Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jin bi projeya çandiyê ambargoyê vala derdixin

Zeyneb Ehmed diyar kir ku taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê 6 sal in di bin ambargoyê de ye û wiha axivî: “Ev ambargo ji gelek aliyan ve bandorê li ser taxê dike. Ya herî girîng jî bandorê li ser beşa aborî dike. Ji bo em jî aboriya taxê ji nû ve rakin em dixebitin. Ji bo demên pêş em ê projeyên xwe yên çandiyê berfireh bikin."

Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê 6 sal in di bin ambargoyeke dijwar de ne. Jinên taxê bi pêşengiya Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê ji bo valaderxistina amborgoyê projeya çandiniyê  xistine meriyetê û ev xebat her roj berfireh dibe. JIna li herêma bi navê Şiqeyêf a dikeve aliyê xerbî yê taxê sîr, pîvaz, darên hinarê, îsot, bacan, baqil û gul hatine çandin. Ev proje wê berfirehtir bibe. Di demên pêş de ji bo çandina cureyên din ên ji sebze û fêkiyan jin wê xebatên xwe bidomînin. Ev xebat jî ji bo bi welatiyên taxê re bibe alîkar tê kirin.

Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Zeyneb Ehmed di destpêkê de behsa çandiniya bi destê jinan kir û wiha got: “Çandinî weke çandekê ye û jinan parastiye. Ji destpêka civakbûna mirov bi taybet di serdema neolotîkê de jin her bi çandinî û komkirina giya re mijûl dibûn. Her tişt bi destê xwe dikir û ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe û civakê dibû afrîner. Bi giştî jin di wê demê de zêdetir bi xweza û çandinê yê re têkildar dibû. Jinan ev kar kir çandek û bi xwe re heta roja me ya îro da dewamkirin. Bi taybet vê çandê di nava civaka kurd de zêdetir hebûna xwe parast.”

Zeyneb Ehmed bi lêv kir ku çandinî di nava xelkê Efrînê de zêdetir bi pêş ketibû û wiha got:”Civaka Efrînê yek ji wan civakan e ku herî zêde bi çandinêyê re mijûl dibûn û bi çandina darên zeytûnê tên naskirin. Jin jî bi karê çandiniyê mijûl dibûn lewma civaka Efrînê bi ku de diçû li wî cihî dar diçandin û ji xwe re dikirin wargeh.”

Projeya çandiniyê bi destên jinan bi ser ket

Di berdewamiya axaxftina xwe de Zeyneb Ehmed bal kişand ser armanca wan a ji bo avakirina vê pirojeyê û wiha axivî:”Taxa Şêxmeqsûdê 6 sal in di bin ambargoyê de ye. Ev ambargo ji gelek aliyan ve bandorê li ser taxê dike. Ya herî girîng jî bandorê li ser beşa aborî dike. Ji bo em jî aboriya taxê ji nû de rakin em dixebitin. Ji bo demên pêş em ê projeyên xwe yên çandiyê berfireh bikin. Tevahî jinên di komînên me yên xweser ên di taxê de ji bo biserxistina vê projeyê bi me re bêhtir bûn alîkar. Ji bo pêşxistina aboriya jinê em ê vê projeyê bidin dewamkirin. Bi alîkariya komînên taxê û bi taybet bi alîkariya jinan îro ev projeya me bi ser ket.”

Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê da diyarkirin ku ew ê ji vê bêhtir komîteya xwe ya aborî bi pêş bixin û wiha got:”Ji sala 2019’an de ye li vê taxê komîteya aborî hat avakirin lê zêdetir xwe bi pêş nexistibû. Di roja me ya îro de ev komîte xwe zêdetir bi rê ve dibe. Ji bo zêdetir  derbasbûna me ya di nava meclis û komînên taxê de em dixebitin. Ji ber ku ji bo biserxistina civakê hîmê herî bingehîn aborî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar