PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Jin di rastiyê de hêzeke mezin a fedayî ye

Hevala Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê Başûr de şehîd bû, ji aliyê azadiyê ve xwedî hewldaneke mezin bû. Raporeke ku wê hevalê ji min re şandiye hebû, min hîn nebihîstibû ku şehîd bûye û her dem ev heval di bîra min de bû. Digot, “ez dixwazim ji dahurandinên Rêbertiyê sûdê werbigrim û ceribandina romanekê bikim.” Li gel me hetanî niha kesekî gotineke wiha negotibû. Hevaleke gelekî pêwendîdar bû. Min digot, ger min ev hevala bidîta û nîqaş bikira dê baş bibaya. Piştre xebera şehadeta wê hat. Keçikeke gelekî qehreman bû. Di asta rêbera taximê tevlî çalakiya qereqola Rûbarok bûye û di vê çalakiyê de birîndar bûye. Tevî ku birîndare jî di eniya şerê Başûr de li herî pêştir helwest girtiye, di wir de jî hetanî ku guleyên wê qediyane di sengerê de maye. Piştre hêzên xayîn û noker derûdora wê dorpêç kirine û gotine “radest bibe, em tiştekî bi te nakin” lê belê helwesta vê hevalê gotina, “we bi dijmin re hevkarî kir, hun ji Başûr êrîşê Bakur dikin, hûn xayin in ez radestî we nabim” bûye. Bi navê Rêbertiya Partiyê jî di asta dirûşmê de qêriyaye û xwe ji kendalê ve avêtiye.

Ev çalakiyeke watedar û gelekî wêrek e. Di rastiyê de weke teorîk gelekî bihêz e. Tenê ji welatparêziyê û berxwedaniyê bingehê xwe nagire, di heman demê de keseke ku dixwaze dahûrandinan jî bi kûranî fêm bike. Ji ber ku dixwaze asta wan hîn zêdetir bike. Ev rewş tê wateya ku ji vê rêhevalê dê dahûrînêreke baş derbikeve. Kesayetên ku di têgihîştinê de xwedî biryar in û ji bo vê her cureyê berxwedêriya qehremaniyê pêk bînin jê derdikevin û pêwîste mirov rûmetê bide vî tiştî. Pêwîste mirov bersiveke baş bide bîranîna vê hevalê. Ev kesayet û helwest wisa ye ku mirov ji rêzgirtinê zêdetir nikare tiştekî din bike.

Li ser vê şehadetê heval dibêjin, “Em bi bîranîna vê hevalê ve girêdayî ne, em ê navê wê bidine tabûrê.” Pirsgirêk bi navê wê dayîna tabûrê ve û çawa berxwe daye bi vegotina wê ve nayê çareserkirin. Pirsgirêk helwesta ku ew dişopîne dayîna jiyîne. Jixwe yê ku van encaman derbixe holê jî ev helwest bi xwe ye. Em wê bingeh digrin. Ev hindekî dibe mînak an jî modelê ku hevalê em dixwazin pêş bikevine.

Ev hevalê ku di pêşketinê de bibiryar e, di rastiyê de bi gelek çewtbûnan re jî rû bi rû maye û dibe ku şaşitî jî kiribin. Lê belê her diçe di xeta rast de kûr dibe û dikare biçe encameke gelekî bibandor jî. Tiştê ku ez dixwazim diyar bikim ev e. Ger em rê vekirî bihêlin dê kesên mêrxas hetanî qehreman derbikevin. Ji ber ku ji berî vê di vê qadê de dihate gotin, “jin gelekî giraniyê çêdike, em çi ji van bikin?” min ev yek got, “yê ku we re got giranî ye, berovajî ye. Jin di rastiyê de hêzeke mezin a fedayî ye. Hatina wan hevalan a wan deran weke ku di gelekan de hatiye dîtin, li gel feraseta xwe fedakirinê wêrekiyê jî rave dike.” Hûn vê yekê nanirxînin. Bi nêzîkbûnên feodaliyê ya gelekî paşketî û ya pergalê ve nêzîk dibin. Ev nêzîkbûneke ne rasteqîn e. Dibe ku hêza we têr neke, dibe ku nêzîkbûnên rast pêşkeşkirin jî zehmet be, lê belê feraseta min jî ev e. Ji ber ku rastbûna vê ferasetê derkete holê. Piştre gelekan gotin, “hemûyan di sengerê de li ber xwe dane, qet nerevîne, tu caran weke ku me bawer dikir nebû. Ev yek di şerê paşê de derketê rastê.” Ev jî wisa encamên zêde werin mezinkirin nînin. Her çi qasî asteke ku hindekî din were pejirandin hatiye girtin nîşan bide jî hatinên mezin ên rastiyê, dê piştî vê bibe mijara gotinê.

Ez hêvî dikim hewldanên me ku ji bo jinê em bi pêş dixin, him were fêmkirin û him jî mezin were nirxandin. Dibe ku em hindekî li ser we ferz bikin. Dibe ku jiyana bidisîplîn we teng bike, lê belê bedêleke azadiyê û pêşketinê heye. Bêyî ku mirov van bedêlan bide nagihê van tiştan. Dibe ku çareseriya erzan asta têkîliyan ku rihet bike û hînbûnên jiyana rojane we têr bike, lê belê tu caran nabe azadiyê. Ev yek jî kesayeteke lewaz derdixe holê. Em naxwazin xwe bi vê yekê têr bibînin. Ger em bixwazin dikarin we gelekî hêsan bi rê ve bibin. Hûn fedayî ne, ji bo her cureyê şeran hene. Lê belê gengaze ku hûn bi hêsanî werin bikaranîn, hindek dikarin vî tiştî bikin, lê belê ez dihizirim nêzîkbûneke wiha bêrûmet xeter e. Ji ber wê jî pêwîstiya kûrkirina bi we re karkirinê, ez helwesteke hîn rastir dibînim. Ji ber ku yên gelekî seranser çûne welat hêsan wenda dikin. Dema mirov vê yekê tîne pêş çavan me peyitand ku nêzîkbûnên me layiqê jiyandinê ne.

Em dixwazin we bikin xwedî helwesteke ku gihiştiye vîneke serbixwe, helwesta azadiyê û raveya wê bi hêsanî nakeve rewşên şaş, di gihiştina kesên ku em dixwazin biafirînin de hindekî bi biryar herî kêm di vê mijarê de bi sebir û rik. Ez dihizirim ku ev yek hîna baştir e. Bêguman pêşketinên pêvajoyên pêş de ku partiya me di azadiyê de bijî, têkîliya jin û zilam, têkîliya malbatê û xwe nîşandana van a di jiyana azad de gihiştina wê ya him zelalbûnê û him jî pratîkê dê bibe bûyereke ku ew bi xwe tê jiyîn. Ev jî bi hemû aliyan ve li gel tekoşînê û berfirehiya hewldanan ve dê çêbibe. Pêwîste mirov kêliyekê jî piştçav neke ku bêyî were şerkirin em nikarin jiyana civakî ya herî di asta jêr de jî rizgar bikin. Asta me ya netewî û civakî ya heyî rastiya dijmin a ku ew afirandiye jiyana malbat, jin û zilam em ê bi şer serûber bikin. Bi rengekî xayînî ketî, yê ku ji hêzê dixe û dibe binkeftinê na, emê bibin xwedî helwestekê li ser bingeheke azad dibe serkeftinê û yê nû. Ew rengên ku jiyanê hîna zêdetir watedar dike, bi tenê em ê bi şer bigihêjinê.

Xwenîşandaneke şoreşa Kurdistanê di kesayetê de yek jê jî ev e. Me ev yek serkeftî daniyê rastê. Tiştê ku dimîne pêwîstiya li ser vê bingehê rêxistineke baş derdikeve holê. Li gel derfetên vê dîsa weke ku gelekî tê xwestin derfetên leşkerbûnê jî diyar bûne. Piştgiriya nêvengên ku hene, ji bo leşkeriyê nikare biçûk bibîne. Ya herî girîng em ji bo hîn zêdetir werin hezkirin, rêz were girtin û bigihêjin jiyana pîroz ku aîdê mirovan e, şoreşê dikin. Ji bo têgehêjin ku di rastiya civak û neteweya me de hatine wendakirin û ji bo me bi qasî nan û avê pêwîst e, ji bo ku ev yek xwe di jiyanê de bidin nîşandan, em neçarin şer bikin. Kê dibêje ku, di van mijaran de tiştên layiqê wê ya bigihê, pêwîste şer bike. Hem jî pêwîste bi serkeftî şer bike ku bigihêje azadiyê. Cewherê dirûşmên me jî ev e.

Nûçeyên Têkildar