Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jin di konferansa navneteweyî ya li Beyrûtê de hatin ba hev

Di konferansa navneteweyî ya li Beyrûtê de bandorên şer û dewletê yên li ser jinan hat nîqaşkirin.

Îro li paytexta Lubnan Beyrûdê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya ezmûnên tevgerên jinan ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê bi pêşengiya Komaleya Jinan a Jîn û Komeleya Newroz bi dirûşma “Li Ser Şopa: Jin Jiyan Azadî” bi beşdariya jinan ji 11 welatên Ereban û Efrîqayê, Tirkiye, Îran, her wiha şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Jin bi cil û bergên çandî yên welatên xwe beşdar bûn. Wê di du rojên konferansê de der barê di sedsala 21’ê de destwerdana sîstema cîhanê li ser jinan, ezmûnên jinên Kurd ji bo rizgariya qeyranên herêmê guftûgo bê kirin. Bi taybetî der barê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seran jinan û bandora li ser bilindkirina asta têkoşînê lêhûrbûn tê kirin.

Konferans diyarî jinên Şengal û Efganistanê hat kirin

Di destpêka konferansê de hat destnîşankirin ku di sedsala 21’ê de jinên Şengal û Efganistanê ji aliyê bermahiyên desthilatdariya siyasî ya herî tundraw ve li bazarên koleyan hatine firotin, kuştin û aqubeta wan nediyar e û jin ji hemû qadan dûr hatine xistin. Ji bo wê jî vê konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê diyarî jinên Şengal û Efganistanê hat kirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê seroka Rêxistina Parastina Mafên Jinan li Lubnanê D.r Aide Nesir ve hat kirin û wiha hat gotin: “Di dîrokê de jin rastî bêmafiya herî mezin hatine  û azadiya wan hatiye tunekirin, ji hemû qadên siyasî, civakî, aborî û zagonî jin hatin dûrxisti, lê belê ji bo vê jî têkoşîna jinan hebûn û karîn li welatan mafên zagonî, siyasî û aboriya xwe bi dest bixin û di hemû qadan de cihê xwe diyar bikin.”

Di panela ewil ku bi moderatoriya rojnamevana Tûnisî Zuhûr El-Meşreqî hat meşandin de Seroka Musawah-Warda Boutros a Komeleya Xebatên Jinan Marie Debs, bandora destwerdanên derve û rojavayî li ser jinên Ereb û encamên “Bihara Ereban” û çawaniya veguhertina wê ya payîzê nirxand.

 ‘Pêwîstiya gel bi şoreşê heye’

Marie Debs behsa bandora destwerdana serdestiya Rojava li ser jinên Ereb nirxand û got: “Bihara Ereban ne bihar bû, serhildana gel li dijî sistema serdest bû ku gel ji hemû mafê jiyanê bê par hatibûn hiştin. Qeyran çêkir û desthilatek serdest bu li ser civakê ku jiyan ji gel standibû. Ji ber wê gel li dijî wê desthilatê ji bo azadiya xwe dest bi serhildanê kir û serhildan encamek baş bi xwe re anî. Jinan pêşengtiya wê kir û karîn ji gelek welatan mafê xwe bi dest bixin. Mînak li Tunus jinan karîn di aliyê zagonê de guherînên mezin bikin û li gelek welatên din karin pêşengiyê bikin. Lê belê ji ber zordestiya sîstem û nebûna aîdê gel ev şoreş dirêj nebû. Ji ber wê niha pêwistiya gel bi şoreşê heye, ji bo wê jî divê jin pêşengiyê bikin.”

Paşê Seroka Komela Jinan li Lubnanê, Buşra Elî, ji Kurdistanê, gotarek li ser bandora qeyranên herêmê li ser jinên Kurd li welatekî ku ji ber polîtîkayên kolonyalîzmê hatiye dabeşkirin, pêşkêş kir.

Piştre endama damezrîner a Eniya Niştimanî ya Jinê ya Misrê Dr. Kerîma Hefnewî, gotarek li ser rewşa jinên Afrîkî li parzemînek ku wekî qurbaniyên herî mezin ji hemû qeyranên herêmî tê pênase kirin, pêşkêş kir. Kerîma Hefnewî wiha got: “Ez silvên xwe ji jinên Filistinê re dişinim ku li dijî sîstema dîktator a cîhanê ji bo mafê azadî, jiyan û parastina welatê xwe şer dikin. Ez dixwazim li ser welatê Afrîka biaxivim ku jinên li Afrîka xwedî bandorek berçav in. Gelek lêkolînan bal kişandin ser têkîliya di navbera jin û axê de. Afrîka jî xakek ya cîhanê ye ji bo wê jî parastina vê xakê bûye erkê jinan.”

Konfarans berdewam dike. Wê di panala dûyemîn de bi sernavê ‘Ezmunen jinên kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana hereme’ guftûgo bên kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar