû bi taybetî jî wek jin xwe di Rêbertiyê de çiqas dibînin.”

Uçar da zanîn ku jin azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de dibînin û wiha axivî: “Em bi taybetî wek jin azadiya Rêberti azadiya xwe dibînin û em dibêjin ger azadiya Rêbertî nebe azadiya me ji nîne. Rêbertî di aliyê fikir de ji me hemûyan azadtire. Em hebûna xwe di hebûna Rêberti de dibînin û fikir, bir û baweriya xwe ji Rêberti digirin. Lewra em bi hêviyên pir mezin tevdigerin. Perwerde ji bo me xalekî nevegere û hertim Rêbertî dibêje, avakirina kesayetên rast bi riya perwerdê te avakirin. Em li ser vê bingehê di perwerdeyeki 12 rojan re derbasbûn û encamên pir girîng bidestxist.”

Hazar Uçar, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku perwerde ji bo wan xalakî jê neveger e û wiha got: “Nîqaşen hişmendiya heyî hatin kirin. Me karî di kesayetên xwe de hinek guhertinan çêbikin û paşkêtinên xwe bibînin. Me li ser kêm û kurtiyên xwe nîqaşkir û dahûrandinek mezin re derbasbûn. Rastekî gelek bi nirx a perwerde heye û ji ber ku tu rastiya xwe û rastiya dijminê xwe dibînî. Hemû mijarên perwerdeya me, bi hevdure girêdayî bû. Me 9 rehendên netewaya demoktratîk jî nîqaş kir û di navan 9 rehendan de ya ku herî zêde bala mirov dikşîne xala rastiya Rêbertî ya li dijî şerê taybet e. Em çawa dikarin xwe bigihînin hişmendiya azad û hişmendiyekê nû. Ji bo vê yekî jî dewreyekê pir xweş û bi keyf bû. Em li beramberî pergala heyî guhertin û vuguhertinên xwe yên nûjen derdixin pêş. Ji bo vê jî perwerde ji bo me xalekî jê neveger e.”

Mamoste hewl didin kesayetên azad ava bikin

Mamoste Kurdistan Manak jî da zanîn ku hewildanê bi perwerdeyê re di kesayeta xwe de nûbûnek çêbikin û wiha got: “Me xwest em bi dewreyekî perwerde pirsgirêkên xwe yên civakî û perwerdeyê bigrin dest û bi xwe re nûbûnek çêbikin. Em wek mamosteyên xweser me 12 rojan perwerdeyek dît. Em wek mamosteyên jin perwerdekarên civakê ne û ji bo pêşerojek azad zarokên wargehê perwerde dikin. Me hewil da di vê perwerdeyê de xwe berçavan derbas bikin. Me dît ku gelek pêwîstiya me bi perwerde heye. Divê em dem bi dem bi perwerdeyê xwe nûbikin. Em ê bi perwerdeyê xwe nasbikin, rastiya xwe bibînin û xwe birêxistin bikin. Çawa ku em wek mamosta hewl didin kesayetên azad avabikin, divê di serî de em kesayeta xwe jî azad bikin.”

Kurdistan Manak, da zanîn ku di dewreya perwerdeyê de gelek mijarên cuda dîtine û got: “Perwerdeya me 12 rojan domkir û me di perwerdeyê de gelek mijarên cuda dît. Me mijarên hevaltiya bi Rêbertî re, hevjiyana azad, têgin û têgeh û şerê taybet dît. Bi rastî jî herçiqas me van mijaran gelek caran dît jî, me dît ku cardin pêwîstiya me heye.”

Perwerdeyê ji bo xwe wekî nûbûnek dibînin

Kurdistan Manak, balkişand êrîşên li dijî jin û gelê kurd û wiha axivî: “Di roja me ya îro de êrîşek zêde li ser civak, nirxên civakê û civaka kurdan heye û di navan êrîşan de herî zêde jin tên hedef girtin. Lewre wek jin pêwîstiya me bi perwerde kirine heye. Ji bo ku em rastiya xwe, rastiya vê pergala heyî û desthilatdariya ku dixwaze hebûna me tune bike bizanîn, pêwîstiya me bi perwerde heye. Em perwerde ji bo xwe wekî nûbûnek dibînin. Me di her mijara hat dîtin de xwe dît û wek jin ji bo pêşerojek hîn zêdetir baştir riyên çareseriya pirsgirêkan dît. Navê dewreya perwerdeya me Azê Erdal a jina pêşeng a şoreşê ye. Divê em binavê wê jî bizanin ku wek jinek kurd di nava ewqas êrîşan de berpirsyariyên me çiqas mezin in. Ji bo ku em êrîşên dijmin vala derxin, hinek rêyên çareseriyê di me de avabûn.”

Kurdistan Manak, diyar kir ku armanc dikin kesayetên jin ên bi îrade û xwebawer avabikin û wiha got: “Em gelek xwebawerin ku bi vê perwerdeyê re wek kes bikaribîn, hîn zêdetir ji bo pêşeroja zarokên vê wargehê, bibin bersiv û hîn zêdetir pradîgmaya Rêber Apo ya ji me pêşkêş kiriye, bidin jiyîn. Her wiha hewl bidin zarokên vê civakê bixin xizmeta fikir û ramanên Rêber Apo û kesayetên bi îrade û xwebawer ava bikin. Em dikarin vê yekê encax bi perwerdekirinê misoger bikin.

Kurdistan Manal, destnîşan kir ku perwerde ji bo jinan gelek girînge û wiha got: “Herî zêde perwerde ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin e. Em dibînin ku bi her awayî êrîş, tundî û tecawîz li ser jinan tê meşandin. Dijminên me dixwazin bi van êrişan re rûmeta jinan binpêbikin, jinan wek madî bidin pêş û ji bo xwe wek amûrek bikarbîne. Lewra wek jin pêwistiya me bi perwerdekirinê heye. Pêwîste em wek jin bikaribîn xwe van êrişan rizgarbikin, xwebiparêzin û xwevegerin.”

Kurdistan Manak, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê wek jin xwe li qadên biperwerde bikin û wiha got: “Divê em fikir û ramanên Rêber Apo ku bi pradîgma xwe pêşkeşî me dike û ji bo me jiyanî dibine di jiyana xwe de jiyanî bikin. Bi perwerdeyê re di mirovan de hem di aliyê fikir û raman de û hem jî di aliyê jiyanî de bûyertin çêdibe. Ev guhertin jî ji kesekî derbasî kesek din dibe û bivî awayî belavê civakê dibe. Guhertinek pir biçûk jî dikare bandorên pir mezin bixwe re bine. Ji bo vê ez wek jinek dikarim bibêjim ku perwer ji bo jinan pêwîstek mezin e û divê em bi rojane xwe perwerde bikin, lêgerîn bikin, bihûrbin bikin û bixwiynin. Divê em wek kes hem di mala xwe, hem li qada ku kar dikin û hem jî civak û cihana jiyan dikin de hebûna xwe berdewam bikin û bi awayekî azad bijîn. Lewra perwerdeya li esasê pradîgmaya Rêbertî ji bo me heyînek jiyanî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar