Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin

TJA’yê li Rihayê ragihand ku ew ê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li qadan bin. Her wiha Meclisa Jinan HDP’ê jî bi boneya 25’ê starta çalakiyên mehekê da

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Rihayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li avahiya HDP’ê ya Rihayê civîna çapemeniyê lidar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di civînê de axivî û bal kişand ser zêdebûna kuştin û tundiya li ser jinan û wiha got: “Di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava de bi taybetî jin û zarok hatin kuştin. Mafên mirovan hat binpêkirin. Em ê li dijî kuştin û binpêkirina mafan li her qadê li ser pêya bin.”

Aktîvîsta TJA’yê Emîne Çetîner jî daxuyanî da û da zanîn ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiya zilam-dewlet bi dirûşma ‘Em dixwazin bijîn’ li malê, li dibistanê, li kargehê, li meydanan û li her qadên jiyanê dê mil bidin milê hev û biqîrîn.

Çetîner qetilkirina Serkretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, Nadîra Kadîrova, Emîne Bulut û gelek jinên din bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê wek jinan nebin şirîkê van sûcan. Em ê hesab ji dijmin û qatilên jin û zarokan bipirsin.”

Meclisa Jinan starta çalakiyan da

Meclisa Jinan a HDP’ê jî bi boneya 25’ê li gelek bajaran civînên çapemeniyê lidar xist û stara çalakiyên mehekê da.

Meclisa Jinan a HDP’ê ya  Enqereyê civîna çapemeniyê li avahiya navçeya Çankaya ya HDP’ê lidar xist û starta çalakiyên mehekê da.

Daxuyanî ji aliyê endama meclise Turkan Demîr ve hat dayîn û ev tişt hat gotin: “Tundî, tacîz, tecawîz û komkujiyên li ser jinan bi awayekî pergalî dewam dikin. Cînayetên jinan polîtîk in. Bi têkoşînê em ê pêşiya vê polîtîkayên bigirin. Parastina çewherî maf e. Em ê bidin yek û rêxistina xwe ya parastina çewherî dewam bikin. Dîsa bi hinceta ‘pergala hevserokatiyê’ qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Vîna jinan xesp kirin. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Em ê li dijî siyaseta qeyûman a ku vîna jinê nas nake li qadan bin.”

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê jî di civîna lidar xist de bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir û wiha got: “Hevserokatî xeta me ya mor e. Ji ber polîtîkayên şer, sûcên li dijî jinan zêdetir bûne. Em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Di 9 mehên destpêkê yên salê de nêzî 300 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Hevkariya zilam û dewletê her ku diçe mezintir dibe. Lê em ê heya dawiyê li dijî vê îsyana xwe  mezin bikin.”

‘Em ê têkoşînê mezin bikin’

Meclisa Jinan a Amedê jî bi şîara ‘Li dijî tundiya zilam û dewletê em di îsyanê de ne’ civîna çapemeniyê lidar xistin. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civîna Amedê de jî, jinan bal kişand ser tundiya li dijî jinê û ev tişt hat gotin: “Em ê li dijî mafê me yê nefeqe ku tê xestpkirin, li qadan bin. Di têkoşîna jinê de divê tiştên li Rojava hatin jiyîn neyên jibîrkirin. Yên ku Çîçek Kobanê dîl girtin, bi kincên TSK û navê komara Tirkiyeyê de komkujiyan pêk tînin. Em ê têkoşîna xwe ya li qadan mezin bikin û deng bidin şoreşa jinê ya li Rojava.”

Her wiha Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê jî starta bernameya 25’ê Midar da. Civîn li avahiya HDP’ê ya bajêr hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar