Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jin ji qadên cuda banga jiyana wekhev dikin

Jin, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daketin qadan û wiha gotin: “Em soz didin ku dê ji bo hemû jinan jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Em soz didin ku ji bo jiyanê jinûve ava bikin dê hev bidin jiyîn.”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran jin daketin qadan.

Stenbol

Meclisa Jinan a Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Stenbolê têkildarî 8’ê Adarê li Qada Îskeleya Beşîktaşê ya li Kadikoyê daxuyaniyeke girseyî da. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li ser pêya ne dê bi piştevaniyê biguherînin” hatibû vekirin û gelek caran dirûşmên “Bi înad sendîka, bi înad DÎSK”, “Jin jiyan azadî”, “Bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Erdhej dihejîne AKP hildiweşîne” berz kirin.

Çerkezoglû di daxuyaniyê de axivî. Çerkezoglû wiha got: “Ji ber erdhejê em 8’ê Adara îsal bi karesateke mezin pêşwazî dikin. Di erdhejê de herî zêde jin bandor bûn. Di hemû karesatên heta niha de jin bi tenê hatin hiştin, ked û karê wan tune hat hesibandin. Jin jî li dijî vê têkoşîneke mezin didin. Weke jinên karker em dibêjin ku dê piştevaniya jinan mezintir bikin. Ji bo ku hemû astengiyên li pêşiya jiyana xebatê ya jinan bên rakirin divê Peymana Stenbolê bi cih bê. Ji bo mezinkirina aştî û xwîşk û biratiyê weke jinên DÎSK’î em ê bibêjin jin jiyan e, jiyan azadî ye.”

Peymana Stenbolê

Daxuyaniya hevpar jî ji hêla Rêvebera Şaxa Hejmar 2 ya Avrupa Yakasi ya Genel-Îşê ku girêdayî DÎSK’ê Zuhal Kaynak ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Peymana Stenbolê û Qanûna Hejmar 6284 bi awayekî bandor bikeve meriyetê.

Îzmîr

Navenda Mafên Jinan a Baroya Îzmîrê jî bi heman boneyê ji pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan meş li dar xist. Di meşê de dovîzên “Di darazê de dawî li biryarên zayendperest bînin”, “Dest nede mafê nefeqeyê” û “Em bi hev re bihêztir in” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Mêr lê dixe, dewlet diparêze”, “Kujeran neparêze, qanûn pêk bîne”, “Jin jiyan azadî” û “Ne edaleta mêran lê edaleta rast” hatin berzkirin. Welatiyên li ser Cadeya Şehîdên Qibrisê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Piştî meşê jî daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji hêla endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Îzmîrê Buşra Marangozoglû û Gozde Onal ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser “Tehrîkkirina nerewa” û wiha hat gotin: “Em ê bi tu awayî hînî vê pergalê nebin. Em careke din dibêjin ku dê teslîmî vê zîhniyetê nebin û serî netewînin. Em ê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”

Di heman demê de Basê Jinan a CHP’ê Îzmîrê jî bi boneya 8’ê Adarê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Platforma Jinan a Çîgliyê bi heman boneyê li pêşiya şaredariyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em soz didin ku dê ji bo hemû jinan jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Em soz didin hev ku ji bo jiyanê jinûve ava bikin dê hev bidin jiyîn.” Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleya daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla rêvebera komeleyê Cemîle Karakaya ve hat xwendin. Platforma Jinan a Narlidereyê jî daxuyanî da.

Mugla

Endamên Baroya Muglayê têkildarî 8’ê Adarê li pêşiya Edliyeya Bodrumê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Esra Soylu Gumrah ve hat xwendin.

Edene

Navenda Jinan a Baroya Edeneyê bi boneya 8’ê Adarê li Eywana Parêzeran civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji hêla Koordînatora Navenda Mafên Jinan a Baroyê Ayça Kara Sigirci ve hat xwendin û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê.

Mêrsîn

Sekretera Giştî ya Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Rehangul Baloglû li avahiya odeyê daxuyanî da û got ku ji ber polîtîkayên îktîdarê, erdhej veguheriye karesateke mezin. Baloglû got ku jin dê mil bidin milê hev û li dijî pergala mêrserdest û rantxwir têbikoşin û jiyan û hêviyê jinûve birêsin.

Şaxa OHD’a Mêrsînê jî bi heman boneyê li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Berdevka Komîsyona Jinan a OHD’a Mêrsînê Nalan Ateş Altuntaş ev tişt anî ziman: “Ez îro heme, duh jî hebûm û dê sibe jî hebim.”

Hatay

Platforma Jinan a Îskenderûnê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser encamên rûxîner ên erdhejê. Hat gotin ku îktîdarê bi hezaran mirov terkî mirinê kir û ev tişt hatin parvekirin: “Erdhejê bandoreke mezin li milyonan mirovan kir. Mîna şeran, erdhejê jî herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Em bihêrs û serhildana xwe piştevaniya jinê dirêsin û dê jiyana nû bi hev re ava bikin.”

Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî li taxa Buluttepeyê bi jinan re hat ba hev û daxuyaniyek da. Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û wiha got: “Jin dê bibin kulîlka civaka nû ya ji nava kavilan aj dide.”

Piştî daxuyaniyê jî koliyên piştevaniyê hatin belavkirin.

Amed

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê jî li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Xwîşka Gulistan Doku, Aygul Doku jî tev li daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji hêla Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Asiya Cemre Işik ve hate xwendin. Işik, girîngiya 8’ê Adarê bi bîr xist û wiha got: “Pêdivî bi polîtîkayên hêz didin jinan heye. Em li dijî hemû guherînên di destûra bingehîn ên pêşî li ber serbixwebûna jinan ên di qadên aborî, civakî û çandî digirin in.” Di heman demê de Işik bal kişand ser jinên bûne mexdûrên erdhejê û da zanîn ku dê piştevaniya wan a bi jinan re bidome.

Aygul Doku jî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku hezar û 160 roj in tu agahiyan ji xwîşka xwe nagirin. Doku aqûbeta Gulistan Doku pirsî û xwest ku bê dîtin û kujerên wê bên darizandin.

Semsûr 

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Karesatê, Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li Semsûrê bi boneya 8’ê Adarê çalakî li dar xistin. Çalakî li konbajarê li ser Cadeya Narlikuyuyê hatiye vedan hat lidarxistin û pankarta “Piştevaniya jinê dide jiyîn” hate vekirin. Jinan bi boyaxan çendek wêne xêzkirin. Her wiha jinan pankarta “Jin Ne Bi Tenê Ne” daliqandin.

Riha

Platforma Jinan a Rihayê tekildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kêdkar ên Cihanê li qada Topçu ya navçeya Halilyê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û endam û rêveberên Rêxistina HDP ya Rihayê jî di daxuyaniyê de amadê  bû. Jin li qadê hatin li cem hev û pankarta “Bi hers û raperîna xwe em piştevaniya jinan saz dikin û jiyanê ji nû ve avadikin” vekirin û dovîzên “Jin jiyan azadî”, “Em nê di şînê de ne lê di raperînê de ne” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin” hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş ve hat xwendin. Ulutaş bi lêv kir ku erdhej herî zêde bandor li ser jin û zarokan dike û wiha got: “Ji ber polîtikayên desthilatdariya AKP û pergala kapîtalizme jinên ku li vê herême di bandora cudakarî û şer de bûn herî zêde ji erdhejê bandor bûn. Jinên ku di bin kavilan de sax derketin hem ji aliye derûniyê ve hem jî ji aliyê koçberî û nexweşiyan de dikevin tengasiye. Her wiha ji aliyekî ve Serokatiya Dîyanete ji bo zarokên erdhejê fetva dide ji aliye din ve jî Wezareta Civakî û Xizmetê, zarokan dide terîqatên ku navê wan bi destdirêjiyê derketiye û bi vê yekê jî şerm nake.”

Parlamentera HDP ya Rihayê Ayşe Surucu jî axivî û anî ziman ku desthilat jinan dike hedef û ev tişt gotin: “Bi sepanên qeyûman ku li dijî hevserokatiyê derketin, ew yek bi awayekî şênber derket hole. Ji aliyekî ve kujerên jinan diparêzin ji aliye din vê jî peymana Stenbolê ku jin diparast rakirin. Lê em ê xwedî li Peymana Stenbolê û hevserokatiyê derkevin û hesabê wan bipirsin. Em ê bi heza jinan vê pergalê têk bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî” û “Piştevaniya jinan dê tariyê têk bibe” bi dawî bû.

Komxebata Jinên Koordinasyona Lijneya bajêr a TMMOB a Rihayê jî tekildarî 8’ê adarê li avahiya Avahîsazan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliye Seroka Lijneya Koordînasyona Komxebata Jinên TMMOB’ê ya Rihayê Elîf Erdem ve hat xwendin. Erdem bi lêv kir ku ew ji destpêka erdhejê vê di nava piştevaniya jinên li cihê erdhejê de bûne û wiha got: “Me bi piştevaniyê birînên xwe derman kirin. Me bi mil dayina hevdu hez da hev. Di vê karesatê de jî em ê bi piştevaniyê rizgar bibin. Em ê bi hev re ji polîtîkayên desthilat ên rantê rakin. Em ê vê pargela ku li ser rantê ava bûye bi rêxistin bûyina xwe hilweşînin. Em ê welatekî azad, ronî û wekhevî ji nû ve ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar