Rejîma Îranê mafên jinan tune dihesibîne û yên li dijî wê derdikevin hedef digirin. Li Îranê tevî hemû astengiyên rejîmê yên li ber rêxistina nasnameyên cuda jî, jin û welatî bi awayekî veşartî xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin. Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî tevî hemû zext û astengiyan hebûna xwe didomîne. Endama KJAR’ê û xwendekara doktorayê ya College Corkê Rojîn Mukriyanî, berxwedana jinan a li Îranê nirxand.
Mukriyanî diyar kir ku rejîma Îranê li ser esasê netewperestiya mêrserwer a şiîyên Îranê hatiye avakirin û got ku ev jî tê wateya ku rejîma Îranê neteweyên din di warê maf û azadiyên bingehîn de red dike û wiha domand: “Lewma dewleta Îranê jinan wekî hemwelatiyan nahesibîne. Heman tişt ji bo kurd û belûcan jî derbasdar e. Qanûnên Îranê li ser navê xwe bi dengekî bilind diaxivin. Mesela li gorî destûra bingehîn a rejîma Îranê, jiyana jinekê bedêlî nîviyê mêrekî ye.”
KJAR rêxistineke sîwanî ya ku jinan bi rêxistin dike
Rojîn Mukriyanî diyar kir ku tevhî hemû zextên rejîmê jî jin bi veşarî xwe birêxistin dikin û wiha pêde çû: “Rejîma Îranê bi tu awayî destûra pêkhateyeke rêxistinî nade. Yanî gelek jin bi awayekî veşartî xwe bi rêxistin dikin. Ne pêkan e ku em rave bikin ku rêxistinên Rejimin bütün baskılarına raeşarî çawa ji bo rêxistinkirina jinan alîkariyê dikin. Lê em li Rojhilatê Kurdistanê wekî jinên kurd, rêxistinbûyîneke me ya taybet heye. Piranî jê li derveyî Rojhilatê dixebitin. Yek ji van rêxistinan jî Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê ye. KJAR rêxistineke sîwanî ya ku jinan bi rêxistin dike. Armanca wê pêkanîna fikra Konfederalîzma Demokratîk û jiholêrakirina tehekum û zextên li ser jinan e.”
Li Îranê xebat ne hêsan e
Mukriyanî da zanîn ku KJAR li her çar beşên Kurdistanê û Ewropayê xebatên xwe bi rê ve dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “KJAR, yeqîn dike ku sepandina Konfederalîzma Demokratîk bi rêxistinkirina jinan û civakê pêkan e. Lewma hin endamên KJAR’ê li Îran û Rojhilatê jî çalak in. Mînakeke vê jî Warîşe Moradî bû. Warîşe Moradî di dema tevgera şoreşger a ‘jin, jiyan, azadî’yê de li Rojhilatê bû. Moradî, di 1’ê tebaxa 2023’yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li texma Senandejê hat revandin. Ji wê gavê heya niha tu xeber jê nayê girtin. Yanî li Îranê xebat ne hêsan e.”
Ev tevger ji bo guhertineke mayînde ye
Di berdewamiya axaftina xwe Mukriyanî bal kişand ser berxwedana ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir û berdewam kir: “Ev êrîş li Rojhilatê û seranserê Îranê di bin dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ de rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji neteweyê wêdetir vekir. Ev tevgera şoreşger ku jinan pêşengiya wê kir, ne reformeke di nava pergalê de ye. Ev tevger, ji bo guherîneke mayînde ya di warê aborî, civakî û polîtîk de. Şoreşeke ku pêşî xwest guherînê di feraseta civakê de bike. Gava mirov di vî warî de lê mêze bike, mirov dikare jê re bibêje şoreşeke çandî ye. Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin.”
Mukriyanê bilêv kir ku kesên pêşengiya şoreşê kirine hedef tên girtin û bal kişand ser kesên di dema çalakiyan de hatin qetilkirin. Mukriyanê bal kişand ser jehrîkirina li dibistanan jî û got ku jin heya vê pergalê neguherînin dê nesekinin.