Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jin berxwedan e û divê ev berxwedan bê mezinkirin

Jinên Kurdistan û Tirkiyeyê derbarê 8’ê Adarê de axivîn û diyar kirin ku divê hemû jin li qadan bibin dengê Leyla Guven û daxwaza wê biqîrin

Bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin û îsal dê grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê  Leyla Guven bi rakirina tecrîda l ise Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, derkevin pêş. Derbarê çalakiyên 8’ê Adarê de jinên Kurdistan û Tirkiyeyê axivîn û diyar kirin ku ew bi ruhê berxwedan Guven dakevin daqan û azadiyê biqîrin.

Derbarê mijarê de endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosa ya ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne Elîf Tîrenç Îpek Ulaş axivî.

Ulaş diyar kir ku piştî OHAL’ê bi girtina saziyan re li ser hewcedariyên jinan komeleyeke bi vî rengî avakirine û anî ziman ku armanca wan a herî mezin têkoşîna li hemberî şîdeta li ser jinan e û hewl didn ji daxwazên jinan re bibin bersive.

Di axaftina xwe de Ulaş bal kişand ser tecrîd û grevên ku ji bo tecrîdê hatine destpêkirin û da zanîn ku tecrîda li ser gelê kurd girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye û ji ber vê jî dê di 8’ê Adarê de grevên birçîbûnê rojeva wan a sereke be.

Her wiha Ulaş diyar kir ku ji bo 8’ê Adarê yek ji qadên têkoşînê ye û bang li hemû jinan kirin ku ji vê qada têkoşînê dûr nekevin.

Em di 8’ê Adarê de azadiyê biqîrin

Jinên Erdîşê ya Wanê jî têkildarî 8’ê Adarê de axivîn. Jinan bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û dan zanîn ku dê roja 8’ê Adarê daxwaza Guven û hemû girtiyên ku ketine greva birçîbûnê bînin ziman û wiha gotin: “Em silavên xwe ji Leylayê re dişînim û berxwedana wê silav dikin. Baweriya me tam e ku dê berxwedan azadiyê bîne. Leyla Guven ji bo jiyanek bi rûmet bedena xwe kiriye mertal. Banga me ji bo jinan ev e ku bi ruhê Leyla Guven bimeşin qadên 8’ê Adarê û bibin dengê berxwedanê. Werin em bi hev re meşaleya azadiyê li qadên 8’ê Adarê pêxin.”

Bi ruhê pêşengê xwe roja xwe pîroz bikin

Jinên Kobanê têkildarî 8’ê Adarê axivîn û diyar kirin ku dê 8’ê Adarê bi ruhê pêşengên xwe pîroz bikin.

Zozan Ibrahîm anî ziman ku bajarê Kobanê bi berxwedana xwe tê naskirin û çavkaniya têkoşînê ye û wiha got: “Yên ku pêşengiya vê berxwedanê kirin jî jin in. Loma em ê li Kobanê 8’ê Adarê bi ruhê jinên leheng pîroz bikin.”

Jina bi navê  Ayde Şêx Mihemed jî ev tişt anî ziman: “Em ê 8’ê Adarê bi ruhê pêşengên xwe pîroz bikin. Ne tenê di 8’ê Adarê de divê her roj jin ji bo azadî, aştî û wekheviyê li ser pêya bin.”

Berxwedan jin e û em ê berxwedanê mezintir bikin

Jinê Efrînê yên kul i Kantona Şehbayê bi cih bûne, destnîşan kirin ku dê bi ruhê têkoşîna Leyla Guven 8’ê Adarê pîroz bikin û wiha gotin: “Em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo û li jinên Kurdistanê û li tevahî jinan pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li berxwedana Leyla Guven xwedî derkevin û ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe bide. Berxwedan jin e û em ê vê berxwedanê mezintir bikin.”

Li qadên 8’ê Adarê dê jin ji bo Guven biqîrin

Jinên Partiya Şoreşger bi dirûşma ‘Rizgariya jinan berxwedan e’ û jinên SKM’î jî bi dirûşma ‘Em bixwazin wê jiyan rawest e di 8’ê Adarê de em jiyanê rawestînin’ dê roja 8’ê Adarê li Enqereyê dakevin qadan. Derbarê 8’ê Adarê û berxwedana Leyla Guven de jinan diyar kirin ku dê greva birçîbûnê ya Guven di 8’ê Adarê de li qadan biqîrin.

Her wiha endamên Jinên Kedkar (EKA) ên Stenbolê jî dan zanîn ku divê hemû jin li qadên 8’ê Adarê de dengê Leyla Guven bilind bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar