Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jin dixwazin di nava şêwirmendên serokê herêmê de cihê xwe bigirin

Demek bere komeke çalakvanên mafê jinan diparêzin bi armanca jin ji sedî 30 tev li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin xebatek dabûn destpêkirin. Têkildarî xebatan endama komê Rêzan Şêx Dilêr axivî û diyar kir ku ew hewl didin jin di nav şêwirmendên serokê herêmê de cihê xwe bigirin

Komek çalakvanên mafên jinan diparêzin beriya çend mehan bi armanca jin ji sedî 30 tev li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, xebatek dabûn destpêkirin.

Koma jinan ji bo ku bigihin armanca xwe, serdana gelek aliyên siyasî yên tev li hikûmetê bibûn kirin. Jinan daxwaz ji aliyên siyasî kiribûn da ku di pêkanîna kabîneya hikûmeta nû de rengê jinan diyarker be. Lê di kabîneya hikûmetê de tenê 3 jinan cihê xwe girtin.

Yek ji endama koma jinan Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser tevlibûna jinan a di kabîneya nû de û wiha got: “Tevlibûna jinan a di hikûmetê de ne li gorî ku me dixweste. Ji bo vê em ê jin cihê xwe di nava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin hewl bidin.”

Dilêr da zanîn ku her çiqas li gorî ku dixwestin jin di nava kabîneya nû de nîne, lê ji kabîneyên berê baştir e û wiha pêde çû: “Herêma Kurdistanê di aliyê tevlibûna jinan a di saziyên hikûmetê de, ji Iraqê baştir e. Ji ber ku di nava Meclisa Wezîrên Iraqê de tenê yek jin jî nîne. Her wiha ji ber ku cara yekem seroka parlamento bûye jin, em gelek kêfxweş in. Ji bo vê seroka parlamentoyê dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nava civakê de rolek girîng bilîze.”

Her wiha Dilêr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê hewl bidin di dema bê de bi rêya parlamentoyê rêjeya tevlibûna jinan ji sedî 30 bibe yasa. Di bernameya me de heye ku em konferansek derbarê rolê jinan de lidar bixin. Em ê di wê konferansê de pêşniyarên xwe pêşkêşî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar