Meclisa Jinan a HDP’ê dirûşma xwe ya hilbijartina herêmî diyar kir. Meclis dê bi dirûşma ‘Jin bi hev re’ dê dakeve qadan
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna danasîna namzetên hevşaredarên jin ên hilbijartina herêmî ya 31’ê adara sala 2019’an a li Amedê pêk bîne de, dê Danezana Hilbijartinê aşkera bike. Meclisa Jinan a HDP’ê, di heman demê de ji bo hilbijartina herêmî dirûşma ‘Jin bi hev re’ diyar kir.
Hunermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) hatin gel hev û bi heman dirûşmê strana hilbijartinê jî amede kirin û strîn.
Strana jinên MKM’ê amade kirine wiha ye:
“Jin zarok û ziman e
Hêza hezar salan e
Ax û av û giyan e
Em hêviya gelan e
Bi tîna agirê Adarê
Silavek bidin biharê
Berxwedana jinên azad
Ronî da zindan û qadan
Gava jin daket kolanan
Reng dide gund û bajaran
Ew yê me ne, ne yê we ne
Şar û bajar tev yê me ne
HDP partiya jinê ye
Jin xwediya welatê xwe ye
Em bi ceng û hewar in
Dîroka nifşê ciwan in
Nîşana li ser alan in
Destana jinên şepal in
Li hemberî rûreşiyê
Em in mohra azadiyê ” AMED