Li Îranê 1’ê sibata 1979’an de bi xistina Şahê Îranê Muhammed Riza Pehlevî Komara Îslamê hate avakirin û ev yek weke “şoreş” hate nirxandin. Têkoşîna jinan a li dijî rejîma hatiye avakirin ev 44 sal in bênavber berdewam dike. Têkoşîna jinên Rojhilatî û Îranî, her ku çû destkeftiyên xwe bêhtir bi pêş xistin. Jin îro bi felsefaya “Jin, jiyan, azadî” ku her kes li dor civiyaye, ji sînoran derbas bûye.
Şoreşa ku jin piştgirî dabûnê, bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a Îslamê, mafên jinan bi dest xistibûn hatin desteserkirin, têkoşîna jinan bi vê pêvajoyê bêhtir çalak bû û yekem carê jin weke bertek di Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 8’ê Adarê de, daketin kolanan. Rakirina qanûna ku temenê zewacê bilind dikir, zewaca bi gelek jinan re ji holê radikir û mafê dest jê berdanê dida jinan, bi qebûlkirina Qanuna Parastina Malbatê ya 1967’an ve hat betalkirin. Bi qanûna nû re jin rastî sepanên weke, cil û bergên li gorî şerîetê li xwe kirin, qedexekirina gelek pîşeyan, astengkirina teqawîtbûna pêşwext, qedexekirina kontrolkirina ducanîbûnê, kurtajê, astengkirina gerê, mafê mîrate û perwerdeyê hatin. Jinan têkoşîna xwe bi kuştina Jîna Emînî bilîndî asteke jortir kirin. Têkoşîna jinan a 44 salî, piştî qetilkirina Emînî, bi felsefeya “Jin, jiyan azadî” re gur bû, ji nasnameyan derbas bû û belavî tevahiya cîhanê bû.
Berdevka Koalîsyona li Dijî Tundiyê ya li Ingilistanê ava bûye Rouhi Shafii ku piştî gûherîna rejîma sala 1979’an rastî zextan hatiye, piştî girtin û darvekirina gelek hevalên xwe neçarî koçkirinê maye, têkildarî 25’ê Mijdarê, derbarê têkoşîna li Îranê, bi ajansa me re axivî.
Pêşî çav berdan mafên jinan
Shafii anî ziman ku dema Humeynî hat rêveberiyê ewilî wekheviya zayenda civakî, rakir refê û wiha pê de çû: “Dewleta Îslamê ji roja ewil da zanîn ku jin hebûneke ku nikare bi zilaman re wekhev be. Jinan wek cinsekî cuda dît. Hêdî hêdî şerpe hat ferzkirin, hin qadên xebatan û perwerde hate qedexekirin. Jinên dixebitîn û xwendevanên zanîngehan ên jin, bûn qurbaniyên ewil ên hikûmetê.”
Shafii anî ziman ku jin ji roja destpêkê ve qanûnên şerîetê qebûl nekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên xwende ên Îranê bi Humeynî û hikûmeta nû ava bûbû re, li hev nedikirin û ev yek di 8’ê adara 1979’an de bû remzekî derveyî. Di sala 1979’an de hezaran jin di kolanên Tehranê de meşiyan û daxuyaniyên Humeynî şermezar kirin. Ji wê rojê ber bi îro ve jin bi tu awayî li dijî hikûmeta îslamî têk neçûn. Jin bi çend nifşan ve di têkoşîna xwe ya cil û bergan, perwerde û azadiya xebata xwe de israr kirin. Rûyê cihêkariyê, di nava salan de hinekî biguhere jî, di hin mijaran de wekî xwe ma. Xalên bingehîn ên cihêkariyê di qadên perwerde, hilbijartina kar, zewac, cihêkariya dest ji hev berdanê, welayeta zarok, mafê gerînê, cihêkariya darizandina jin û zilaman de, her hebû.
Jin bi kampanyayên îmze û cudatir ve, daxwazên xwe heya astekê di civakê de dan rûniştandin. Di vê pêvajoyê de zextên hişk û girtinên kêyfî, îşkenceyên fizîkî û ferasetî, bandoreke neyînî li ser rêxistinên jinan kirin. Herwiha nifşên nû bi çalakiyên bêîteatiya sivîl, derketin pêşberî rayedarên desthilatê û hin daxwazên xwe dan kirin. Berdêla hin serhildan û çalakiyan jî giran bû.”
Kuştina Jîna Emînî
Shafii çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li navenda binçavkirinê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Jîna Emînî veguherandina çirûska di bin xweliya zext û tirsê de bûye agir e. Çalakî wekî pandemiyekê bingeha desthilatê hejand. Kuştina Jîna Emînî ya ji hêla hêzên geştî îrşadê rojekê li Tehranê ji ber porê xwe negirtibû, lêdana wê û jiyana xwe ji dest dana wê cinayet bû. Piştî mirina ev keça kurdistanî, desthilat tiştên ewqas derveyî aqil kirin kû, bûyer bû agireke ji xweliya xwe pêkiyayî.”
Shafii balê kişand ser giringiya çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” ên welat û wiha pê de çû: “Ev tevger çalakiyên jinên îranî, xwe gihand quncikê herî biçûk ê cîhanê. Lê belê di pêvajoya van çalakiyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Dehan ciwanên zarok ên wekî Nîka û Sarîna bi awayê herî hov hatin qetilkirin û laşên wan ên perçekirî, hatin dîtin. Desthilatê sedan jin kuştjin, avêtin hefsê lê belê heya îro nekarî bi jinan gavekê paş ve bide avêtin. Berteka desthilatê ya şoreşa “Jin, jiyan, azadî” kuştin, avêtina hefsê, qewirandin, birîna cezayê pereyan bû, lê belê jin bi wêrekiyeke bêhempa li dijî vê yekê derketin. Jin hilgirtina ala desthilata ku hebûna wê girêdayî porê jinan e, bi awayekî zelal qebûl nekirin.
Daxwaza jinan wekhevî ye
Di dawiya axaftina xwe de Shafii da zanîn ku jin tevî hemû êrişên rejîmê, jin xwe wekî “mexdûr” nedîtin û ev tişt gotin: “Daxwazên jinan zelal in. Jin di her qadekê de dixwazin bi zilaman re wekî hev bin. Tundiya li ser jinên Îranê tê birêvebirin dibe çîrokeke bi hezaran rûpel. Lê belê hewce ye em bêjin ku jin bi tu awayî naxwazin xwe weke mexdûr nîşan bidin. Li gorî rêjaya xwendin û nivîsandina sala 2020’an a jinan ji sedî 85,5 e. Ev rêje ji bo zilaman bû ji sedî 80, ankû ji jinan kêmtir. A niha jî tevî hemû astengiyên desthilatê, rêjeya tevlîbûna jinan a perwerdeyê ji sedî 65 e. Tevî xwe gihandina amûrên ragihandinê, zilamên ku îro derbarê mafên jinan de hestiyartirin. Em hêvîdarin ku dê êdî jin weke zayendek û amûrekî zêdebûnê neyên dîtin û têkçûna vê desthilatê nêzîk e.”