Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jin Jiyan Azadî bû parolaya jinên cihanê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Bi şehadeta Jîna Emînî (16.9.2022) re, ev hevoka Jin Jiyan Azadî, ne bi tenê li Kurdistanê û Îranê, belê êdî di asta cîhanî de deng veda û bû weke sembola berxwedanê, bû mîna parola hevgirtin û rêxistinbûyîna jinên cîhanê!

Rastî û nîşana vê gotinê, Konferansa Jinan a du rojan a li Berlînê pêkhat, bi şênberî raxist ber çavan.

Bêguman, ev asta bilind a ku bi dest ketiye, encama têkoşîna demdirêj a jinan bi giştî ye.

Hema çend mînakên berbiçav ên ji dîroka nêz ve, yên sedsala bîstan û vir ve weke Rosa Luxsembûrg, Clera Zetkin û ji Kurdistnê jî Sakine Cansiz, Zîlan, Bêrîtan û gelek jinên din, mirov dikare nîşan bide.

Di serdema sedsala bistûyekê de, taybetmendiyên têkoşîna jinan gihişt radeyek giring û stratejik; nav û naveroka vê têkoşîn û hewldanê hat guhertin, nûjentir bû û ket qonaxek nuh û hemdemî.

Em bala xwe bidin şoreşên cîhanê yên heta nuha çêbûne, di yek şoreşê jî de, jinan pêşengtî nekiriye. Erê jinên şoreşger û pêşeng gelek hebûn, lê weke takekesî têkoşiyan e, ne weke rêxistinek jinan û bi îradeyek pêşeng a jînan, rêberî û serwerî ji şoreşan re nekirine.

Çima?

Jiber ku, ne xwedî birdoziyek rêkûpêk bûn. Lewma nikaribûn xwe weke hêzek jinan û xwedî îradeyek xweser bi rêxistin bikira. Her wiha nikaribûn, xwe ji bin bandora zihniyeta mêrtî a serdest jî rizgar û azad bikira.

Belê em vegerin şoreşa gelê Kurdistanê ya bi pêşengiya Tevgêra Azadiyê û bi felsefeya Abdullah Ocalan rabû ye,  ya vê serdemê, ew kêmasiyê mijara gotinê bûn, bi taybetî jî di sedsala 21’emîn de, hatin temam kirin.

Wateya wê, jinên Kurdistanê, li ser vê bingehê û di çarçova paradigma Rêber APO de, bûn xwedî bîrdozî, xwe bi rêxistin kirin, bûn xwedî îradeya hemdemî û mînaka herî zelal a li ber çava ye; pêşgengiya Şoreşa Rojava kirin û hin jî birêve dibin.

Her wiha agirê şoreşa jinên kurd, li Rojava bi sînordar nema, bi tîna germayî û şewqa xwe, mejiyê jinên herêma Rojhilata Navîn jî rohnî kir. Ev agir, bi xwîna Arîn Mirkanan û hezaran hevalên xwe, jinên şoreşger û pêşeng geş bû, bi giştî civak; li gel jinan mêr jî xistin bin bandora xwe û ew qeleyên kevneperest ên zihniyeta mêrtî, yek bi yek hilweşandin û hildeweşînin.

Heke ev tevgêra jinan a hemdemî û serkeftî ya mijara gotinê ye, baş were naskirin û zanîn, wê wextê rabûn û serîhildana jinên li Îranê ya li ser tolhildana Jîna Emînî, wê têgihiştina naveroka wê tevgêrê jî, bi hêztir bibe.

Îro, dibe 55 roj ku di ser şehadeta Jîna re derbas dibe. Her roj, hêza tevgêra li dijî rejîmên zulmê, yên babiksalariyê Îranê û hempayên wê, ji rojên berê zêdetir dibin.

Êdî gav bi gav rejîm pirtir ditisre, ji vê serîhildanê û lewma êrîşên kuştinê zêdetir dike.. Li gel ewqas astengiyên çapemenî û internetê jî, agahiyên tên standin, hijmara kesên ji ber êrîşên dewletê jiyana xwe ji dest dane, di ser 400 kesî re ye.

Li goreyî nûçeyên ji herêmê tên standin, êdî ne yek û du, ne deh û bist, belê êdî hewldidin ji bo biryarên îdamên sedan û hezaran kes bigrin. Li gor agahiyekê, tê gotin ku dixwazin biryara 15 hezar kesî bistînin.

Lê ev ne çare û derman e ji bo temenê desthilatiya rejîma xwe ya zulmê dirêj bike. Êdî gel tirs şikandiye, ne bi tenê dirûşman, belê yekser êrîşî saziyên dewletê ên leşkerî û li kolanan êrîşî meleyên kevneperst jî dikin.

Wisa diyar dibe ku ev tevgêre jinan, ya li ser birdoziya bi navê jineolojî ya jinên Kurdistanê hatiye damezrandin û bi rista JIN JIYAN AZADÎ ya Rêber Apo ya hatiye xemilandin, êdî ji sînorê Rojhilata Navîn jî derketiye, derbasî erdnîgariya cîhanê bûye.

Û ev bivêj/rist/hevok, êdî ji bo jinên cîhanê hevdu nas bikin, xwe bigihênin hevdu, millên xwe bidin hev, bi hevre xwe rêxistin bikin, êdî weke sembol û PAROLA nava jinên cîhanî tê bikaranîn.

Ev mînak, li Berlinê, di Konferansa Jinan a Navneteweyiya 2yemîn de, gelek aşkera û zelal hat dîtin. Di vê konferansê de, ji 41 welatî, 800 jin amade bûbûn û hemûyan bi yek dengî digotin; JIN JIYAN AZADÎ!. Her wiha bi heman naverokê, her jinên bi zimanê gelê xwe jî, ev hevok diqîriyan.

Ev dihat çi wateyê?

Ev nîşaneya ku; êdî gavek mezin hat avêtin, ji bo hevgirtin û hevkarkirina jinên cîhanî yên zane û xwedî îradeya xweser.

Her serkeftî bin, ez jî bi we re me!

Nûçeyên Têkildar