Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Jin bi şikandina tundiyê tecrûbeyên serkeftî bi dest dixin’

Damezrînera Însiyatîfa Bar Aman Mayar Makkî diyar kir ku berê jin nikaribûn ber bi serkeftinê ve gavan davêjin û wiha got: “Jinên ku bi derbaskirina astengiyan jiyana dixwazin avakirine jî hene. Ev tercubeyên serkeftî yên jinan gelek bandor li min kirin.”

Damezrînera Însiyatîfa Bar Aman a Îskenderûnê Mayar Makkî der barê bandora xebatên wan ên hişyarkirinê yên li ser jiyana jinan de ji JINHA’yê re axivî. Mayar Makkî da zanîn ku jin bi xebatên hişyarkirinê re zêdetir wêrektir dibin û tiştên dijîn tînin ziman û destnîşan kir ku di civakê de jî hişmendiya jinan heta astekê hatiye şikandin.

Mayar Makkî, diyar kir di nava xebatên hişyarkirinê de Komxebatên Vegotina Çîrok jî li dar xistine û wiha got: “Jinên ku tevli van atolyeyan dibin, dikarin tundiya dibînin jî vebêjin. Me ferq kir ku jin êdî tecawiz û tundiya zayendî jî di nav de dikarin gelek cureyên tundiyê yên ku berê rast hatine lê nikaribûn behs bikin, vedibêjin.” Mayar Makkî, destnîşan kir ku yek ji destkeftiyên ku jinan bi dest xistine êdî xwe wek qurban nabînin û wiha got:

“Jinan biryar da ku binpêkirinên di civakê de dijîn aşkere bikin. Jin êdî behsa tundiyê dikin û riya rizgarbûna ji vê yekê dihilbijêrin. Ji rola mexdûr direvin û kiryaran eşkere dikin. Di pêvajoyên demên dawî de gelek sazî atolyeyên vegotina çîrokan li dar dixin. Di van komxebatan de rûniştinên koman tên lidarxistin û ji bo jinan piştgirî tê dayîn. Vekirina dosyayên veşartî yên li cihên taybet û giştî, ji bo jin xwe zêdetir rehet pênase bikin roleke mezin lîst.”

‘Tercubeyên serkeftî yên jinan gelek bandor li min kirin’

Di domandina axaftina xwe de Mayar Makkî gotina jineke ku tevli Atolyeya Vegotina Çîrokan bûye gotiye “Dibe ku ev li gel we rûniştina min a dawî be, ji ber ku ez di nava maleke kilîtkirî me û derketina min a derve hatiye qedexekirin” parve kir û wiha got: “Jin bi awayekî bêdeng êşê dikşînin. Ev rûniştinên piştgiriyê yên koman jinan teşwîqê vegotinê dikin. Ji ber ku çîrokên gelek bi vî rengî hene, min hewce dît vê nimûneyê bidim. Jinên ku bi derbaskirina astengiyan jiyana dixwazin avakirine jî hene. Ev tercubeyên serkeftî yên jinan min gelek bi bandor kirin. Zarokek keç a rastî tundiya malbatê dihat hebû. Ji bo neçe dibistanê dest û milên wê şikandibûn. Lê tevî tundiya ku rast hatibû jî perwerdeya xwe bi bûrsê qedand. Piştre lîsansa bilind temam kir. Tevî sînorên hatine sepandin jî tişta xwest pêk anî.”

Mayar Makkî da zanîn zarokek keç a xeyala wê ya rojnamegeriyê hebû lê rastî astengiya malbata xwe hatibû lê niha rojnameger e û lêkolînên serkeftî dike û wiha got: “Tecrubeyên bi vî rengî îlhamê didin. Derketina ji çerxa tundiyê pir girîng e. Ji bo jin xeyalên xwe pêk bînin divê ji qalibên hatine avakirin rizgar bibin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar