Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jin jiyan e, namûs welat e

Ciwana Cuma | 

Zilm û zordariya ku bi ser jinan de tê her ku diçe zortir dibe, tundiya li ser jinan û bi taybetî bûyerên tecawizê, her wiha kuştina jinan bûye tişteke normal li cem zilamê desthiladar.

Jixwe, mêr wek pirsgirêka xwe nabînin û bar avêtine ser milê jinan. Jin jî di çêkirina raya giştî û rakirina qiyameta bi serê van tecawizkaran de lawaz dimînin. Li cihên ku nijadperestî, dagirkerî û faşîzm heye li wan deran bûyerên bi vî rengî hîn zêdetir in. Diyar e, bi taybetî dagirkerî exlaqa civakê xira dike û bi xwe re karesatên hîn mezintir tîne. Wê demê heger em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin, divê em bizanin ka em pêşiya karesateke çiqasî mezin digirin. Rêxistinên qaşo mafê mirovan, jixwe ji bilî daxuyaniyan tişteke din nakin.

Di sêgoşeya bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê de em gelek caran behsa serhildan, berxwedan û qehremaniyên kurdan dikin, li dijî xiyanet û dagirkeriya ku pê re bi pêş ketiye. Jinên kurd herî zêde li beramberî van qirêjiyan li ber xwe daye û teslîmbûn qebûl nekiriye. Jinên kurd dagirkerî qebûl nekiriye û di heman demê de tecawiza li ser bedena xwe jî qebûl nake. Yên dikujin û dibirin, radibin û dibêjin, namûsa me! Yên behsa namûsa xwe dikin, ez dixwazim ji wan bipirsim; Ka li derdora xwe binêre, gelo xak û welat maye, heta tu radibî behsa namûsa xwe dikî! Namûs ji bo me kurdan êdî ji mêj ve ji wateya xwe ya klasîk derketiye. Namûs heger rast neyê pênasekirin, ya li derdora me diqewime, em ê wek bûyereke ji rêzê bibînin û di ser de derbas bibin. Rêber Abdullah Ocalan beriya niha gotiye: “Derwêş û Mem di rastiyê de sembola xakê ne û Edûlê û Zîn jî ji bo vê rastiyê bûne sembola evîneke rast!”

Gelo çima heta niha miletê me namûs bi awayekî şaş fam kirine û bi sedema vê yekê jin tên kuştin. Mînaka herî balkêş ku keça ciwan bi temenê xwe 14 salî ye û ji bajarê Hesekê ye, çima ku desthiladarî qebûl nekir û bi kurê apê xwe re nezewicî ew kuştin û bi ser bilindayî dîmenê wê yê li erdê belav kirin. Ma ka ev insanetî ye, ev namûs e, mixabin heta niha her çiqas jinan gav avêtin û destkeftî bi dest xistine lê her çav li ser wan e û wan hedef digirin.

Êdî bes e ji kuştin, revandin, tecawiz û desthiladariya li ser jinan.

Jin jiyan e jiyanê nekujin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar