Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Jin ji xizmeta tenduristiyê bêpar in

Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yan a SES'a Îzmîrê, doktor Sîbel Uyan pirsgirêkên di pergala tendrustiyê de nirxand û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayek der barê tenduristiya jinê û xizmeta tenduristiyê de nemaye. Xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ji bo jinan zehmetir e.”

Li Tirkiyeyê di demên dawî de randewiya ji bo nexweşiyan pir zehmet bûye. Pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de her diçin zêdetir dibin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi hejmara dermankirina tê kirin pesnê xwe dide. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2’yan a SES’ê ya Îzmîrê û Hekîma Malbatî Sîbel Uyan da zanîn ku ne bi hejmara dermankirinê divê bi hejmara kesên tên parastin pesn bê dayîn û der barê vê de jî daneyek tune ye. Sîbelê anî ziman ku bi polîtîkayeke ku tenduristiya mirov esas digire dikare ev pirsgirêk bên çareserkirin.

Sîbelê destnîşan kir bi piyasabûna tenduristiyê re mirov di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn û ev rewş ji bo jinan hîn bêtir zehmet e û got: “Li Tirkiyeyê xizmetên tenduristiya parastinî, polîtîkayek der barê tenduristiya jinê de nema ye. Di asta yekem de peywira me jin, zarok, kal û pîr in. Lê hejmara nexweşan wisa zêde ye, li gelek navendên tenduristiyê ya malbatê xizmet bi rêk û pêk nayê dayîn. Yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Xizmeta plansaziya malbatî nagirin. Alav tune ne. Em jinekê li vir derman dikin em dişînin doktora welîdînê, lê randevu nikare bê girtin. Yanî der barê nexweşiya xwe de nikare biçe dermankirinek doktorê pispor. Em li van deran van dermankirinan nikarin bikin. Di alî randevuyan de pirsgirêkek mezin heye.”

Rewşa tenduristiyê xirab e

Sîbel di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Xwegîhandina xizmeta tenduristiyê ji bo jinan zehmetir e. Aliyê vê yê aborî heye. Lêçûna veguhestinê zêde bûye. Jina randevuyê digire ji bo wê hewcedarî bi demek taybet heye. Vê demê peyda bike, pere tune ye. Pere peyda bike randevuyê nabîne. Randevuyê bibîne betal dibe. Yanî demek wisa xerab heye. Li gelek deveran di alî dermankirin û tespîtkirina malzaroka pençeşêr, pêsîr, kolonê de piştgirî dikare bê dayîn. Divê jin biçin ji bo vê randevuyê bigirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Sîbel bal kişand ser nebûna alavan a di mijara plansaziya malbatê de û wiha domand: “Divê wezareta tenduristiyê van alavan bi rêk û pêk bide lê nade. Dema di xizmetên tenduristiyê yên parastinê de dem neyê veqetandin vê carê xizmet şûnde dimînin. Mirov nikarin xwe bigihînin xizmetên dermankirinê. Nikarin xwe bigihînin randevuyê. Dema biçe derman bibe nikare derman bibe. Derman pir biha bûne. Hele ku jin bin rewş hîn bêtir giran dibe.”

Sîbelê her wiha bi lêv kir ku ev pirsgirêk bi polîtîkayeke tenduristiyê ya rast dikare bê çareserkirin û wiha dawî lê anî: “Divê dawî li polîtîkayên ku tenduristiyê dikin alav bînin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi hejmara dermankirina tê kirin pesnê xwe dide. Ne bi hejmara dermankirinê divê bi hejmara kesên tên parastin pesin bê dayîn û der barê vê de jî daneyek tune ye. Bi polîtîkayeke ku tenduristiya mirov esas digire dikare ev pirsgirêk bên çareserkirin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar