Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Jin bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ daketin qadan

Navenda Nûçeyan |

Li gelek bajarên Ewropayê jin bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.

MONTPELLIER: Li bajarê Montpellîer ê Fransayê 8’ê Adarê bi meşekê hate pîrozkirin. Bi pêşengiya komên femînîst ên fransayî bi hezarna kes li Place de I’Europe li hev kom bûn û meşiyan. Jinên kurd jî bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘La femme, la vîe, la lîberte’ beşdarî meşê bûn.

KÎEL: Bi wesîleya rojê li bajarê Kîel ê Almanyayê jin meşiyan. Di meşê de alên YPJ’ê û posterên jin ên pêşeng ên şoreşger hatin hildan. Di çalakiyê de îşaret bi tundiya li jinê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan jinan mîna koleyan dibîne.

HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîm ê Almanyayê jin saet di 13:00 de li stasyona trenê li hev kom bûn û heta navenda bajêr meşiyan. Piştre mîtîngek li dar xistin. Li ber stranên Koma Navendê 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

BRAÛNSCHWEÎG: Jinên ku bi wesîleya 8’ê Adarê li bajarê Braûnschweîng ê Almanyayê li hev kom bûn, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ meşiyan. Di çalakiyê de peyamên TJK-E û Women Defend Rojava hatin xwendin.

KASSEL: Li bajarê Almanyayê li Kasselê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. Jinên ku li Haûptbahnhofê li hev kom bûn heta zanîngehê meşiyan.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Almanyayê 8’ê Adarê li Marîenplatzê ya li pêşiya Şaredairya Munchenê bi meşekê hate pîrozkirin. Tevî Meclisa Jinê ya Sara her wiha zêdeyî 30 saziyên jinan tev li meşê bûn. Belavoka Tevgera Jinên Kurd a ji bo 8’ê Adarê di çalakiyê de hate xwendin.

FREÎBÛRG: 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Jin ên ciwan ên beşdarî çalakiyê bûn dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîriyan. Çalakî bi govend û stranan bi dawî bû.

KOPENHAGEN: Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê li taxa Îshojê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Meclisa Jinê ya Sêvê tevî rêxistinên civakî yên sivîl 3 panel û semînerên cuda li dar xist. Di çalakiyan de berxwedana jinên kedkar ên cîhanê hate silavkirin.

ATÎNA: Li paytexta Yewnanistan Atînayê pîrozbahiya 8’ê Adarê li qada Akademîyê bi konserekê dest pê kir. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya 8’ê Adarê û têkoşînê. Piştre jin ber bi Parlamenta Yewnan ve meşiyan. Jinên kurd di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ’ê hildan.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û aktîvîstên jin 8’ê Adarê bi çalakiyeke hevpar pîroz kirin. Bi sedan kes li Haûptplatzê bi vê armancê li hev kom bûn û heta Rosselmuhl parkê meşiyan. Li gel xwendina peyamên saziyan her wiha stran hatin gotin û govend hate gerandin.

AMSTERDAM: 8’ê Adarê li paytexta Hollanda Amsterdamê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Jinên kurd, arjantînî, fîlîpînî, îranî û hollandayî beşdarî çalakiyê bûn. Piştre bi hezaran jin ji Dam Pleînê ber bi Mûseûm Pleînê meşiyan. Di meşê de alên TJK-E û YPJ’ê, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Hevîn Xelef û Arîn Mîrkan hatin hildan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar