Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Çarşamba - 9 Ekim 2024

Jin bi Navenda Jiyanê ya Jinê bi hêz û ewle dibin

Berpirsa Navenda Jiyanê ya Jinan a Peyasê Berîvan Suleymanoglu Yaşa diyar kir ku navenda jiyanê ji bo jinan derfetên aktîvîteyên sporê yên rehet û biewle pêşkêş dike û wiha axivî: “Ligel vê ev piştgiriyê dide wekheviya zayenda civakî jî. Jin dibin xwedî hişmend.”

Zextên li ser jinan didomin û di her qada civakê de qadên ji bo jinan tên tunekirin. Jin ji gelek mafî bêpar tên hiştin. Bêguman têkoşîna jinan a li dijî vê didome. Yek ji qadên ku ji bo jinan têdikoşe şaredarî ne. Şaredarî bi navendên jiyanê yên jinan hewl didin jinan zêdetir derxin pêş û derfeta ku ji modela zîhniyeta serdest a mêr xilas bibin diafirînin. Yek ji van şaredariyan jî ya Peyas a Amedê ye.
Berpirsa Navenda Jiyanê ya Jinan a Peyasê Berîvan Suleymanoglu Yaşa der barê xebatên navendê de axivî.

Berîvan diyar kir ku jin li navendê di hawirek rehet de derfeta ku sporê bikin dibînin û got: “Em di qada sporê de xizmetê didin jinan. Bi armanca di alî fîzîkî de em piştgiriyê bidin tenduristiya wan em xebatan dimeşînin. Di heman demê de di alî psîkolojîk de jî xwe rehet hîs dikin. Divê ev navendên wisa li her derê Peyasê bê vekirin. Daxwaz gelek zêde ye. Dibe ku ev der têr neke. Hewcedariya hemû jinan ji bo tiştekî wisa heye. Ligel vê ev piştgiriyê dide wekheviya zayenda civakî jî. Jin dibin xwedî hişmend.”

Berîvan destîşan kir ku ji 18 salî şûnde jin dikarin serlêdanê bikin û wiha berdewam kir: “Em li vir bi 6 seansan pêş dikevin. Ev der sibehê saet di 08.00’an de vedibe û êvarê heta navbera 20.30-21.00’ê didome. Em bi awayekî du koman xebatên xwe dimeşînin. Her roj vekiriye. Roja yekşemê roja telefiyê ye. Roja yekşemê tenê em saet di 10.00’an de vedikin û 18.00’an de digirin. Cardîo, fîtnes, plates tên dayîn. Du hevalên me yên diyetîsyen hene. Jin tenê ji bo kîlo bidin nayên navendê. Jin dema tên vir moralê wan nebaşe, hema moral digirin. Kêfa wan tê cih. Moralê wan baş dibe. Bi piştevaniya mamosteyan tên ser xwe. Muzîka tê lêdan bi zimanê dayikê ye. Ji ber vê jin kêfxweş dibin. Pêvajoya pêş de wê dersên cuda jî cih bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar