Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin çîrokparêzên bîranînê ne

Munewer Azîzoglu Bazan | 

Mijara ‘bîra kolektîf’ û wateya wê ya der barê avakirina nasnameya kesan û kolektîf de di lêkolînên li ser ‘bîr/bîranînê‘ de bi roleke girîng radibin. Lêkolînên der barê ‘bîra kolektîf’ de bi taybetî piştî şerê cîhanê ya duyemîn, li ser xebatên trawmayên gelê cihû, rê û rêbazên rizgariya ji trawmayê û stratejiya li dijî jibîrkirinê hatin bipêşxistin. Teorîsyenên ‘bîra kolektîf’ Jan û Aleîda Assmann di nivîsên xwe de bi taybetî li ser rola bîra kolektîf -di avakirina nasnameyeke nû de- disekinin. Di vê çarçoveyê de behsa du awayên ‘bîra kolektîf’ dikin: Yek jê ‘bîra danûstandinê (communicative)’ û ya din jî ‘bîra çandî (culturel)’ ye.

Li gorî Assmann, bîra danûstandinê nêzîkî 80 salan / bi veguhaztina devkî herî zêde bi 3 nifşan ve sînordar e. Di pêvajoya bîra danûstandinê de, ku wekî teşeyeke ‘bîra kolektîf a rojane’ tê pênasekirin, serpêhatiyên kesane yên biyografîk navendî ye. Ji ber vê yekê, ew nêzîkî jiyana rojane ye, nefermî ye û bi hin mijar û kesên taybet ve girêdayî ye. Ev tê vê wateyê ku metirsiya jibîrkirinê tê de heye. Ligel bîra danûstandinê, li ser paşerojeke nêz jî disekine, bîra çandî paşeroja dûr di nav xwe de dihewîne. Xalên wê yên qewîn hene. Bûyerên dîrokî yên bandora xwe li ser civakan, gelan û koman kirine û bîranînên wan bi awayên çandî (nivîskî, rîtuel, bîrdarî) û sazîkirinên ragihandî (xwendin, lêkolînkirin û hwd.) hişyar tên hiştin, wek bîrên çandî tên binavkirin. Bîra çandî xwedî sê lingan e: bîranîn, çand û kom. Ev her sê ling di avakirina nasnameyên kesane û kolektîf de bandorên mezin dikin. Ango kes/gel/kom ‘wekhevî’ û ‘cudahi’ya xwe li gorî van bîranînan pênase dikin û li ser van bîranînên çandî roja xwe ya îro ava dikin.

Ligel lêkolînên der barê ‘bîra kolektîf’ ku ji zû ve ye mijara lêkolînan e, têkiliya navbera ‘bîr’ û ‘zayend’ê hîn nû tê lêkolînkirin. Dîsa nivîskar û lêkolînerên femînîst di vê mijarê de rexneya xwe ya esasî li ser dîroknivîsiyê dikin û dibêjin çawa ku dîroka nivîsandî dîroka mêran temsîl dike, jin û nirxên ku jin ava kirine, ji dîroka nivîskî û heta devkî hatine qewitandin, ev heman tişt ji bo bîra kolektîf jî derbasdar e. Ango jin ji bîranînên kolektîf ku nasnameyê ava dike, hatine dûrxistin û ev tuneditîn jî bûye sedem ku jinbûn wek bênirxbûn tê hesibandin. Heta li dijî vê tunedîtina jinan di bîra kolektîf de femînîst Odile Jansen dibêje “di rastiyê de jin çîrokparêzên bîranînê ne. Ne ji ber sedemên genetîk an jî biyolojîk. Lê ji ber awayê perwerde û gihandina wan, ku berpirsiyariya lênêrîna (care) kesên din û jiyanê di xwe de dibînin.” Ango dîsa dabeşkirina peywîrên di navbera jin û mêran ku jinê ji bo xwedîkirina mal û zarokan û mêr ji bo kar û barên derve berpirsiyar dibîne, wek sedem tê nîşandan.

Dîsa Aleida Assman balê dikişîne têkiliya navbera ‘bîranîn û jibîrkirin’ê û têkiliya wan a ser zayendên mêr û jin. Ew li gorî lêkolînên xwe yên tekstên wêjeyî dibêje ku ‘bîranîn bi jinê’ û ‘jibîrkirin bi mêrê’ tê pênasekirin. Li gorî wê jin dibin kirdeyên bibîranînê (Jin mêrî bi bîr tîne) û bireserên jibîrkirinê (Mêr jinê ji bîr dike). Li dijî vê mêr dibin kirdeyê jibîrkirinê (Mêr jinê ji bîr dike), lê dibin bireserên bibîranînê (Jin mêrî bi bîr tîne). Assman behsa çend awayên derbarê jibîrkirin û bîranînê dike: Wek mînak di nivîsên Shakespeare de jin şahidên kiryarên mêran in. Bi vegotina şîn, êş û giliyê dibin temsîla zindî ya rabirdûyê. Dîsa Nîetzsche di nivîsên xwe de mêran wek kiryarên karên girîng û ji ber vê yekê jî jibîrker pênase dike. Îdia dike ku mêr tenê bîranînên girîng û pêwîst di hişê xwe de dihêlin û ev yek jî qaşo ji xurtbûna wan tê û ligel vê, bîranînê ku “mirovan lawaz dike û astengiyê derdixîne”, bi jinbûnê ve girê dide. Di romanên Oscar Wilde de jî rewş naguhere. Wexta mêr di romanên wî de li pêşerojê dinêrin, jin di nav bîranîn û paşerojê de xwe winda dikin. Wekî ku di kurdî de jî tê gotin “ê ku bû, nede dû” di romanên Oscar Wilde de ji mêran re tê saloxkirin. Li gorî Assman ev stratejiya jibîrkirinê ji bo ku mirov ji êş û gunehkariya xwe û ji bo ku ji encamên kiryarên xwe dûr bikeve, tê bikaranîn. Herî dawî bi mînaka ‘şer û şîn’ ev têkiliya tevlihev bi awayekî zelal radixîne ber çavan: Dabeşkirina tûj a navbera zayendan û rolên wan ên çandî ku mêr wekî kiryarên şer û girêdayî vê dîrokî, û jinan sembola xemgîniyê û şînê dibînê, di mînakên hemû şer û pevçûnan de derdikeve pêş.

Di van hemû nîqaşan de pirsên ku derdikevin pêş, ev in: “Kî bi bîr tîne û kî tê bibîranîn?” Ango yên ku mayînde dike û mayînde dibe kî ne? Yek ji helwesta girîng a femînîzmê ew e ku ji bilî bicihkirina jinan di warê nivîsê de, di heman demê de di tecrûbeyên wan ên jiyanê de nexuyakirina wan, xwezahîbûna wan û ‘bêdawîbûn’a wan bi dîrokê ve girêdayî şîrove kirin û rê li gihandina tecrûbeyên wan ên dîrokê vekirine. Lewre hat dîtin ku jin hem dîrokê de hem jî di bîranîna mirovahiyê de kêm tên dîtin û vegotin. Serpêhatiyên wan ji bo veşartin û parastinê xwedî qîmet nehatin dîtin. Lê ligel vê vegotinên wan ên li ser bûyer û kiryarên mêran ku dîsa ji bo jinan ne destkeftîbûnek e, tê dîtin. Lewma ye ku jin niha têkoşîna vegotin û aşkerekirina serpêhatiyên xwe dikin. Ev yek dê reng û naveroka bîra kolektîf a mirovahiyê biguherîne. Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar