Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...
Perşembe - 18 Temmuz 2024

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Jin bi serlêdana namzetiyê ji dagirkeran re bûn bersiv

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya têkildarî serlêdana jinan a ji bo namzetiyê de got ku eleqeya mezin a jinan ji sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire re peyameke girîng e.

Xebatên DEM Partiyê yên li ser hilbijartinên herêmî bênavber didomin. Parlamentera Partiya DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya derbarê hilbijartinên herêmî û polîtîkayên qeyûm axivî. Kaya anî ziman ku hikûmet ji ber destkeftiyên jinan di serî de hevserokatiyê ji bo xwe tehdîd dibîne, hewl dide hevserokatiyê krîmînalîze bike û wiha got: “Bi dijberiya îdeolojîk êrîşî hemû tiştên baş dikin. Têkoşîna jinê, rêveberiya jinê û temsîliyeta wekhev ji bo xwe weke xeteriyeke cidî dibînin.”

‘Hişmendiyeke ku vîna gel ji nedîtî ve tê ava kirine’

Kaya da zanîn ku tayînkirina qeyûman pêkanînek dijdemokratîk a li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye. Kaya got ku ev polîtîkaya ku îradeya gel ji nedîtî ve tê û bê bingeh e û wiha axivî: “Em dibînin ku hişmendiyeke ku vîna gel ji nedîtî ve tê û berxwedana gel a li dijî polîtîkaya pişavtinê paşguh dike xistine şaredariyan. Belê, bi salan e vê yekê bi rêbazên cuda kirin. Şandina qeyûman ji van rêbazan yek jê ye. Dema ku ev rêbaz xistin meriyetê bi taybetî êrîşî destkeftiyên jinan û xebatên jinan kirin. Ji van a herî girîng sîstema hevserokatiyê ye, ya din jî mekanîzmayên ku ji bo xurtkirina tevna hevgirtina jinan, kooperatîf, navendên şêwirmendî û hevgirtinê yên hatine avakirin û stargeh bûn.”

‘Şaredariyên gel li cîhanê bûbûn mînak’

Di berdewamiya xwe de Kaya bal kişand ser karektera dewleta Tirk a tekparêz, nîjadperest û zayendperest û wiha pê de çû: “Şandina qeyûman domandina vê hişmendiyê ye. Naxwazin jin di tu qadan de bibin xwedî hêz û li şaredariyan temsîliyeta wekhev bikin. Şaredariyên li bajarên kurdan xebatên baş dikirin û ji cihanê re jî bûbûn mînak. Şaredariyên gel bi xebata xwe şaredariyên wan jî teşhîr dikir û ev jî wan aciz dikir. Tenê nikarîbûn şaredariyên me bi dest bixin, tiştên ku bi vîna xwe nekarîn bi dest bixin jî desteser kirin. Dizî, xesp û gendelî xistin şaredariyan.”

‘Modela hevserokatiyê krîmînalîze dikin’

Kaya bi bîr xist ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîna jinên Kurd pêk hat û bûye fermî. Kaya wiha berdewam kir: “Êdî her partî dikare pergala hevserokatiyê bi awayekî qanûnî bi kar bîne. Di şaredariyan de jî pergala hevserokatiyê pêk aniye. Bêyî ku jin di qadekê de sînordarkirî bimînin, bi vê modêlê re jin di hemû qadên jiyanê de tev lirêveberiyên xwecihî bibin. Ev sê serdemên dawîn e ku em vê modelê li şaredariyan pêk tînin. Hîn aliyê şaredariyan de nehatiye asta statuyeke qanûnî. Têkoşîna me ya ji bo vê jî berdewam dike. Helbet ev ji bo hikûmetê pirsgirêkeke pir krîtîk e, vê yekê weke gef dibînin û ji ber vê yekê jî hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Praniya cîgirên me yên jin hîn girtî ne û piraniya wan jî piştî demek dirêj di girtîgehê de bûn, vê dawiyê hatin berdan. Gultan Kişanak di vî warî de gelek girîng e, kesayetek siyasî ye. Tevî ku cezayê wê qediyaye jî dîsa dîl tê girtin. Wek gef tê dîtin. Di têkoşîna jinên Kurd û pergala hevserokatiyê de kedeke girîng dan. Çawa ku îro bi dehan hevalên me yên TJA’yê û hevserokên jin di zindanan de ne û tên darizandin, sedema bingehîn a vê jî hêza destkeftiyên me yên jinan e. Têkoşîna jinê, rêveberiya jinê, temsîliyeta wekhev ji bo xwe weke metirsiyeke cidî dibînin û li her qadê hewl didin me bisînor bikin.”

‘Wê bi biryara hevpar a pêkhateyê derkeve holê’

Parlamenter Kaya da zanîn ku piştî hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê gelek rexne li stratejiya partiyê hatin kirin û wiha got: “Rêveberiya partiya me ev rexne nirxand û bi xwerexnekirineke xurt em ê têkevin hilbijartinên herêmî. Ji bo vê yekê jî civîn û kombûnên gel ên hêzdarkirin û pêşxistinê hatin lidarxistin. Ev civîn ji bo me gelekî berhemdar bûn. Di vî warî de hemû biryarên derbarê hilbijartinên herêmî de hatine girtin gelek girîng in. Hem di pêvajoya diyarkirina namzetan û hem jî di pêvajoya piştre de me dest bi serdemeke demokratîk kir. Namzetên wê bi pêşhilbijartinan bên diyarkirin û gel wê bi xwe namzetê xwe hilbijêre. Ji rêxistinên sivîl bigire heta esnaf, navçeyên biçûk jî di nav de dê li her derê dengê xwe bidin. Encam wê bi biryara hevpar a pêkhateyê derkeve holê û em vê yekê pir girîng dibînin. Em ê li cihên ku ji aliyê nifûsê ve em bi hêz in bi namzetên xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Li bajarên mezin, hesasiyeta her kesî li ber çavan bê girtin. Ev pêvajoya hilbijartinê jî wê bikaribe bi hêz xwe birêxistin bike. Ev wê me ber bi destkeftiyên erênî ve bibe.”

Kaya diyar kir ku ji ber ku di serlêdanên namzetên jin de zêdebûneke mezin çêbûye, dirêjkirina serlêdanê bi rastî jî baş bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevalên me yên ku bêbiryar bûn, dema ku pêvajo hat dirêjkirin herî kêm eşkere bûn û serlêdan kirin. Bi taybetî serlêdanên namzetên jin ên zêde, ji bo sîstema ku hevserokatî û destkeftiyên jinan hedef digire peyameke girîng e. Di encama van hemûyan de em dibînin ku pêvajoya hilbijartinê wê gelekî xurt derbas bibe. Her wiha me di nava gel de vîneke gelekî cidî û xurt a ji bo şandina qeyûman dît. Gel dixwaze ji qeyûman xilas bibe û şaredariyên xwe paşde qezenc bike. Werin em mekanîzmayên ku wê hêzê bidin jinan û jinan ji tundiyê biparêzin diyar bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin her kes bi xurtî beşdarî vê pêvajoyê bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar