Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jin dê rê nedin polîtîkayên şerê taybet

TJA li Mêrdînê lez da xebatên 25’ê Mijdarêç Hevseroka HEDEP'ê ya Qoserê Aysel Ayav got ku ew hesta piştevaniyê xurt dikin û jin dê rê nedin polîtîkayên şerê taybet.

Tevgera Jinê ya Azad (TJA) di çarçoveya kampanya xwe ya bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi azadiyê ve’ çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Qoserê da destpêkirin. Çalakî wê 8 rojan li hemû navçeyên bajêr bêne lidarxistin û 25’ê Mijdarê li navenda Mêrdînê meşa fînalê bê lidarxistin.

Hevseroka Navçeya Qoserê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Aysel Ayav derbarê xeabtan de agahî da. Ayav diyar kir ku dewlet li her herêma Kurdistanê şerê taybet dimeşîne û wiha  got: “Polîtîkayên têne meşandin li gorî navçeyan jî têne guhertin. Li Nisêbîn û Dêrikê bi rêya wezîfedarên fermî li dijî bedena jinan û jin ên ciwan polîtîka têne meşandin, li Qoserê bi asêkirina jinê li nava malê konsepta şerê psîkolojîk li dijî jinan tê meşandin. Piştî pêvajoya xwerêveberiyê bi tenêhiştina jinan hewl tê dayin ku têkiliyên civakî bêne şikandin û ji hev bêne belavkirin. Em ê van têkiliyên civakî û hestên piştevaniyê ku hewl didin qut bikin, hîn xurt bikin û rê nedin polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan têne kirin.”

Aysel Ayav ragihand ku ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê li Qoserê çalakiyeke xurt hate lidarxistin û got, “Di çarçoveya kampanya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi azadiyê ve’ ya TJA’yê, wê li Tirkiye û Kurdistanê gelek çalakî bêne lidarxistin. Li Mêrdînê jî bi koordînasyona jinê ya bajêr re li her navçeyan plansaziyeke cuda hatiye amadekirin.”

Aysel Ayav ragihand ku li Mêrdînê salên dawî ciwan ji bo bikaranîna narkotîkê têne teşwîqkirin, li Qoserê dewlet bazirganên narkotîkê ji nedîtî ve tê û diyar kir ku bi dîmenan eşkere dibe ku li bajêr bazirganên narkotîkê xwe digihînin heta jin ên ciwan ên diçin lîseyê, bi rêya gef û şantajê tiştên dixwazin bi wan didin kirin. Aysel Ayav anî ziman ku hêzên emniyetê yên ku dest li çalakiya nobedê ya ciwanan a li dijî narkotîkê werdan, li hemberî bazirganên narkotîkê tiştekî nakin û got, li Mêrdinê yek ji mijarên ku bi çalakiyan li ber radibin, hewldana ji bo belavkirina narkotîkê ye.

Aysel Ayav wiha got: “Armanca me ew e ku têkiliyên civakî bi her awayî xurt bikin. Em ê karên xwe yê ji bo vê yekê piştî çalakiyên 25’ê Mijdarê jî dewam bikin. Em ê li ber polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û ciwanan rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar