Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin bi xemlên netewî herikîn Binarê Qendîlê

Şahiya 8’ê Adarê ya li Binarê Qendîlê bi tevlibûna bi sedan jinan li gundê Dêra Kotirê pêk hat. Di pîrozbahiya 8’ê Adarê de peyama KJK, RJAK û çalakvana greva birçîbûnê Fadîle Tok hatin xwendin. Di peyaman de hat gotin ku divê li dijî tecrîdê berxwedan bê bilindkirin

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) li gundê Dêra Kotirê ya Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk hat.

Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ji hemû deverên başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Binarê Qendîlê jin herikîn qada pîrozbahiyê. Her wiha ji rojhilatê Kurdistanê jî gelek jin beşdarê pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, PAJK,  KJK, KCK, RJAK, Tevgera Azadî, posterên Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên jin ên şehîd hatin xemilandin.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi navê Komîteya Amadekar a pîrozbahiya 8’ê Adarê hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Gulale Mihemed xêrhatina mêvana xwest. Gulale di destpêka axaftina xwede silav li Ocalan kir û diyar kir ku ew afirînerê jina azad e û her wiha di şexsê Leyla Gûven de hemû jinên berxwedêr jî silav kir û 8’ê Adarê li hemû jinên kurd û cîhanê pîroz kir.

Piştî xêrhatinê peyama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK), RJAK û Tevgera Azadiyê hatin xwendin.

Evîn Zîlan peyama KJK’ê xwend. KJK’ê 8’ê Adarê li Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê û hemû jinên azadîxwaz pîroz kir û diyar kir ku jinên kurd li Kurdistanê bi zanist û ruhê berxwedanê ya dîrokî bûne pêşengên têkoşîna azadiyê û parêzvanên jin û gelê kurd.

‘Azadiya me bi azadiya Rêber Apo gengaz e’

KJK’ê îşaret bi azadiya Ocalan jî kir û ev tişt anî ziman: “Jiyan û azadiya jiyan li gel azadiya Rêber Apo mîsoger dibe. Em jiyaneke bê Rêbertî qebûl nakin. Niha di şexsê Rêber Apo de hemû jin tên tecrîd kirin. Divê em bi dirûşam ‘Tecrîdê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ têbikoşin.”

Metirsî li ser jiyana Guven û berxwedêran heye

Di peyama xwe de KJK’ê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û ev nirxandin kir: “Niha bi sedan kes di grevê de ne û her roja paştir metirsî li ser jiyana wan çêdibe. Berxwedana berxwedêran li gel berxwedana Rêber Apo ya li zîndana Îmraliyê berdewam dike. Ji ber vê divê jin û tevahî gelê kurd berxwedana xwe mezin bikin, ji ber berxwedan ji bo jiyaneke azad e. Erka me jinan e ku em berxwedanê geş bikin. Divê em li dijî dagirkerî, faşîzm û tecrîdê bi ruhê çalakgerên greva birçîbûnê têkoşînê bigihînin lûtkeyê. Ger em yekgirtîbin û bi bîr û baweriya Sema Yûce, Rehşan Demîrel û Zekiye Alkanan têbikoşin, em ê têkoşîna 8’ê Adarê bi ya Newrozê re tacîdar bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna gerdûnî ya li dijî zayendperstî û eqliyeta baviksalar û faşîzmê mezin bikin.”

‘Em ê bi têkoşînê Rêberê xwe azad bikin”

Bi navê RJAK’ê jî Çinûr Pêncwênî axivî û berxwedana Ocalan a li Îmraliyê û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û wiha got: “Rêber Apo civaka ku jinê kolekiriye ji nûve avakiriye û sererast kiriye. Ji ber vê niha berdêla vê di girtîgehê de dide. Ji ber vê heta tecrîd hilneweşe em ê têkoşîna xwe bidomînin û bi têkoşînê Rêberê xwe azad bikin.”

Di şahiya 8’ê Adarê de peyama jinên Tevgera Azadî jî hate xwendin. Tevgera Azadî 8’ê Adarê li tevahî jinan û Ocalan pîroz kir û ji herkesê hate xwestin ku ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bilind bikin.

‘Azadiya Rêberê me nêz e’

Her wiha endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok a 51 roj e li Mexmûrê ji bo hilweşandina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, peyameke bideng ji bo şahiya 8’ê Adarê re şand.

Tok berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd, hemû berxwedêrên li zindanan û derveyî welat silav  kir û 8’ê Adarê li Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.

Tok diyar kir ku azadiya Ocalan nêz e û wiha got: “Serkeftina gelê kurd û azadiya Rêber Apo nêz e. Em ê li bakurê Kurdistanê dawî li faşîzma Erdogan û AKP’ê bînin ku dibêjin ‘bila kurd ji vir derkevin.’ Divê gelê me di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bide xwe û îradeya xwe. Ev di heman demê de dengdayîna mîmarê azadiyê Rêber Apo ye.”

Her wiha Tok ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê spasiya şervanên YPJ’ê jî kir û diyar kir ku ew ji bo azadiya gelan û gelê kurd canê xwe feda dikin, ji ber vê mînetdarê wan in. QENDÎL

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar